Nûçeyên Kurdistanî

35 emîn salvegera enfalkirina Barzaniyan (Vîdeo)

35 emîn salvegera enfalkirina Barzaniyan (Vîdeo)

Bi amadebûna Serok  Barzanî rêwresmê 35emîn salvegera enfalkirina Barzaniyan li navçeya Barzan birêve diçe.

Di rêwresmê de hejmarek ji berpirsên partî, hikûmî û kesûkarên enfalkiriyan, herwiha hejmarek ji konsol û nûnertiyên li Herêma Kurdistanê amade bûne.

Piştî ku di sala 1979an rêjîma Beis tevahiya hoz û eşîreyên ser bi navçeya Barzanî ve wek Berojî, Nizarî, Mizûrî, Şêrwanî, Dolemerî, Gerdî û welatjîrî bi neçarî veguhastin komlegehan û di Havîna sala 1983an de rêjîma rûxandî hilmeteke desteserkirinê li komelgehên Diyana, Herîr, Behrike, Qoştepe destpê kir û 8 hezar Barzanî  ji temenê 7 salî heta 85 saliyê enfal kirin û bi hezaran jin û zarok bê serî û pişt man.

 

Nerîna min :