Hevpeyvîn

Çavuşoglu: Grûpek nav YNKê piştgiriya PKKê dike

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê di preskonferenseke xwe de ragehand ku hin grûpên nava Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piştgiriya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dikin.Mevlut Çavuşoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê di pireskonferensa xwe ya li bajarî Antalyayê di bersiva pirsekê de li dor têkeliyên YNK bi PKKê re diyar kir ku hin grûpên nav YNKê piştgirya PKKê dikin û got: Bi saya piştgiriya wan li Silêmaniyê PKK daketiya nava bajêr jî.Wezîrê derve yê Tikiyeyê eşkere dike ku ew li Stenbolê digel berpirsekî YNKê civiyaye û bi vî awayî behsa civînê dike û dibêje: Wezîrê YNKê ji min re got: grûpeke biçûk ji partiya me ku, em jî li dijî wan in, piştgiriya PKKê dikin. Me (YNK) baca vê piştgiriya wan da. PKK telîmata dide rêbeviriya partiya me û niha jî gefan li me dike.

Back to top button