Polîtîk

Dadgeha Federalî encamê hilbijartina pesind dike

Dadgeha Federlî ya Îraqê di daxuyaniyekê de, îro roja yekşemê 19.08.2018ê, encamên hilbijartina parlamentoya Îraqê  pesind kirin û tê çaverêkirin piştî cejina Qurbanê bi awayekî gerim danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê dest pê bikin.Roja 12.05.2018ê li sertaserî Îraqê hilbijartina parlamentoya Îraqê hat kirin û piştî encamp ji aliyê Komsyona balaya serbixwe ya hilbijartinan ya Îraqê ve hatin ragehandin, aliyên beşdar di hilbijartina de hev du bi saxtekariyê gunehbar kirin û ji aliyê hindek aliyan ve  ew encamp hatin red kirinLi Başûrê Kurdistanê çar  rêxistinan ku li başûr bi Çaraliyên Nerazî tên naskirin (Tevgera Goran, Yekgirtuya Îslamî, Komeleya Îslamî û Hevpeyamnaiya ji bo Demokrasî û Dadperweriyê) di daxuyanئyeke hebveş de Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê bi saxtekariyê tawanbar kir û daxwaz kirin deng bi dest bên hijmartin25% ji dengan bi dest hatin hijmartin lê tu guhertin di hijmara kursiyan de çê nebûn.Piştî xiyaneta 16ê oktobera sala borî ku grûpeke nava YNKê  li gor lihevhatineke veşartî bi Pasdarên Îranê û Heşda Şabî re Kerkûk û deverên din bê şer teslîmî Pasdaran û Heşar Şabî kir, dihat çaverêkirin dengên YNKê lê kêmiyê bidin û kursiyên wê kêm bin, lê dema encam hatin ragehandin Çaraliyên Nerazî şok bûn. Helbet desthelata serke ya her Çaraliyên Nerazî li wîlayeta Silêmnaiyê û Helebceyê ye û li wan deveran YNKê dengên herî zêde anîn.Wan çar aliyên nerazî di daxuyaniyên xwe de didin eşker ekirin û zêdebûna hijmara kursyên YNKê bi hevkarîya Îran û Heda Şabî bûye û vê ykê jî weke bexşîşê 16ê oktoberê ji bo YNKê wesif dikin.hijmara kursiyên roxiztiên Başûrê KurdistanêPDK: 25YNK: 18Tevgera Goran: 5Nifşê Nû: 4Hevpeyamnaiya ji bo Demokrasî û Dadperweriyê: 2Komela Îslamî: 2Yekgrtiya Îslamî: 2  

Back to top button