Nivîsar

Çeteyên şîe, siyaseta çewt û yekitiya kurda

 Heşda Şeibî rêxistienk bi temamî wek DAÎŞê ye . Tu ferq di navbera herdu rêxistinên terorist de tuneye. DAÎŞ suneye Heşda Şeibî şîeye.Heşda Şeibî bi temamî ji aliyê Îranê ve tê rêvebirin û fermandariya bingehin di destê pasdarên Îranê de ye.Dema şerê li dijê DAÎŞê Amerika û hêzên hevpeymaniya arikariyek mezin da vê rêxistina terorist ya milîsên Şîe û parlementoya Iraqê jî bi biryarek ew wek hêzek yasayî da nîşandan.Hêzek li gora Bexdayê yasayî, di bandora Îranê de, çekên Amerikî şer dike û terorist gelo çewe tê nirxandin? Tişta DAÎŞê li Kurdistanê kirî, Heşda Şeibî jî dike. Belkî ferqa ku heyî, hinek aliyên kurd yên bi xiyanetê hatin navkirin hevkarîyê li gel Heşda Şeibî dike.Dihat zanin ku piştî şerê DAÎŞê dê ev hêza çeteyên şîe dê berê xwe bide Kurdistanê û şerê Kurda bike. Ev yek gelek cara hatiye gotin û nivîsandin.Heşda Şebî bi çekên Amerika yên herî modern hatibû çekkirin. Di serî de Britanya û Amerika hewldan bi destê vê hêza di bandora Îranê de ya terorist li dijê kurda bi karbînin û bi awayekî “pozê kurda biferikînin“ heta xiyaneta Pevel Talabanî û grubek di nava YNKê de ne li derê agahdariyên Britanya û Amerikayê bû. Yanî bi awayek din di serî de Ingiltere û hêzên Amerika li herêmê bûn şirîkî Îranê û rê li ber daxwaziyê Kurdan girtin.Lê piştî dagirkirina Kerkûkê, hat xûyakirin ku, kurd ne ewin ku serê xwe bitewînin. Li himber xiyaneta beşek ji nav YNKê, kurda karî xwe biparêzin û nehêlin Iraq û milîsên şîe bighin armanca xwe.Lê îro Amerika poşman dixweyê. Gelo hêdî heta çi radeyê baweriya Kurda li Amerika û Ingilterê werê? ev dibe pirsek girîng ku bersiva wê niha ne zelale.Belkî bê pirsîn ji bilî van dewlet çi bedîlji bo kurda heye? Lê dema mirov li gora berjewendiyên netewî tevbigere bedîl jî peyda dibin û desthilatdariya kurd ev yek jîwek qertekî leyizt.Niha jî Amerika hêzbûna Heşda Şeibî wek zêdebûna bandora Îranê li herêmê dinirxîne. Siyaseta Amerika ya çewt li Iraqê û Kurdistanê rê daye  Îranê ku li herêmê cih bibe. Lê wek gelek cara kurd jî ne kurdên berêne. Hêdi dizanin di qada navdewleti de baweriyê li çi bînin û li kî binin.Bi vê helwesta Amerika berjewendiyên wan zerer dît.Ji aliyek din ve kurda rêya berjewendiyên xwe di pêwendiyan de dîtine.Li himber hemû astenga pêkanina referanduma Kurdistanê bû gavek dîrokî û pêşiya dewletbûna Kurdistanê vekiriye. Hat xûyakirin ku dema kurd doza mafê xwe yê dewletbûnê dikin dijmin di navxwe û derwe de çikas hov dibe.Divê bête qebûl kirin xetek zelal di navbera aliyên serxwebûn xwaz û yên li dijê dewletbûna Kurdistanê hatiye danîn. Hêdî ev herdu alî nikarin ji bo pêşeroja Kurdistanek serbixwe planên hevbeş çêbikin û bi yek dengî kar bikin. Mimkine di rewşa Kurdistana Başûr de, demikî hinek gavên hevbeş bêne avêtin ,lê tu yekitiyek stratejik ne mimkine. Divê kurd vê rastiya xwe bibînin.Hinek aliyên wek PKKê bi hemû awayî şerê serxwebûna Kurdistanê kirin û heta vê gavê di medya xwe de şerê Barzani dikin. Lê hinek ji wan jî bi şermî behsa “Kongreyek Netewî“ dikin.Tu kongre û awayêk yê yekitiya di nava kurdan de, ne li ser bingehê pêkanina ragihandina dewleta kurdî be xelete, ne raste tenê xizmeta dijminên serxwebûnê dike.Her cureyê yekitiyek di nava aliyên siyasî û civakî di nava kurdan de, divê pîvanek xwe hebê. Pîvan kifşe, divê yekitî ji bo berjewendiyên netewî û di bin Alaya Kurdistanê de pêkwerin û bikevin jiyanê de.Tu ji aliyekî ve herî li gel Heşda Şeibî hevkariyê bikî, ji aliyek din behsa yekitiya nava kurdan de bikî, nabê.Gelek kesên meyldarên PKKê, gotinên xwede pişgiriya referanduma serxwebûnê kirin. Hinekan jî vekirî pişgirî dan vê yekê. Bê guman ev helwesta wan cihê dilxweşiyê ye.Lê Qendil li dijê prosesa serxwebûnê bû.Niha dema yekitiyek li ser bingehê daxwazên netewîne. Bila rojev cardin bi navê yekitiyan bi hinek armancên din neyê şêlo kirin.04.11.2017Dara Bilek       

Back to top button