Hevpeyvîn

Bexda deyndarê Kurdistanê ye

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje, eger Bexda bixwaze zelalbûna  firotina petrola Kurdistanê bizanibe, ew dikarin hemû amaran bidin wan jî. Barzanî herwiha destnîşan kir, ku eger Bexda ji bo şandina meaşên fermanberên Kurdistanê cidî be, ew dikarin hêsankariyê bikin.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand îro (08-02-2018), piştî civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîneke rojnamevanî saz kir û da zanîn, ku di cîvîna îro de rapora kompanya Deloitte ya derbarê dahat û xercên petrola Herêma Kurdistanê yên 6 mehan hatiye xwendin û gotûbêjkirin.Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin kir, ku kompanya Deloitte hûrbîniyê li ser proseya derhînan û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dike û got: “Ji bo şefafî û zelaliya di proseya derhînan û firotina petrola Kurdistanê, me biryar da li kompanyayên cîhanî rêkeftinê bikin. Yek ji wan jî kompanyaya Deloitte e, ku kompanyayekî navdewletî û bawerpêkirî ye.”Serokwezîr Barzanî da xuyakirin, ku vê kompanyayê çavdêrî û hûrbîniyeke pir berfireh li ser derhînan û firotina petrola Kurdistanê ya 6 mehên dawîn kiriye û got: “Ji bo nehiştina gumanan û herwiha ji bo şefafbûna dahatên petrolê, ev çavdêrî pir giring e.”Li ser pirsekî Nêçîrvan Barzanî eşkere kir, ku eger Bexda bixwaze amar û hejmarên derbarê derhînan û firotina petrola Kurdistanê de bizane, ew amade ne hemû amaran daynin pêşiya wan.Barzanî hêvî xwest ku di vî warî de hûrbîniyên di raportên kompanyaya Deloitte bibin sedema zelalbûna gumanên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.Nêçîrvan Barzanî bi bîrxist, ku piştî Bexdayê di Sibata 2014ê de bûdceya Kurdistanê biriye hikûmeta Herêma Kurdistanê di Gulana 2014ê de dest bi hinardekirina petrolê kiriye û diyar kir, ku ji sala 2014ê ve hûrbînî li ser derhînan û firotina petrola Kurdistanê tê kirin.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî da zanîn, ku vê gavê dahata petrola Kurdistanê têra meaşên hemû mûçexuran nake. “Bexdayê meaş û deyn neşandine”Li ser pirsên rojnamevanan Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku Bexdayê biryar daye ji bo pêdana meaşên herdu wezaretên tenduristî û perwerde yên Herêma Kurdistanê komîsyonê ava bikin û lîsteya meaşxuran destnîşan bikin lê heta niha jî ti mûçeyek ji Bexdayê negihiştiye Herêma Kurdistanê.Nêçîrvan Barzanî got: “Eger Bexda ji bo şandina meaşên fermanberên Kurdistanê cidî be, ew dikarin hêsankariyê bikin.”Barzanî balkişande ser deynên cotkarên Kurd û dot: “Bexda 700 milyar deyndarê cotkarên Kurdistanê ye lê heta niha ev deyn jî nedaye.”Nêçîrvan Barzanî ji bo lêkolînkirina rewşa navçeya Xurmatoyê pêkanîna komîsyonekê ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve weke “pêngavek” pir giring” binav kir.Derbarê dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî de Barzanî diyar kir, ku heftiya pêş hikûmet, parlamento û komîsyona hilbijartinan dê bi hevre roja hilbijartinan diyar bikin.Serokwezîr herwiha di bersiva pirsekî de got: “Di navbera me û Tirkiyê de peywendî hene û berdewqam dikin. Lê ji bo serdanê ti dem nehatiye diyarkirin.”Roja 5ê Cotmeha sala 2016ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rêkeftinek ligel nûnerê Deloitte imze kir û ji wê demê ve ew kompanya pêdaçûnê bi hûrgiliyên dahata petrola Herêma Kurdistanê de dike.Kompanya Deloitte, kompanyeke amerîkî ye û li gora datayên belavbûyî, mezintirîn kompanya cîhanê ya  hejmartin û hûrgiliyê ye di warên pişkinîn, deranîn, firotin û dahata petrolê de.  

Back to top button