Hevpeyvîn

Eger xiyanet neba Iraqê cesaret nedikir êrişî pêşmerge bike

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re ragihand, ku giştpirsî mafekî sirûştî yê neteweyî bû, biryarekî rast bû û ev biryar bi hevdengiya hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê hate wergirtin. Barzanî diyar dike, ku giştpirsî ti bandr li şerê DAIŞê, ewlekariya Iraqê û diyarkirina namzedê serokwezîriya Iraqê nedikir.Mesrûr Barzanî derbarê alternatîva Amerîka û Neteweyên Yekbûyî ya ji bo giştpirsiyê pêşkeş kiribûn, zanyarî dan û diyar kir, ku reşnivîsek pêşkeşî rêveberiya Herêma Kurdistanê kirine lê di nav de ti garantiyek bo misogerkirina mafên gelê Kurdistanê û dubarenebûna neheqiyên li dijî gelê Kurd, nebûye.Bi baweriya Barzanî giştpirsî nehatiba kirin jî, hikûmeta Iraqê plan kiribû, ku bi hêzên leşkerî were ser Kerkûk, Xurmatû û navçeyên din ên Kurdistanî. Lê destnîşan dike, ku ti kesî hêvî nedikir çend kesek di nava YNKê de li gel hikûmeta Iraqê rêkeftinê bikin, ku bi rêbaza leşkerî werin ser Kerkûkê.Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di vê hevpeyvînê de behsa rewşa niha dike û pêşbîniyên xwe yên derbarê paşerojê de bi berfirehî vedibêje.Hê jî mijara giştpirsiyê li Başûrê Kurdistanê rojevekî germ û bi bandor e. Hizra giştpirsiyê çawa derket, ev biryar çawa hate dayîn?Giştpirsî mafekî sirûştî û yasayî ya hemû neteweyan e, ku di çarter anku peymanameya Neteweyên Yekbûyî de hatiye gotin, ku mafê hemû neteweyan heye li ser çarenivîsa xwe biryarê bidin. Ev weke mafê neteweyekê ye, ku di dirêjahiya dîrokê de, bi taybetî jî di sedsala derbasbûyî de heta niha li hember wê netewê neheqî hatiye kirin. Wate ev mafê me ye lê emê kengî vî mafî bikar bînin?Bila em pir nekevin nav raboriyê û hema ji piştî sala 2003ê dest pê bikin. Piştî, ku ji bo Iraqê destûreke nû hate danîn, hemû alî li hêviyê bûn, ku ev destûr di nava Iraqekî demokratîk û federal de, bibe bingeha bihevre jiyanê ya hemû neteweyan. Lê berovajiyê vê pêşbîniyê û hewldanên me, hêdî hêdî me dît, ku him destûr tê binpêkirin û him jî mafên neteweyî yên gelê Kurdistanê nayên cîbicîkirin. Ew maf nedane gelê me. Bi şêweyekî sîstematîkî hewl dan, ku rola Kurdan weke şirîkekê rasteqîn di desthilata Iraqê de kêm bikin û ji pêgeha desthilatê dûr bixin. Paşî dor gihişte wê yekê ku, ku bûdceya Kurdistanê hêdî hêdî kêm kirin heta gihişte wê qonaxê ku bûdce bi temamî birîn.Bi ti awayî hewl nedan, ku pêşmerge weke beşekê bi karîger a sîstema berevaniya hikûmeta Iraqê were pênasekirin û li ser vê bingehê danûstandin li gel bê kirin. Di dema şerê DAIŞê jî de me dît ka reftareke çawa li gel pêşmerge dikin û nahêlin çek bigihe destê pêşmerge.Cîbicînekirina pêwîstiyên Madeya 140 a Destûra Iraqê û binpêkirina 55 xalên destûrê, tevde hiştin, ku em hizra wê yekê bikin ka çawa bikarin di paşerojê de bêyî şer bikarin bijîn an jî careke din jî gelê me û neteweya me neçarê wan neheqî û pirsgirêkan nebe, tiştên bi serê me de hatine dubare nebin. Me xwest riyekî peyda bikin da ku bi awayekê bingehîn pirsgirêkên xwe yên li gel Bexdayê çareser bikin. Lewma bi baweriya me divê em herin û ji gelê xwe bipirsin. Vê