Dosya

HDP xwe partîyeke Tirkîyeyî jî bibîne divê nexşerêya çareserîya pirsa kurd tarîf bike

Mustefa Özçelik di hevpeyvîna xwe ya bi Rojevakurd re encamên hilbijartinên 24ê hezîranê yên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê dinirxîne û behsa bandora encamên wan hilbijartina li ser rewşa Tirkiyeyê û pirsa kurd û ka gelo HDP dê bikaribe rolekî di çareseriya pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê bilîze dike û dibêje: HDP heger xwe weke partîyeke Tirkîyeyî û demokrat pênase dike, divê di bername û sîyaseta xwe de jî behsa miletê kurd û  behsa mafê wî yên netewî û demokratîk  bike; divê behsa Kurdistanê û behsa li Kurdistanê mafê ku bi sitatuyeke sîyasî xwe îdare kirinê bike. Ma heger behsa van tiştan neke, wê gavê çi ferqa wê û wan partîyên dibêje ‘’yek dewlet, yek welat, yek milet, yek al’’ dimîne? Timamiya hevpeyvînê li jêr e:Rojevakurd: Hun encamên hilbijartinê çawa dinirxînin û li gor we ew encam pêşbînîkirîbûn?Mustefa Özçelik: Encamên hilbijartinên 24ê hezîranê, nîşana serkeftina Dewleta Tirkîyeyê ye, nîşana serkeftina Tifaqa Cumhûr û Tifaqa Milet e. Di dema hilbijartinana de kurd wekî alîyekî ne holê bûn.Me weke PAK, PSK, PDK,PDK-T, Hereketa Azadî Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan danî. Her çiqas HDP xwe weke partîyeke Tirkîyeyî, HUDAPAR jî xwe weke partîyeke îslamî pênase dike jî ji bo tifaqeke berfirehtir me li gel HDPyê û HUDAPARê hewlên cidî pêk anî. Lê mixabin bi taybetî ji ber helwesta HDPê û ya HUDAPARê ev tifaqa berfireh pêk nehat. Me dixwest daxwazên gelê me weke alîyekî cuda bê rojevê, lê mixabin hinek hêz û alîyan rê li ber vê yekê girtin. HDP û HUDAPARê jî di pêvajoya hilbijartinan de daxwazên netewî û demokratîk yên miletê Kurd neanîn ziman.Di encamên hilbijartinan de, dengên ku MHPyê sitendine ne ew dengên ku dihate pêşbînî kirin; hîna zêdetir deng sitend. Di serokkomarîyê de texmîna ku zêdetir derdikete pêş ew bû ku serokkomarî bimîne tûra duyemîn; lê weha nebû.Ji encaman dîyar dibe ku, HDPyê bi piştgirîya CHPyê benda %10 derbas kirîye. Li gelek bajarên Kurdistanê jî dengên HDPyê kêm bûne.Vê hilbijartinê herweha  sîstema serokatîyê ya nû jî bi xwe re anî. Ev jî di sîstema îdareya Tirkîyeyê de hinek guhertinan dê bi xwe re bîne.Rojevakurd: Encama hilbijartinê çi bandorê li pirsa kurd dê bike, gelo dê rê li pêş pêvajoyek nû veke?Mustefa Özçelik: Di bername û danezanên Partîyên Tifaqa Cumhur jî , di yên Tifaqa Milet jî, ji bo çareserîya pirsa kurd tu tiştekî berbiçav tunebû. Gotina van partîyan ya herî ‘’radîkal’’, bi awayekî nîvqurmiçî behs kirina zimanê kurdî bû. Ango behsa tu daxwazên netewî û demokratîk yên miletê kurd nekirin.Ji ber wê jî tu hêvî tune ye ku, encamên hilbijartinan bandorekê li ser çareserîya pirsa Kurd bike. Herweha biserketina AKP û MHPyê û ya Erdoganî jî, zêdetir nîşana berdewamîya sîyaseta tûnd û tûjîyê ye. Lê ma gelo di vê rewşa xerab ya aborî de, Dewleta Tirkîyeyê dê bikaribe demeke zêdetir vê sîyaseta şerî, sîyaseta li dijî miletê kurd, sîyaseta li dijî maf û azadîyan bimeşîne?Ev  jî cîhê pirsê ye. Mumkune ku Dewleta Tirkîyeyê, bi hinek şexsîyet û eşîr û alîyên li gorî dilê xwe , bi navê ‘’pêvajoya çareserîyê’’  hinek gavan bavêje û partîyên Kurdan ji derveyî vê pêvajoyê bihêle. Lê ev dê gaveke bê encam be. Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku vî şerî rawestîne û li gel hemû partîyên Kurdan hevdîtinan destpê bikin û bile ev bibe bingehê pêvajoya çereserîya sîyasî. Ev pêvajo jî divê ne weke ya berê be; divê şefaf be û çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê divê bîne ser maseyê.Rojevakurd: Li  gora we HDP dê bikaribe ji bo çareseriya pirsa kurd rolekî bileyze?Mustefa Özçelik: Me  gelek hewl da ku bi HDPyê re em  tifaqa hilbijartinê pêk bînin. Lê derket holê  ku hinek alîyan nexwestin ev tifaq pêk were; HDPyê jî rê li ber tifaqê girt. HDPyê xwe neda ber wê yekê ku 6 xalên deklerasyona me û HDPyê li ser wê li hev kiribû di danezanên hilbijartinê de cîh bigire. HDP di demên berê de jî li Parlamentoyê bû, lê mixabin ji bo çareserîya pirsa kurd tu proje û bernameyên esasî ne anî rojevê. Di bername û deklerasyon û danezanên HDPyê de ji bo çareserîya pirsa kurd bes behsa ‘’unîter dewlet’’ê tê kirin. HDP dibêje Cimhûrîyeta Demokratîk, Netewa Demokratîk, Welatê Hevbeş. Başe bi vê bername û sîyasetê  HDP çawa dê bikaribe  roleke esasî ji bo çareserîya pirsa kurd de bilîze? HDP heger xwe weke partîyeke Tirkîyeyî û demokrat pênase dike, divê di bername û sîyaseta xwe de jî behsa miletê kurd û  behsa mafê wî yên netewî û demokratîk  bike; divê behsa Kurdistanê û behsa li Kurdistanê mafê ku bi sitatuyeke sîyasî xwe îdare kirinê bike. Ma heger behsa van tiştan neke, wê gavê çi ferqa wê û wan partîyên dibêje ‘’yek dewlet, yek welat, yek milet, yek al’’ dimîne?Helbete ku heger HDP weke partîyeke rasteqîn ya demokrat û Tirkîyeyî hevbigere, dê bikaribe roleke erênî û esasî di çareserîya pirsa kurd bilihîze. HDP dengê 5-6 milyon kurd û Kurdistanîyan distîne, lê mixabin behsa çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê nake. HDP ji bo bikaribe rolekê di çareserîya pirsa Kurd de bilîze, berîya her tiştî divê dest ji vê sîyaseta xwe ya heta îro meşandîye berde. HDP xwe partîyeke Tirkîyeyî jî bibîne, divê di bername û danezan û sîyaseta xwe de bi awayekî zelal nexşerêya çareserîya pirsa  Kurd tarîf bike. Heger vê yekê neke dê nikaribe di çareserîya pirsa Kurd de tu rolê bilîze; û tew  carina jî dikare bi vê siyaseta nîvco û tevlihev bibe sebeb ku, ked û xebata Kurdan berbi avê ve  jî biçe.  

Back to top button