Polîtîk

Bexda bê Kurdistanê nikare petrola Kerkûkê bifroşe

Endamekî Komîteya Petrol û Gazê di Encumena Parêzgeha Kerkûkê de dibêje, Hikûmeta Iraqê neçar e ku ji bo firoştina petrola Kerkûkê gotûbêjan ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, ji ber ku tenê rêya Kurdistanê heye ji bo hinardekirina petrolê.Wezîrê Petrola Iraqê ragihandiye ku ew ligel Hikûmeta Kurdistanê gotûbêjan dikin ji bo ku petorla Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê bişînin derve.Derbarê wê yekê de, Endamê Komîteya Petrol û Gazê ya Parêzgeha Kerkûkê Fûad Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Iraq ji bo hinardekirina petorla Kerkûkê gelek rê dane ber xwe lê ti rê ji wan biser neketiye, lewma niha tenê rêya Kurdistanê li pêşiya wê ye ku bi rêya boriya petrola Kurdistanê petrola Kerkûkê bişîne derve, ku ji bo vê yekê jî pêwîst e rêkeftinê ligel Hikûmeta Kurdistanê bikin, em jî piştgiriyê li wê pêngavê dikin.”Fûad Husên wiha got: “Petrola Kerkûkê bi rêya Kurdistanê biçe dê cihê baweriyê be û ti metirsî li ser nabe. Lewma jî pir girîng e ku petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê bê hinardekirin. Hikûmeta Iraqê jî neçar e vê yekê bike û rêkeftinê ligel Kurdistanê bike. Rojane 150 hezar bermîl petrol ji bîrên Kerkûkê derdikevin, lê eger ew bîr bên çêkirin û nûjenkirin, dê rojane 500 hezar bermîlan derxînin.” 

Back to top button