Nivîsar

Di Derbarê Partiya Demokrat a Kurdistanê de  ANALÎZEK…

  Îbrahîm GUÇLU([email protected])Di Tebaxa 2018an de li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê salvegera damezrandina 72 saliya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) hat pîroz kirin.Di hemandem de bi mîlyonan kurdan li ser medya ya civakî ji bona salvegera damezrandina PDKê  peyamên pîrozbayiyê  belav kirin.PDK’Ê Û SEROK MESÛD BARZANÎ…Di civînên pîrozkirina damezrandina PDKê de û di peyamên medya ya civakî de di derheqê dîrok, çîrokên damezrandina û serkeftiyên PDKê de xalên gelek balkêş û fikrên hêja hatin ser zimên.Di van civînan de axevtina Serok Mesûd Barzanî  ji hemû axevtinan balkêştir û naverokdagirtîtir bû.Lewra roja ku PDKê hat damezrandin, Serok Mesûd Barzanî jî hat dinyayê. Ew, bi xebat û têkoşîna PDKê re mezin bû. Di çanda siyasî û civakî ya PDKê de têgihîşt. Di PDKê de bû endam. Ji komîteyên gundan berbi jor berpirsiyariya xwe pêş xist, bû berpirsiyarê partiyê bilind.Serok Mesûd  Barzanî , di 16 saliya xwe de de bû pêşmergeyekî gelek çalak û zîrek.  Di van deman de li hemberî dîktatorî û rejîma Baasê ket nav gelek şerên dijwar. di wan şeran de gelek serkeftî bû.Loma jî ji aliyê berpirsiyarên partiyê û serokpêşmergeyan ve gelek teqdîr qezenç kir.Serok Mesûd Barzanî, ji bona ku kurê Serok Mele Mistefa Barzanî bû ne, bi xebata xwe ya çalak û baş û milî, bû endamê Navenda PDKê.Di merheleyeke gelek girîng de jî, piştî Şerê 1975an ku di wî şerî de Serokatiya Otonomiya Kurdistanê encama xiyaneteke mezin ya navneteweyî darbe xwar û Kurdistan jinûve ji aliyê dewleta koloınyalîst de hat dagirkirin, bû serokê partiyê.Di şertên gelek zehmet de serokbûna xwe meşand. Piştî têkoşîneke gelek dijwar û dirêj, serokbûna partiya xwe PDKê parast û di hemandem de Li Dewleta Federe Kurdistanê, bi hilbijartina gel bû Serokê Kurdistanê.Serok Mesûd Barzanî, Li dinyayê jî bû serokekî qedirbilind. Bi hemû serokdewlet û serokwezîrên dinyayê re rûnişt, ji bona serxwebûna Kurdistanê dîplomasiyeke xurt meşand. Di van danûstandin û xebata xwe ya dîplomasiyê de bi rihê pêşmergetî meşiya. Û wek yek kesekî ji gel tevgeriya.Mirov dikare bibêje, ku jiyana Serok Mesûd Barzanî, jiyana PDKê  ye. Jiyana PDKÊ,  jiyana Serok Serok Mesûd Barzanî ye.Dema serkeftin û zehmetiyê PDKê bê qal kirin, tê wê wateyê ku mirov ji serkeftin û zehmetiyên Serok Barzanî qal dike.PDK: LI KURDISTANÊ PARTIYA YEKEMÎN E KU HATIYE AVA KIRIN…Wek tê zanîn ku têkoşîna milî ya neteweya kurd  beriya ku PDKê ava bibin domandiye. Temena PDKê 72 sal e, temena têkoşîna milî ya neteweya kurd dused sal e.Loma jî beriya PDKê li Kurdistanê rêxistin hebûn û têkoşîna milî bi destên wan rêxistinan dihat domandin. Lê ew rêxistinan partî nebûn.  Bes Komîteya Îstîklalê (Rêxistina Azadî) bi  gelek formên xwe dişibiya partiyê.PDKê, bi her awayî û bi hemû formên xwe wek partiyekê hat damezrandin. PDKê xwediyê serokê diyar û hilbijartî, xwediyê bernameyê û rêznameyê (destûrê) ye.PDKê, piştî Şerê Dinyayê yê 2emîn hatin ava kirin.PDKê pêşî li Rojhelata Kurdistanê di bin serokatiya Pêşawa Qazî Mihemed di 16ê Tebaxa 1945an de, hat ava kirin.Li Başûrê Kurdistanê Piştî salekê  di 16ê Tebaxa 1946an de di bin serokatiya Serokê Milî Mele Mistefa Barzanî de ava bû.PDKê, piştî Başûrê Kurdistanê li RojavayÊ Kurdistanê ava bû. Li Rojavayê Kurdistanê di bin serokatiya Nûreddîn Zaza de di sala 1957an de ava bû.PDKê, derengtir Li Bakûrê Kurdistanê ava bû. PDKê li Bakûrê Kurdistanê piştî serhildanên milî, 27 salan, di sala 1965an de di bin serokatiya Seîd Elçî-Faîq Bûcak de hat ava kirin.LI KURDISTANÊ DAMEZRANDINA PDK Ê: ŞOREŞEKE MILÎ YE…Neteweya kurd 200 salî him li hemberî du împeratoriyan û him jî li hemberî çar dewletên milî yên kolonyalîst û nîjadperesrt