Nûçeyên Kurdistanî

Serok pêşwaziya Dr. Elî Qeredaxî

Serok pêşwaziya Dr. Elî Qeredaxî

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr. Elî Qeredaxî Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman û Serokê Rabîteyên(Tevgerê) Îslamî yê Kurd û şandekî li gel kir ku pêkhatibû ji Serok û Endamên Desteya Kargêrî ya Rabîteya Îslamî Kurd.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê û rûdanên piştî referandûmê guftûgo kirin û tekez jî li rewayetiya mafên gelê Kurdistanê û retkirina sepandina bi zorê û zebirûzeng li ser gelê Kurdistanê kirin.

Her li vê civînê da her dû alî di derbarê hilbijartinên meha Eylûla pêş de û pêwîstiya karkirin û danîna bernameyeke bi hêz ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirina jiyan û guzeraniya hemwelatiyan de danustandina bîr û ramanan kirin.

 

1 Comment
  1. Seyda Alî Qredaxî,di Cîhana Îslamî de,xudanê Meqamekî bilinde.û Kesekî nêzîkî Serok Barzanîye.Aya Erk û wacîbatên xwe bes ji bo Axîretêne an ji bo Dunyê û Axîretêne.
    Seyda Dostê nêzîkî Serokê Tirkîyê Receb Teyeb Erdogane,û di tengîyê de çû pişta Erdogan û duai li Erdogan kir.,ku Xudê yê ji vê tengîyê xelas bike.Seyda bi kinc û bergên Kurdî li Cîhana Îslamî digere û ev jî,helwestek li gorî Seyda ye.
    Bi hêvya, ku Seyda alîkarîya Dostê xwe Receb Teyêb Erdogan bike û barê Turkîyê sivik bike Seyda têkeve navbera Kurdên xwe û Dewleta Erdogan çareserîyekê ji kijtina Kurd û Turk re,bibîne.Eve eslê wacîbatên Seyda ye.
    Heger Turkîyê PKKê naxweze, Kurdên Erdogan hene ..
    Syda bila Dostê xwe bicerbîne..

Nerîna min :