Polîtîk

Bexda alîkariya PKKê dikir û niha jî rê dide Tirkiyê ku li wan bixe

Serfermandarê berê yê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî dibêje, Bexda ji aliyekî ve alîkariya PKKê dike û ji aliyekî din ve rêkeftinê ligel Tirkiyê dike li dijî PKKê, ku ev yek jî tenê ji bo ku ziyanê bighîne xelkê Şingalê.PKK ji sala 2014ê ve û heta niha li Şingalê ye û berdewam pirsgirêkan ji xelkê Şingalê re derdixe. Hikûmeta Iraqê jî alîkariya PKKê dike û heta niha balafirên Tirkiyê 2 carî li Şingalê dane. Xelkê Şingalê gelek caran daxwaz dikin ku PKK ji navçeya wan derkeve.Babekir Zêbarî derbarê lêdana berî çend rojan a balafirên Tirkiyê li Şingalê, ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha Şingal di bin destê Hikûmet û hêzên Iraqê de ye û dema Serokwezîrê Iraqê çû Trikiyê rêkeftin li wir hat kirin li dijî PKKê û sînor bên girtin, lê zehmet e êrîş li ser erdê bê kirin, ji ber ku bê razîbûna Hikûmeta Kurdistanê Tirkiye nikare li ser erdê êrişî Şingalê bike.”Derbarê bandora êrîşa balafirên Tirkiyê li ser Şingalê Zêbarî wiha got: “PKK ji Herêma Kurdistanê re bûye bela. Ji ber ku piştî wê êrîşê ji Şingalê venekişyane û ji tirsa rihê xwe di nava xelkê û gundan de xwe veşartin, ji bo ku eger careke din balafiran li Şingalê dan xelkê sivîl bibin qurbanî. PKK tenê xema xwe dixwe û xema ti kesî din naxwe. Me dît ji ber wan çawa bajarên Bakurê Kurdistanê hatin xerakirin.”Serfermandarê berê yê Iraqê wiha domand: “Hikûmeta Iraqê rast nabêje û bi destê Bexda PKK li wir rahişt çekan û hêzên PKKê bûn ser bi Heşda Şeibî ve û Hikûmeta Iraqê bi xwe mûçe dida çekdarên PKKê. Bexda li dijî Herêma Kurdistanê alîkariya wan dikir. Niha jî Ebadî rêkeftinê ligel Tirkiyê dike ji bo lêdana PKKê.”Babekir Zêbarî wiha got: “Ji ber bombebarana Tirkiyê li ser Şingalê, her ziyanek çêbibe Hikûmeta Iraqê di ber de berpirs e, ji ber ku pêwîst nake balafir li PKK bidin û Şingalê wêrantir bikin, Hikûmeta Iraqê dikare bi hêsanî wan ji Şingalê derxîne. Lê Hikûmeta Iraqê bi xwe dixwaze rewşê aloz bike û jiyana xelkê nexweştir bike.”

Back to top button