Dosya

Dosyeya hilbijartinên 24ê hizîranê

Malpera me, Rojevakurd, li ser hilbijartinên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku biryare di 24ê hizîranê de bên encam dan, dosyeyek vekiriye û çend pirsiyar ji hijmareke rewşenbîr, kesatî û siyasetvanên kurd re hinartine û ew bersivên digehên redaksyona malperê  rojane  heta roja hilbijartinan dê bên weşandin.Xwendevanên me jî dikarin hizir û dîtinên xwe li ser pirsên me ji Rojevakurd re bişînin.Her kes berpirse ji naveroka bersiv û nivîsên xwe û malpera Rojevakurd ji naveroka bersiv û nivîsa neberpirs e.Xwendevanên me dikarin hemû hevpeyvîn û nivîsên taybet bi hilbijartinên 24 hezîranê li Tirkiye û Bakurê Kurdistabê di bin kategoriya Dosiye de bixûnin.Ev li jêr pirsên Rojevakurd in:Bi dîtina we gelo:1- Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biçin ser dindoqan û deng bidin? Eger belê, çima deng bidin û deng bi kîjan alî, partî yan kesî bidin? Eger nexêr Çima deng ne din? 2- Gelo piştî hilbijartina dê guhrtin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çê bibin û dê çi bandor li ser pirsa kurd bike?3- Piştî hilbijartina, encam çi be bila bibe, dê pêvejoyek ya ji bo hewldana çareseriya pirsa kurd bikeve rojeva dewlet û hikûmetê?

Back to top button