Polîtîk

Biryara YNKê ketiye di destê PKKê de

Mewlût Çavuşoglu di bernameyek ya televizyonê de bahsa siyaseta Tirkiye ya derve kir û di derbarê Kurdistana Başûr de gotinek balkêş got. Ev gotin ku ji aliyê wezîrê derve yê Tirkiyeve bê gotin girîngtir dibe.Çavuşoglu dibêje ku, piştî referandumê, bi daxwaza hinek welatan YNK û Tevgera Goran li dijî Barzanî li gel PKKê li hevhatin.Herweha di derbarê pêwendiyên YNKê û PKKê de Çavuşoglu got: Berpirsek yê YNKê ji min re got ku, PKK di nava YNKê de bûye xwedî desthilat. Niha jî di nava YNKê de ferman tiştan didin.Çavuşoglu dibêje ku, vî berpirsê YNKê gelek caran doza hevdîtina wî kirîbû. Çavuşoglu dibêje: di demên dawî de min li Stanbulê li gel vî berpirsê YNKê hevditinek kir. Wî berpirsê YNKê got ku, biryara YNKê ketiye destê PKKê de.Heta niha di vê derbarê de YNKê tu daxûyanî nedane. Herweha ev berpirsê YNKê kiye û YNK ji bo çi di vê derbarê de bê denge. Ya rast ewe ku YNK nave vî berpirsî eşkere bike û bersiva Çavuşoglu bide. Ev yek neyê kirin tiştên ku Çavuşoglu dibêje raste.Wek din pêwendiyên PKKê û YNKê têne zanin , lê heta niha ku PKKê di nava YNKê xwedî biryare nedihata zanîn.

Back to top button