Nûçeyên Kurdistanî

Bexda mecbûr dibe cezayê Amerika li ser Îranê bînê cih

Bexda mecbûr dibe cezayê Amerika li ser Îranê bînê cih

Di derbarê dorpêça Amerika li ser Îranê, Bexda daxûyaniyek da û dibêje : Em mecbûrin cezayên Amerika li ser Îranê cih bînin.

Nûçeya daxûyaniya ofisa serokwezîrê Iraqê di Rûdawê de bi vî awayî hatiye.

Berdevkê Nivîsîngeha Serokwezîrtiya Iraqê Sedî Hedîsî ragihand: “Iraq di çarçoveya sepandina cezayên Amerîkayê bo ser Îranê neçar e di danûstandinên bazirganî yên li gel Îranê de dest ji bikaranîna dolar berde.”

Hedîsî diyar kir, ku di pileya yekemîn de dê ceza bandorê li hewaleyên darayî û danûstandinên bankî bike, ku dolar bikar dihînin.

Sedî Hedîsî da zanîn, ku herdu aliyan jî li ser dûrketina ji dolarê li hev kirine.

Berdevkê Nivîsîngeha Ebadî got: “Di bin cezayên Amerîkayê de zehmete bikarin asta niha ya bazirganiya di navbera Iraq û Îranê de biparêzin. Bi armanca piştgiriya peywedniyên bazirganî yên di navbera herdu welatan de û herwiha kêmkirina bandora cezayan hikûmeta Iraqê kar li ser pêşxistina mekanîzmayekî nû tê kirin.”

Ji aliyê din ve Şêwirmendê Aborî yê Serokwezîrê Iraqê, Muzhîr Salihî jî ragihand: “Îran û Iraq ji aliyê aborî û bazirganî ve tevlî hev bûne. Îran gazê dide Iraqê û %35ê elektrîka Iraqê dabîn dike.”

Muzhîr Salihî da xuyakirin: “Cezayên AmeRîkayê bandorê li ser geştiyariya ayînî ya Iraqê dike ku her sal nêzîkî 3 milyon geştiyarên Îranê serdana navçeyên ayînî yên Iraqê dikin.”

Salihî da zanîn: “Kerta taybet a Iraqê salane zêdetirî 7 milyar dolar kelûpel û alavên xizmetgûzariyê ji Îranê hawirde dike.”

Şêwirmendê Aborî yê Serokwezîrê Iraqê anî ziman ku ji bo Iraq xwe ji encamên nerênî yên cezayên Amerîkayê biparêze, liv û tevger dîplomatîkî heye lê eşkere nekir ka ew liv û tevger çi ye.

Di çarçoveya pêngavên Iraqê de Banka Navendî ya Iraqê roja 6ê Hezîrana îsal nivîsînek belav kiribû û ragihandibû ku cezayên li ser bankeyên Îranê yên li Iraqê kar dikin, tenê kar bi dolar û euro vedigire û pêwîste bankeyên Îranê bankeyên din peyda bikin ku bi pereyên din kar dikin.

Nerîna min :