yekê jî hizra giştpirsiyê afirand. Ev ne hizrekî nû ye û di sala 2014ê de cenabê Serok ji parlamentoyê xwest komîsyoneke bilind ji bo giştpirsî û hilbijartinan were avakirin. Wê serdemê parlamentoyê jî ev yek erê kir. Piştî ku hemû aliyan li ser vê yekê axivîn, em gihitşine wê biryarê, ku eger em li gel Bexdayê negihin ti rêkevtinekî û hikûmeta Iraqê amade nebe bi awayekî bingehîn mafên destûrî yên gelê me cîbicî bike, divê em jî hizra vê yekê bikin.Du rê li pêşiya me hebûn. Xweda neke, yan emê şer hilbijêrin, ku me ev bijarde qebûl nedikir, an jî bi şêweyekî aştiyane riyeke din peyda bikin, ku bi baweriya me giştpirsî riya herî bi demokratîk û şaristaniyane ye ji bo bikarin daxwazên gelê xwe bigihînin Iraq û hemû cîhanê. Hizra li pişt giştpirsiyê ew bû, ka em bizanin gelê me çi divê û di paşerojê de li gel vê hikûmeta ku heta niha mefên wê binpê kiriye, dixwaze çawa bijî.Hinek kes û alî dibêjin ku dema giştpirsiyê ne guncaw û minasib bû. Hûn li derve di kampîna giştpirsiyê de axivîn, li hundir jî hûn yek bûn ji kesên ku ked û hewldaneke mezin dan ji bo serkeftina proseyê. Bi baweriya we, dema wê ne guncaw û minasib bû? Gelo eger giştpirsî di siberojê de bihata kirin, wê reaksiyon û karvedanên navçeyî û navdewletî bi awayekî din bûna?Bi baweriya min, meseleya demê tenê bihane û hincet e. Çimku gelek dem jî di ser re derbas bûye. Van hemû salan ku mafên miletê me dihatin binpêkirin, gelo kesek hat û got ne dema wê ye ku mafên we bêne binpêkirin? Kesê behsa demê nedikir. Lê tevî vê yekê jî me gelek hewldan kirin, bi welatên cîran re, bi derve re, bi Amerîkayê re, bi Ewropayê re, bi Bexdayê bi xwe re jî. Gelek caran guftûgo hatine pêkanîn. Şanda fermî ya Herêma Kurdistanê çûye û bi van aliyan re gotûbêj kiriye. Ez bi xwe yek ji wan kesan bûm ku me li derve jî ev axaftin dikir.Bi taybetî Amerîka sê tişt digotin; Qet nedigotin em li dijî mafê çarenivîsê yan li dijî pêkanîna referandûmê ne. Tenê digotin em hinekî li ser meseleya demê nîgeran û bifikar in. Ew jî ji ber sê sedeman. Yek ji wan, digotin meseleya şerê DAIŞê ye, ku eger hat û hûn referandûmê bikin, dibe ku kartêkirin û bandoreke wê ya negatîf li ser şerê DAIŞê hebe. Du, dibe ku bandora wê li ser birêz Ebadî wek serokwezîrê bê hebe û ew dernekeve. Sê, ew navçeyên ku ji Herêma Kurdistanê hatine birrîn û veqetandin, ew dever dîsa pirsgirêkên zêdetir di navbera hikûmeta federal ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de dirust bike. Ji ber van sedeman bû.Lê dema behsa van tiştan ji me re dikirin, em di wê baweriyê de bûn ku ev delîl ne razîker û qayilker in. Çimkî ew nabin faktor û sedem ku tu nikaribî referandûmê bikî, referandûm çi ye? Giştpirsiyek e, tu têde pirsê ji welatiyên xwe dikî da nerîna xwe nîşan bidin. Lê wê demê jî me negot emê herin rojek paştir ligel encaman serederiyeke wiha bikin û biryarê li ser encamên wê di roja paştir de bidin. Derfeta guftûgoyê bi hikûmeta Iraqê re dimîne. Lê bi kêmanî wek biryara neteweyî û niştimanî di destê serkirdatiya Kurd de be daku tenê bi navê partiyekê yan aliyekî yan bi navê kesekî guftûgoyê li ser çarenivîsa neteweyekê nekin, lê belê nerîna miletê wan jî bi wan re be.