Cîhan

Bab bi temamî hate kontrol kirin

Serok Erkanê Tirkiye Hulusi Akar di daxûyaniyek ya xwe de got: Operasyona Bab bi temamî dawi hat.Li paytextê Qeterê Doha serok Erkanê Tirkiye Hulusi Akar di derbarê operasyona Babê daxuyaniyek da rojnemevana.Akar di daxûyaniya xwe de got: Çavê me ronî be. Operasyona babê dawî hat. Bab ji teroristan hate pakij kirin. Niha pakijiya bombeyên çandî li nava bajêr tê kirin.Eve demek bû bi pişgiriya hêzên çekdarên Tirk , Artêşa Azad bajarê Bab li Suriye dorpêç kirîbû. Nihajî kontrola bajêr kir di destê xwe de.Li ser berdewamiya mayina hêzên çekdarên Tirk li Suriye, dixweyê yek dengîyek di nava desthilatên Tirkiye de tuneye. Cîgirê serok wezîr Numan Kurtuluş dabû xûyakirin ku, piştî Bab bi temamî bê kontrol kirin operasyonên Tirkiye li Suriye dawî dibê.Lê Erdogan di daxûyaniyeki de ragihand ku, piştê Babê berê xwe bidin Raqayê. Tê zanin ku ji bo operasyona kontrolkirina Raqayê hevdîtin di nava Amerika û Tirkiye de berdewamin.

Back to top button