Polîtîk

Bihaneyan nedin desetê Îran û Tirkiyê

Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî bang li PKK û partiyên Rojhilatî kir behaneyan nedin destê Tirkiye û Îranê da ku êrişî Herêma Kurdistanê bikin.Berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî îro di civîneka rojnamevaniyê de li ser ewlehiya Herêma Kurdistanê axivî û got, ji ber hebûna hêzên PKK û partiyên Rojhilatî em nikarin deverên xwe yên sînorî avedan bikin. Ji ber ku ew der ji aliyê Îran û Tirkiyê ve tên topbarankirin.Sefîn Dizeyî bang li PKK û hêzên Rojhilatî kir, behaneyan nedin desetê Îran û Tirkiyê da ku êrişî Herêma Kurdistanê bike û got, helbet ev nabe behane da ku welatên han destdirêjî li Herêma Kurdistanê bikin çimkî dikarin bi rêya diyalogê arîşeyên xwe çareser bikin ne bi şer û tundiyê.Dizeyî li ser rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê got, me daxwaz ji Amerîka kiriye ewlehiya wan deveran bê parastin û bo wê jî me pêşniyar kiriye Herêma Kurdistanê, Bexda û Amerîka pêkve kar bikin.

Back to top button