têkoşîna xwe ya milî dimeşîne.Piştî Şerê 1emîn yê Cîhanê bi dehan neteweyan dewletên xwe yên milî ava kirin; hezar mixabin neteweya kurd nikarî dewleta xweya milî ava bike. Heta statuya neteweya kurd ji berê jî xirabtir bû.Lewra Kurdistan berê du parçe bû. Encama Peymana Lozanê Kurdistan bû çar parçe. Neteweya kurd jî parçe bû.Neteweya kurd mecbûr  bû, ku li çar parçeyên Kurdistanê, her parçeyek bi serê xwe, lê bi piştgiriya parçeyên din şerê serxwebûna xwe bimeşîne. Neteweya kurd di wan şer û serhildanan de şikest xwarin.Li Bakûrê Kurdistanê, tevger bi tevayî hat temirandin.Li Rojhelata Kurdistanê û li BaşûrÊ Kurdistanê şoreşa milî domand. Ev şoreşan di bin serokatiyeke civakî de, serokeşîr, mîr, şêx, axayan de dihatin meşandin.Loma jî piştî Şerê Cîhanî yê 2emîn dema ku dîsa li dinyayê gelek netewewan dewletên xwe yên milî ava kirin, neteweya kurd li Rojhelata Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê ev derfeta bi kar anî.Lomajî di destpêkê de PDKê ava bûn.Avabûna PDKÊ, qerekreteke serokatî ya nû û rihekî milî yê nû û awayekî têkoşîneke nû û formeke nû ya rêxistinî qewimand û helwesteke hevdem afirand.Loma ez dibêjim,  ku avabûna PDK ê li Kurdistanê şoreşeke milî û civakî û rêxistinî û hevdem e.PDK’Ê GOR SÎSTEM Û ÇANDA DEMOKRATÎK YA HEVDEM AVA BÛ…PDK, piştî şerê Cihanî yê 2emîn ava bûn. Di vê merheleyê de hêjayiyên demokrasiyê derketin pêş û desthilatdariyên demokratîk  ava bûn.Loma jî di  navên PDKê de demokratîkbûnê cî girt.Diyar bû ku PDKÊ dê gorî dinyaya azad û demokrat tevbigerin. Lê dinyaya sosyalîst jî ji bona xwe dost bibînin.Di jiyana wan de jî her dem wûsa bû.Her çiqas dewletên Emerîka û Ewrupayê û Yekîtiya Sovyetê di rûxandina Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê de xiyanetî kirin; Ew dîsa jî  dijmin nehatin îlan kirin.Emerîkayê û Yekîtiya Sovyetê, di sala 1975an de jî, ji kurdan re xiyanetî kirin; bûn sedem ku Otonomiya Kurdistanê bê rûxandin; dîsa jî ew dijmin nehatin îlan kirin. Bi wan re pêwendî  hatin meşandin.PDK, NETEWEYA KURD BI AWAYÊ DEWLETÊ, OTONOMİYÊ, FEDERALÎ KIR DESTHİLATDAR Û SERWER…PDKê, bûn partiyên têkoşer. Bi taybetî jî li Başurê Kurdistanê û Rojhelata Kurdistanê bûn partiyên têkoşer û gor armancên milî tevgeriyan. Ji bona ku neteweya kurd jî bikin desthilatdar û serwer xebat kirin.PDK a Îranê, di sala 1945an de Dewleta Kurdistanê ya Mehebadê ava kir. Hezar mixabin temana Dewleta Kurdistanê dirêj nebû.PDK a Îranê, di sala 1979an de piştî ku Rejîma Şash hat rûxandin, li Rojhelata Kurdistanê bi Komaleya ve desthilatdarî û serweriya neteweya kurd kirin pergel.Hemansalê de dest bi Şoreşa Milî ya çekdar kir. Hîn jî ew şera didomîne.PDK a Iraqê ji hemû partiyên demokrat serkeftîtir e.PDKê piştî Şoreşa Milî ya Îlonê di sala 1970yî de zora rejîma Baasê bir. Otonomiya Kurdistanê ava kir. Neteweya Kurd kir desthilatdar û serwer.Piştî şerê 1975an jî Şoreşa Milî ya Gulanê domand. Di encama Şoreşa Milî  ya Gulanê de jî dewleta federe li Kurdistanê bi YNKê ve ava kirin. Li Iraqê jî ji bona  dewleta federal ava bibe, bû aktoreke esasî.PDKê, di Îlona 2017an de di referandûma serxwebûna Kurdistanê de serkeftî bû. Kurdan û Kurdistaniyan ji sedî 93 dengan biryar dan ku dewleta Kurdistanê ava bibe.PDKÊ û Serokêe wê Mesûd Barzanî, di dewletê de konsepteke nû pejirand. Got ku “dewlet dê bibe dewleta Kurdistanê û hemû Kurdistanişyan. Dewleta Kurdistanê jî dê bibe federal.PDK Ê PARTIYA ÎDEOLOJIYÊ NÎNE. PARTİYEKE DEMOKRAT E.PDKê,  PARTIYA GEL E:. Hemû beşên civatê di PDKê de beşdar in.PDKÊ DI HİLBIJARTINA GİŞTÎ YA IRAQÊ DE YEKEM BÛ…PDKê, di hilbijartina giştî ya Iraqê de (Hilbijartina GulanÊ) him li Iraqê û him jî li Kurdistanê bû partiya yekemîn. Zora Emerîkayê, Goran, Ebadî bir. Amed, 07. 09. 2018   

Back to top button