Cîhan

Amerika dayina balefirên F-35 bo Tirkiye rawestand

Yasaya Bûtçeya bergiriya Amerika ji aliyê Kongres ve hate qebûl kirin. Bûtçeya berevaniya Amerikayê 716 milyar dolar e.Di nava vê biryara ku kongres girtî dayîna balefirên F-35 ya Tirkiye jî heye. Dayina balefirên F-35 ya Tirkiye ji bo demekî hate sekinandin. Serokê Amerika Trump jî ev bûtçe û biryarên di vê derbarê de Kongresê amerika dayî imze kir û ev yek pêjirand.Amerika di vê biryara xwe de , dê hemû tiştên kevin biguherên û ji balefiran heta wesiteyên leşkerî her tiştekî nûjen bikin. Di dîroka Amerikayê de tu cara bûtçeya bergiriya vê welatî wek niha gelek nebûye. Ev cara yekeme ku pereyek hale mezin ji bo bûtçeya bergiryê tê qebûl kirin.

Back to top button