Cîhan

Çekdarên Iraqî Îranê ve girêdayîne

Amerika li Iraqê tengasiya siyaseta xwe ya çewt dibîne. Taybetî bi mebesta şerê li dijê DAÎŞê Amerika hêzên Iraqî û Milisên Şîe yanî Heşda Şeibî bi çek kirin û gelek çekên giran û modern dan destê van hêzan ku ew di bingehê xwe de di bin bandora Îranê de bûn.Heta dema piştî referandumê van hêzan bi çekên Amerikê û pişgiriya Îranê şerê Kurdistanê kirin.Amerika îro tengasiya wê siyaseta xwe dijî.Niha jî dema Amerika dixwaze bandora Îranê li Iraqê kêm bike, hêzên ku Amerika bi çek kirin li dijê siyaseta Amerika derdikevin û heta dixwazin Amerika ji Iraqê derkeve.Hinek senator û berpirsên Komariyên Amerikaî ragihandin ku lazime Amerîka di çarçoveya şerê dijî terorê de cezayên gelek tund bi ser çekdarên Îraqî feriz bike.Senator û berpirsên komariyên Amerîkî behsa vê yekê dikin ku ev çekdarên Îraqî yên ku ji derveya artêşa Îraqê ne, basikê spaha pasdaran ya Îranê ne û armanca wan jî xizmet kirina Îranê ye û Îran jî dixwaze rewşa deverê aloztir bike, lewre lazime Amerîka weke terorîst li hember wan çekdaran tev bigere û cezayên gelek tund biser wan de bisepîne.

Back to top button