Polîtîk

Serokwezîrê Kurdistanê û Iraqê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo danûstanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û mijara Serokomariya Iraqê gihişte Bexdayê û li gel rayedarên payebilind ên Iraqê civiya.Her di vê çerçovê de serokwezîr Barzanî li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re civiya.Ofisa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de ragihand, şeva bûrî di hevdîtina di navbera Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvanî Barzanî de, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û bilezkirina hewlan bo temamkirina pêngavên destûrî bo destnîşankirina Serokomar û raspardina berbijarê mezintirîn koma parlemantoyê bo pêkanîna hikûmetê hatin gotbêjkirin.”Her di wê hevdîtinê de, tekezî li ser wê yekê hate kirin, pêwîst e hikûmeta nû ya Iraqê li gor daxwazên welatiyan ên avakirina, aramî, ewlehiyê û derfetên kar be.Li gor daxuyaniya nivîsgeha Ebadî, di hevdîtinê de guftûgo derbarê dosyayên hevbeş ên di navbera  hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin kirin û tekezî li ser berdewamiya hevkaryane kirin.Her du aliyan tekez kirin ku pêwîst e hikûmeta bê ya Iraqê bikare rûbirûyî tehediyatên dahatûyî bibe û destkeftên ku bi havkariya hêzên Pêşmerge û hêzên federalî bidest hatine biparêze.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû û Serokomariya Iraqê duhî gihîşte Bexdayê û li gel rayedarên payebilind ên Iraqê civiya. 

Back to top button