Dosya

Bersivek ji bo wezîrê derve yê Amerîkayê

Peyvdarê serokatiya başûrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva gotinên wezîrê derve yê Amerîkayê dide û dibêje ku herêma Kurdistanê li hemeber gotinên wezîrê derve yê Amerîkayê ku gotinû Amerîka encamên referndûma Herêma Kurdistanê qebûl nake dildiran e û dibêje ku, gelê Kurdistanê bi berdewamî û dilgermî piştevaniya Amerîkayê kiriye, bi tyabetî di cenga dijî DAÎŞê û rijêma Sedam Hisên de, pêwîst bû Amerîkayê hurmet ji daxwazên gelê Kurdistanê re bigirtaye:- Divya bû Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê pêşiya hemû welatên din qedir û hurmet ji biryara gelê Kurdistanê ya jibona serxwebûnê bigirtaye, gelê Kurdistanê zêdetir ji 92% di referndûmeke azd, şefaf û şaitîxwaz de li roja 25ê îlonê deng ji bo serxwebûn da. Ew referendum li gor yasayên Herêma Kurdistanê ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê ve hat îlan kirin û parlamentoya Kurdistanê jî pesind kir.Umêd Sebah peyvdarê seroaktiya Herêma Kurdistanê dibêje ku, referendum ji gelê Kurdistanê re derfet afirand ku li gor peyman û rêkeftinên navdewletî û Neteweyên Yekgirtî biryarê li ser çarenivîsa xwe bid:- Em hêvîdarin di rojên bên de Amerîka helwesta xwe di berçavan re derbas bike û bi germî pêşwaziyê li daxwazên şeriyên gelê Herêma Kurdistanê bike û weke navbeynkar beşdariyê di danûstanidnên navbera Hewlêr û Bexdayê de bike.

Back to top button