Cîhan

Ebadî: Em li himber Amerika li gel wene

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadi û serokê Tirkiye Tayib Erdogan civiyan. Piştî civînê konferansek çapemeniyê hate li darxistin.Di konferansa Çapemeniyê de Erdogan got: Em amadene ku pêwendiyên xwe du alî berfirehtir bikin.  Erdogan da xûyakirin ku helwesta Iraqê li himber referandumê gelek baş bû. Erdogan got ku, niha wan gelek agahdarî di derbarê rewşa Iraqê de wergirtin.Berdewamiya Axavtina xwe de Erdogan got: Emê cardin konsulusxaneyên xwe yên Basra û Musilê vekin. Di nezera me de tu ferqa DAÎŞ û PKKê tuneye. Ji bo tekoşîna li dijê terorê emê hevkariyê li gel Iraqê bikin. Ji bo rewşa PKKê me li gel Iraqê kiset kir. Me hêviyên xwe ji wan re gotin. Qedera Tirkiye û Iraqê yek e. Ewlehî û istikrara Iraqê, ewlehiya Tirkiye jî.Serokwezîrê Iraqê jî gotara xwe de behsa girîngiya Tirkiye ji bo Iraqê kir. Ebadî got: Pêwiste em deriyek din yê Gumrikê di navbera Iraq û Tirkiye de vekin.  Pirsgirêka Amerika û Tirkiye de em pişgiriyê didin Tirkiye. Serokkomarê Tirkiye û wezîrên vî welatî gelekî arîkariya  me kirine.

Back to top button