Êdî li ser her sê xalên ku behsa wan dikirin, yek; meseleya şerê DAIŞê. Bi baweriya me, bi ti awayî pêwendiya vê yekê bi meseleya referandûmê re nîne. Çimkî dema ku DAIŞê êrişî Kurdistanê kir, biryara xelkê Kurdistanê bû ku berevanî û bergiriyê bikin. Hîmet û wêrekiya pêşmergeyan bû ku rê li ber DAIŞê girtin û bûne qehremanên têkbirin û şikandina efsaneya DAIŞê. Ev ne biryara Bexdayê bû, lê biryara me bi xwe bû. Çimkî di bingeh de eger tu lê binerî, DAIŞ di demekê de û li cihekî peyda bû ku valahiya ewlekarî û aborî û siyasî lê hebû. Sedema şikestina sîstema siyasî li Iraqê hikûmeta Iraqê bû. Piştî têkçûna hêzên çekdar yên Iraqê bû ku ew hemû çek dane dest DAIŞê. Van DAIŞ bihêz kirin û wiha kirin ku DAIŞ êrişî Kurdistanê bike. Êdî pêşmergeyan berevanî kirin û pêşmergeyan DAIŞ têk birin û şikandin. Eger li ser vê bingehê em li wê xalê binerin, hikûmeta Iraqê ne faktor û hokar bû ku em şerê DAIŞê bikin. Ev biryara me bi xwe bû. Yanî biryara referandumê ti bandorê li ser helwesta me nake ku em rûbirûyî DAIŞa niha yan terorîzmê di siberojê de bibin. Lewma em di wê baweriyê de bûn ku ev nîgeranî bi ti awayî ne di cihê xwe de ye.Ji ber çi we nekarî Amerîkayê qayîl bikin û razî bikin?Eger destûrê bidî, ezê behsa du xalên din yên mane jî bikim. Ya duyemîn jî li ser mijara hilbijartina birêz serokwezîr, me wisa didît, ku bandoreke me ya diyar nîne li ser berbijêrkirina serokwezîrê dema pêş. Çimkî divê lîsteyekî serkevtî yê hilbijartinên Iraqê serokwezîr hilbijêrin. Di sîstema niha ya hilbijartinên Iraqê de hikûmeta Iraqê sîstemeke wisa daniye, ji wan re rêz digrim lê Şîe piranî ne. Wate em weke Kurd û Sunnî jî bi hevre nikarin weke kêmaniyekî bibin desthilat û serokwezîrekê namzed bikin. Li gorî vê divê dîsa Şîe serokwezîrekê bikin namzed û ew hilbijêrin.Ev yek ji wan faktoran e, ku di hilbijartinan de kî dengên piraniyê bidest xist, ew serokwezîr diyar dike. Lê du faktorên din jî hene, yek ji wan mijara merceiyeta olî ya Necefê ye, ku divê ew biryarê li ser bide û razî be. Ya din jî veşartî nîne, bi rastî jî karîgeriya Îranê ya li ser biryarên siyasî yên Iraqê pirr diyar e. Anku ev faktor divê tevde li hev bikin, hevseng bin, hevdeng bin da ku bikarin serokwezîrekî hilbijêrin. Wate referandûma me dîsa nedikarî li ser diyarkirina namzedê serokwezîrtiyê bandorê bike. Lewma bi nêrîna me ev yek jî tenê weke xalekî lawaz tê berçav, ku nikare pêşiya encamên referandumê bigre.Ya sêyemîn, mijara navçeyên nakok anku navçeyên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye. Me digot eger hebûna pêşmerge ya li wan navçeyan kêşe û arîşe be, ji xwe beriya referandumê pêşmerge li wan deran bûn. Lê sedema çûna pêşmerge ya li wan herêman çi ye? Hilweşîna desthilata hikûmeta Iraqê bû sedem. Hatina DAIŞê bû sedem, ku pêşmerge here berevaniyê bike û nehêle desthilata DAIŞê li wan navçeyan berfireh bibe. Li hinek cihan jî DAIŞ têk biriye û hinek cih rizgar kirine. Wate pêşmerge çûye da ku parastina wan navçeyan, xelkê wan deran û xaka wan bike. Me qet negotiye, ku hebûna pêşmerge ya li van navçeyan bikin bi neçarî an bi ser sîstema paşeroja Iraqê