Nivîsar

Divê li Başûrê Kurdistanê bi lêz hilbijartin çêbibe

DIVÊ LI BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ BI LEZ HILBIJARTINA GIŞTÎ ÇÊ BIBE…İbrahîm GUÇLU([email protected])Demeke dirêj e ku li Başûrê Kurdistanê pirsgirêke hikûmetê heye. Meclîsa Kurdistanê  mîsyona xwe baş nikare bi kar bîne. Bes di dema referandûma serxwebûna Kurdistanê roleke  gelek hêja pêk anî. Meclîsê, biryara Serokê Kurdistanê û  partiyên siyasî ya di derbarê referandûmê de, erê kir.Loma jî di van rojên dawî de  pirsa hilbijartina giştî tê niqaşe kirin. Serok Barzanî û PDKê loma jî di van rojên dawî de  pirsa hilbijartina giştî anî rojevê. Serok Barzanî û PDK û gelek berpirsiyarên Kurdistanê jî hilbijartina giştî pêwîst dibînin. Dibêjin ku “pirsa qrîza siyasî û hikûmetê” bi hilbijartina giştî çareser dibe.Ez jî dixwazim bi kuranî li ser vê mijarê rawestim. Ll KURDİSTAN PÊVAJOYA DEMOKRASIYA PLURAL Û HILBIJARTINÊN GIŞTÎ…Başûrê Kurdistanê ji bona ku rejîma Baasî û Seddamî bê guhertin û hilweşandin; têkoşîneke bê hempa meşandin.Mirov dikare bibêje ku her çiqas di sala 2003an de Rejîma Baasê û Dîktatoriya Seddam, encama destwerdana Emerîkayê û hevalbendên wê pêk hatibe jî; di nav Iraqê de aktora esasî ya rejîm rûxandiyê Kuırdistanî û partiyên Kurdistanê PDK û YNKê ne.Erebên Şiî yên di vê merheleyê de li dijî dewletbûna Kurdistanê derdikevin, dixwazin ku bajarên Kurdistanê û bi taybetî jî Kerkukê bikin ereb, nûha desthilatdar in, li hemberı rejîma têkoşîneke wan ya bê qeyid kirin tune ye.Piştî Şerê 1emîn yê Kendavê (Korfezê), beşekî Kurdistanê bû heremeke azad. Ji aliyê hêzên hevpeyman ve hat parastin. Li Kurdistanê jî guhertinên bingehî çêbûn.Guhertina radîqal ya girîng ew bû ku li Başûrê Kurdistanê di salên 90î de pêvajoya demokrasiya plûral dest pê kir. Ji aliyê PDK û YNKê ve biryar hat girtin ku Iraq bibe dewleteke federal. Meclîsa Kurdistanê ava bibe. Hilbijartina giştî bê lidarxistin. Serokê Kurdistanê bi hilbijartinê diyar bibe.Ev biryaran gelek girîng bûn û ji bona Iraq a dîktator jî biyanî bûn. Ew bi serê xwe şoreşeke demokratîk û civakî bû. Vê pêvajoyê ji bona Iraqê derfet çê kir ku li Iraqê di sala 2005an de pêvajoya demokratîk dest pê bike û dewlet bibe dewleteke federal.Li Kurdistanê dema ku pêvajoya demokratîk ya plural dest pê kir, hilbijartina giştî pêk hat. Du partiyên Kurdistanê (PDK û YNKê) encama hilbijartinê parlamenter şandin Meclîsê. Lê kêm neteweyan û grûbên ne partî (çi çep û çi rast) jî beparlamenterên xwe şanndin parlamentoyê. Meclîsa Kurdistanê bi her awayî sîstematîk bû.Ji bona ku hikûmet ava bibe xebatê dest pê kir.Di hemanwext de ji bona serokiya Kurdistanê jî hilbijartin çêbû. Serokê herdu partiyan, Serokê PDKê Mesûd Barzanî û Serokê  YNKê Celal Talabanî bûn berendam.Herdu berendaman ji bona serokiyê deng wek hev girtin. Lê carek din ji bona serokiyê hilbijartin çênebû. Kurdistan ji aliyê Mevclî û Hikûmetê de hat desthilatdar kirin.Bes pişt re bi dengên Meclîsê Serok Mesûd Barzanî hemandem de bû serokê Kurdistanê. LI KURDISTANÊ XELATIYA METODA HIKÛMETÊ …Dema ku avakirina hikûmetê dest pê kir, ji bona hikûmetavakirinê du fikrên esasî û cûda hebûn.Fikra yekemîn ew bû: Divê hikûmet gor pîvan û edet û qanûnên demokrasiyê ava bibe. Partiya ku zêde deng girtî (ku PDKê deng zêde girtibû) bibe hikûmet, partiya kêm denggirtî jî (ku YNKê bû) bibe mixalefet. Ev sîstema welat pêş dixe. Hikûmet gelek bi hêsanî tê kontrol kirin. Rexneyên ku mixalefet bike, di xebata hikûmetê de serrastî çê dike.Ev riya demokratîk bû.Fikra duyemîn: Bila hikûmeteke milî ya koalîsyonê ava bine. PDK û YNk bi hev re hikûmetekê ava bikin. Ji vê hikûmetê re jî hat gotin ku “Hikûmeta Nîvî Nivî”.Loma jî herdu partiyên siyasî (PDK û YNKê) bi hev re hikûmet ava kirin Hezar mixabin, ji bona ku mixalefet tune bû, hikûmet di karên xwe de pêş neket. Partiyên siyası pêşiya karkirinê girtin.Di hikûmetê de serokwezirtî bi dorê pêk dihat. Dema ku