Cîhan

Bangên aştî û diyalogê mora xwe li konferansê dan

Bi piştgiriya Koma Çepgir a Parlamentoya Ewropayê (PE), ji hêla komîsyona hemwelatiyan YE û Tirkiyeyê (EUTCC) li Brukselê Konferansa Kurd duh hate lidarxistin. Beşdarvanan, bo çareserkirina pirsa kurd, bal kişandin ser girîngiya diyalog û aştiyê.

Seroka EUTCCê prof. Karaiane Westeheim, axaftina vekirina konferansê kir û got, ew wek EUTCCê, piştgirî didin endamtiya Tirkiyeyê ya bo YEyê, lê divê rayedarên Tirkiyeyê jî erkên xwe bînin cih. Westeheim got: Pir zêde soz tên dayîn, lê li ber çavan tiştek nîne û divê bi nûnerên meşrû ên kurdan re diyalog bête danîn û ev yek, dê pêşiya Tirkiyeyê jî veke.

Xwediyê xeleta aştî ya Nobelê serpîskoposê Afrîka Başûr Desmond Tutu jî bi vîdeoyê masajek şand konferansê û got: Bi rêbazên demokratîk û aştiyane çareserkirina pirsa kurd, di serî de bo bercewendiyên Tirkiyeyê baş e û ew hewldanên aştî û diyalogê yên konferansê baş dibîne.

Her wiha xelatdara Nobelê, hiqûqnas û parêzvana mafên mirovan a Îranî Şîrîn Ebadî jî, peyamekê şand konferansê û got: Di serî de têkoşîna mafên mirovan a kurdan û têkoşîna hemû neteweyan li Tirkiyeyê palpişt dike.

Parlamentera DEPê û siyasetmedara kurd Leyla Zana jî beşdarî konferansê bû û got: Ew diyaloga ku hikumetê bi Ocalan re daniye baş dibîne û divê pêvajoya bêçalaktî ya PKKê jî baş bête nirxandin. Zana got: “Nêzikatiya ku mafên demokratîk ên kurdan hildide ber çavan girîng e. Paşxistina vê dê bibe sedema kirîzan û rê li ber çalakiyên provokatîf veke. Divê zimanê kurdî di her warê de bête bikaranîn û benda hilbijartinê bête daxistin. Divê bo ku Ocalan bikaribe rola xwe bilîze, astengiyên pêşiya danûsendinên wî bêne rakirin.”

Nivîskar Vedat Turkali jî, bi vîdeoyê mesajek şand konferansê û destnîşan kir ku, ji ber rêyekî dîtir nemaye, kurdan serî li têkoşîna çekdarî dane û PKK, ne rêxistinekê terorîst e. Turkali got: “Benda ji sedî 10, bendekî hovane ye. Destûreke demokratîk bo pirsgirêkên kurdan şert e. Doza KCKê jî neheq e û ji niyeta paqij dûr e û navnîşana diyaloga bi kurdan re jî Ocalan, gerîla û BDP ne.” Turkali got: Ji ber ku kurd ne azad in, tirk jî nabin azad û demokrasî û azadiya tirkan, bi azadiya kurdan re girêdayî ye.”

Hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş jî di konferansê de got: Ev 30 sal in ku şer heye, lê tu alî serneketiye û domand, “Çûkan jî, ji ber ku darên wan hatin şewitandin zirar dîtin. Divê atmosfera piştî biryara bêçalaktî ya baş belav nebe. Lê pirsgirêka bawêrbûnê heye. Divê her du alî jî, ji hev bawer bikin ku, li pişt wan defik nayên danîn.”

Demirtaş got: Hê tu hewl û niyeta hikumetê bo destûreke nû, wekhev û azadîxwaz nîne û divê hikumet zimanê xwe bo kurdan biguhere. Demirtaş got: Bo ku BDP jî bikaribe rola xwe ya dîrokî bilîze, divê bawerî bide civaka kurd û tirk.

(AKnews) 

Back to top button