de bisepînin.Dema me got emê referandumê bikin, ne negot, ku emê bi vê referandumê sînorên di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta federal de destnîşan bikin. Ev referandum ji bo wê yekê ye, ku weke arezû û hezkirineke neteweyî em bizanin ka gelê Kurdistanê bi çi awayî dixwaze di paşerojê de li gel hikûmeta Iraqê bijî. Lê ji bo çareserkirina wan navçeyên nakok em dîsa vedigerin destûrê. Li gorî Madeya 140 em amade ne ji bo van navçeyan çareseriya guncayî û ya baş peyda bikin.Bersiva me ya ji bo xala sêyemîn jî ev e, ku wan weke dilgiranî û gumanên xwe di dema referandumê de behs dikirin. Bi baweriya me ev jî ne di cîh de bû. Çimkî me negotiye emê rewşeke defakto ferz bikin, sînoran destnîşan bikin, an jî çarenivîsa wan navçeyan dê bi referandumê yekalî bibe. Me wiha negotiye. Me got ev arezûyeke neteweyî ye da ku şêwaza hikûmraniyê di paşerojê de were destnîşankirin. Bi baweriya me gotinên weke referandumê nekin an jî dema wî ne guncayî ye, tenê hincet e û ne tiştekî din e.Çima amerîkiyan bi van sebeban bawer nekirin?Ez nikarim li cihê wan hizir bikim lê bêguman berjwendiyên wan hene. Dibe tenê bi nêrîna Herêma Kurdistanê li berjwendiyên xwe nenêrin. Ew tiştên din jî li ber çav digrin. Ew bi şêweyekî giştî li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê dinêrin. Dibe bernameyeke din di destê wan de be. Yan jî hinek xalên din hebin, ku nexwestibin li cem me behs bikin lê di wê baweriyê de bin, ku dê giştpirsî bandorê li ser bernameya wan a paşerojê bike. Dibe hinek sedem hebin, ku nehiştibe ew werin pêş. Yan jî siyaseta Bexdayê bixwe karîbe bi Amerîkayê bide bawerkirin, ku mijara referandumê li dijî berjewendî û seqamgîriya navçeyê ye. Di rastiyê de ti rastî û dirustiyeke vê yekê jî nîne û ew jî dibînin. Çimkî bi gotinan nabe û encamên kar van tiştan derdixe.Gelo di nava serkirdetiya siyasî de li ser biyara giştpirsiyê komdengiyek hebû, bi taybetî jî di nava PDK û YNKê de?Bêguman.Çawa?Ne tenê PDK û YNK, ev mijar berê di navbera cenabê Serok û hemû serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî de hatibû gotûbêjkirin. Helbet ji bilî wê ku heta astekî Tevgera Goran û Komela Îslamî xwe jê dûr girtin. Lê hemû aliyên din beşdarî civînên vê mijarê dibûn û bi xwe jî biryar dan. Heta dema di 7ê Hezîranê de civîna serkirdetiya siyasî ku di xizmeta cenabê Serok de hate sazkirin, ti kesan nedizanî ku dê roja 25ê Îlonê weke roja referandûmê were destnîşankirin. Di wê civînê de hemû aliyan bi hevre biryar dan. Hemûyan jî xwestin bibin parçeyek ji vê serweriyê, ku bi rastî jî em bawer dikin ev meseleyeke seryeriyê ye ji bo doza me ya neteweyî. Hemû aliyan dixwestin li pişt vê referandumê bisekinin. Paşî encamên wê çawa bû, gel helwesteke çawa wergirt, ew tiştekî din bû. Lê ez bi misogerî ji ji te re bêjim, ji destpêkê ve hemû alî hevdeng bûn, komdengiyeke pir zelal û eşkere hebû li ser vê mijarê.