dora serokweziriyê ya YNKê bû (di dora duyemîn de), di meclîsê de darbeke leşkerı çê bû. Du hikûmet ava bûn.Baş bû ku ji derveyî Îranê, dinyayê ev dubeşiya hikûmetê zedê cidî negirtin û karên navneteweyî bi riya hikûmeta Hewlerê hatin meşandin.Pişt re jî ev çanda hikûmeta hevbeş ya hemû partiyan nehat guhertin.Piştî hilbijartina dawî, piştî danûstandinên û pêywendiyên dûrdirêj, ji hemû partiyêm Kurdistanê hikûmet ava bû. Serokwezîr ji PDKê bû: Neçîrvan Barzanî bû serokwezîrê Kurdistanê. Goranê jî serokatiya meclîsê wergirt. Wezîr jî di nav partiyan de belav bûn.Hezar mixabin demek dirêj derbas nebû, Goranê li hemberî Hikûmetê bi awayekî nedemokratîk mixalefet kir û serhildanên ku şidet bi kar anîn li dar xist. Piştî ev helwesta xwe dev ji meclîsê berda.Meclîs heta beriya Referandûma Serxwebûna Kurdişstanê bê fonksiyon bû.Goran dema ku di hikûmetê de teref jî bû, gorî berpirsiyariya hikûmetê tev nedigeriya.Loma jî ji bona hikûmeteke û meclîske xûrt, çareserkirina pirsên bingehî, hilbijartina giştî pêwîst e.Serok Mesûd Barzanî û gelek berpirsiyarên Kurdistanê jî ev nerînên xwe bi raya giştî re parve kirin.PDKê bi daxuyaniyekê ev yêka diyar kir. Got ku: “Hilbijartin baştirîn çareserî ye.” JI BONA HİKÛMET Û MECLÎSEKE XÛRT HILBIJARTINEKE BI LEZ PÊWÎST E…* Nûha li Kurdistanê bûxrana hikûmetê heye. Bes bi hilbijartina giştî, bi Meclîs û hikûmeteke xûrt ev bûxzrana ji holê radibe. * Li Kurdistanê desthilatdariyeke xûrt pêwîst e. Lewra tê zanîn ku encama referandûmê stratejî li Kurdistanê hat guhertin. Kurdistaniyan biryar dan ku dewlet ava bibe. Kurdistan di vê pêvajoyê de ye. Ji bona ku ev pêvajoya bi tenduristî bimeşe û bigihîje dawî, desthilatdariyek xûrt pêwîst e. Ew jî bi hîkûmeteke xûrt çê dibe. Loma hilbijartina giştî pêwîst e. * Li Kurdistanê pêvajoya demokrasiyê di salên 90î de dest pê kir. Ji bona kû ev pêvajoya pêş bikeve û demokrasî bibe awayekî jiyanê. Hikûmeteke xûrt û demokrat pêwîst e.. Ew jî encama hilbijartinê dikare bê li dar xistin. * Di vê merheleyê de Iraq bûye mustemlekeya Îranê. Ji derveyî Îranê jî gelek dewlet li Iraqê destwerdanê dikin. Hemanxeterî li Kurdistanê heye. Encama van destwerdanê îşgalbûna Kerkukê gelek hêsan bû. Ji bona  pêşiya destwerdana dewletan li Kurdistanê bê girtin jî, hikûmeteke, desthiladariyeke, meclîske xûrt gerek e. Ew jî bi hilbijartina giştî pêk tê. * Kurdistan encama referandûma serxwebûna Kurdistanê hat merheleya dewlet avakirinê. Hezar mixabin dewletên kolonyalîst bi alilkariya Grûba Xiyanetê ya di nav YNKê de pêşiya dewlet avakirinê girt; Kerkuk û  gelek bajarên Kurdistanê hatin îşgal kirin. Divê ku ev Grûba Xiyanetê ciza bibe û li Kurdistanê tasfiye bibe, Pêşiya wan bê girtin ku di YNKê de nebin desthilatdar. Ev jî bi hîkûmeteke û meclîseke xûrt pêk tê. Ji bona vê jî hilbijartina giştî pêwîst e.*Piştî îşgala Kerkukê bi Hikûmeta Mezhebî ya Otorîter ya Iraqê re danûstandin gelek girîng in. Di hemandem de Makezagona Federal di xeteriyê de ye. Fivê ku Makezagona Federal bikeve jiyanê. Bi taybetî jî pêşiya binpêkirina Makezagona Federal bê girtin. Xala 140emin ya di derbarê Kerkukê de referandûmê daxwaz dike, pêk bê. Ji bona vê jî desthilatdariyeke, hikûmeteke, meclîseke xûrt pêwîst e. Ev jî encama hilbijartina giştî dikare pêk bê.*Kurdistan hatiye îşgal kirin. Divê dawî li vê dagirkeriyê bê. Bajarên Kurdistanê ji destê dijmin derkevin. Loma jî hîkûmeteke, desthilatdariyeke, meclîseke xûrt pêwîst e. Ew jî bi hilbijartina giştî ava dibe.* Piştî dagirkirina Kerkukê li Kurdistanê xebeteke qirêj û nîjadperest ya erebcıtî û erebkirinê dest bê kir. Bajarên kurdan ji kurdan tên vala kirin, ereb tînin li ciyê wan, cîwar dikin. Ev YêKA Jî, ji bona çand, ziman, erdnîgariya Kurdistanê gelek xeter e. Divê pêşiya erebcitî û erebkirinê bê girtin. Ev jî bi desthilatdariyeke, hikûmeteke, meclîseke xûrt çê dibe. Loma jî hilbjartina giştî pêwîst e.Amed, 12. 01. 2018  

Back to top button