Çima hiek caran di gotaran de dudilî û teredûd hebû?Berî yan paşî?Beriya nêzîkbûna giştpirsiyê û paşî…Dizanî çawa ye? Ev li ser curê kesayetiyan dimîne. Hinek kes hene bi tiştekî bawer dikin û ji destpêkê ve pêre ne û berpirsiyariya hemû encaman jî hildigrin. Hinek jî hene xwe hinekî paşde digrin û li hêviya firsendê ne. Eger serkevt, li ser hesabê zehmetî û keda kesên din dike xwedanê destkevtan. Eger Xwedê nexwest, serkevtî jî nebû, dibêje wellehî ti karê min bi vê yekê nîne, xwe dide aliyekê. Hinek kes jî hebûne ku bi eşkere li dijî sekinîne. Ev yek dimîne ser kesayeta wan mirovan.Pir caran behsa alternatîvekê tê kirin ku ji aliyê çend welatan ve ji serkirdatiya Kurd re hatiye pêşkêşkirin, da şûna giştpirsiyê bigire, wek tê behskirin ew alternatîf destkeftek bû û hatiye ji dest dan. Gelo vê alternatîfê têra wê yekê dikir ku şûna giştpirsiyê bigire? Bexdayê piştgiriya wê dikir û dê ligel bûya?Ev gotin pir hatiye kirin. Lê rastiya wê daku temaşevan bizanin û hinekî hûrgiliyên vê mijarê fêm bikin, ew e ku ji destpêkê ve wek reşnivîsekê, balyozê amerîkî ligel birêz Brett McGurk bi biraderan re li ser xetê bûn, daku reşnivîsekê amade bikin û wek alternatîvpêşkêş bikin. Ev alternatîf hat pevguhertin û hinek tişt tê de hatin guherandin. Heta di dawî de, du sê rojan beriya referandûmê, ne name lê reşnivîsek anîn. Ev rastiya wê ye. Gotin ev reşnivîs ji bo wê yekê ye da wek alternatîv lê bê temaşekirin. Lê dema tu lê dinerî, ev alternatîf bi ti awayî ti garantiyek tê de nîne, ti pabendkirinek tê de nîne ku ne Neteweyên Yekbûyî, ne Amerîka, ne Ewropa û ne ti welatekî din bikare vê yekê li ser hikûmeta Iraqê ferz bike yan li ser pêwendiyên dahatû yên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ferz bike yan bergiriya wê bike, ev xalek e.xala duyem; gelek caran berê guftûgo hatiye kirin, soz hatine dayîn, name hatine nivîsandin û bi Herêma Kurdistanê hatine dayîn ji aliyê Amerîka û Ewropayê ve, piştre staf bi awayekî giştî hatiye guhertin, ew hemû soz jî nehatine cîbicîkirin û ne jî kes li wan xwedî derketiye û ji xeynî me ti kesî baca wê jî nedaye. Vê carê jî, gava ev reşnivîs hat, behsa çi dike? Dibêje; Hûn ji bo dema salekê referandûmê bi paş bixin, piştre “mumkin e ev bê dirêjkirin jî” divê hûn tevlî guftûgoyan bibin, di çarçoveya Iraqê de, bi hikûmeta birêz Ebadî re, eger li ser niyeta pak hikûmeta Iraqê nehate pêş, emê wê çaxê tenê wek pênasekirin ji wî mafî fêm bikin, ku mafê we yê pêkanîna referandûmê hebe, nabêje ezê li destkeftan mikur bêm, yan heta ku tê gotin ezê rêza destkeftan bigirim, jixwe behsa destkefta referandûmê nake, dibêje dibe ku piştî vê yekê mafê we hebe hûn referandûmê bikin. Helbet referandûm mafekî siruştî ye. Di çartera (peymana) UN (NY) de, di beşê yekem de ev maf cih digire û mafê her neteweyekê ye. Wate ne pêwist e kesek ji me re bêje mafê me yê referandûmê heye yan nîne. Behsa ti pabendkirinekê nake. Dibêje eger hikûmeta Iraqê bi niyeteke pak nehate pêş, wê çaxê emê bêjin ku mafê we heye hûn piştî saleke din referandûmê bikin, yan eger dûdirêjî hev bû, êdî di çarçoveya federaliyê yan konfederaliyê yan serxwebûnê de dibe û her çawa be ti pabendkirinek tê de nîne.Êdî xala ku girîng e em li vir behs bikin ew e ku dibêje li ser niyeta pak ya hikûmeta Iraqê, divê hûn di çarçoveya Iraqeke hevgirtî de guftûgoyan bikin. Eger referandûm nehate kirin û gotûbêj hatin kirin, piştî demeke din jixwe hilbijartina birêz Ebadî heye, yanî eger bên kirin piştî çend mehên din hilbijartinên hikûmeta Iraqê hene, hat hilbijartin yan nehat hilbijartin, eger nehat hilbijartin, ev pabendî bi serokwezîrekî hatiye kirin ku nehatiye hilbijartin û derneketiye “ne pabend e jî, peymaneke centilmenî ye ku bi wî re hatiye kirin” yanî dîsa mafekî Kurdan ji dest wan çû, ti kesek jî nîne wek alterantîf bê îtîrafê bi tiştekî din bike, çimkî ne îcbarî ye. Ji aliyekî din ve, bila em bêjin hat hilbijartin û careke din bû serokwezîr. Wê bihata û bigota; ezê wek serokwezîr her tiştî bikim daku ez bendên vê peymanê cîbicî bikim, lê ne di desthilata min wek serokwezîr de ye, çimkî hûn behsa guherandina sînor dikin û behsa sîstema hukmdariyê li Iraqê dikin û behsa serxwebûn yan sîstema konfederalî dikin, her çawa be, ev ne di desthilata serokwezîr de ye, divê ev mijar here parlamentoyê, divê parlamento biryarê bide, eger parlamento qayil bû baş e, heke na, min niyeta xwe ya pak nîşan da, lê negihîşt encamekê, çimkî parlamento razî nebûye.Em hemû jî dizanin li parlamentoyê prensîba şîrîkatiyê nemaye û bûye piranî û kêmîne. Em hertim li parlamentoyê wek kêmîneyekê tên temaşekirin û bi ti awayî biryar bi piranî li berjewendiya xelkê Kurdistanê nayên dayîn, ango li wir jî dibe ku parlamento piştgirî nekirina. Wê birêz Ebadî jî bigota min niyeta xwe ya pak nîşan da. Wê Amerîka jî bigota niyeta xwe ya pak nîşan daye, lê parlamento razî nebûye, ev proseyeke demokratîk e û em nikarin ji vê bêtir tiştekî ji we re bikin. Yan wê bigotana divê destûr bê serrastkirin yan guherandin, di destûrê de jî eger sê parêzgeh bikarin vetoya her guhertinekê li ser bendên destûrê bikin, êdî tê wateya ku guherîn di destûrê de nayên kirin, em hemû jî dizanin çend parêzgehên Iraqê hene wê li dijî vê yekê derketana û veto jî bikar bianiyana û dîsa jî birêz serokwezîr niyetpakiya xwe nîşan bidaya, lê ne li parlamentoyê û ne ji guhertina destûrê jî ev maf ji Kurdan re nedihate misogerkirin. Ango nabe wek alternatîf li vê bê temaşekirin.Hinek kes dixwazin vê yekê wek hêcet bikar bînin daku niha helwesta xwe pê bihêz bikin yan jî her tiştî bike xeletiya referandûmê ku esl û esasê vê yekê nîne. Lê bi ti awayî ev ne îcbarî bû, ne îmzekirî bû, ne name jî bû, reşnivîsek bû ku behsa van tiştan tê de hatiye kirin. Ji ber van sideman jî, di wê çaxê de jî, me daxwaz kir ku li şûna wan tiştên ku we nivîsandine tenê bêjin em piştevaniya encama referandûmê dikin, eger salek du sal yan her demeke din be, ne amade bûn vê bikin, ku yek ne amade be ti pabendbûnekê nîşanî te bide, tenê bi nivîsandina nameyekê nabe em vê wek alternatîf werbigirin.Zêdetirî 100 roj bi ser giştpirsiyê re derbas bûn. Niha eger bipirsim, ka kîjan biryar a rast bû. Giştpirsî yan jî karkirina li ser wê nameyê?Bêguman encamdana giştpirsiyê. Çimkî me ti tawanek nekiriye. Gelê me reya xwe derbirî ye, daxwaziya xwe aniye ziman lê cîbicî nekiriye. Eger Kurd biçûna li dijî berjewendiyên hemû welatan û li dijî berjewendiyên Iraqê bi xwe jî biryar bidana, bigotana em bi yekalî biryara xwe didin û li ser encamên wê jî li gel ti aliyekê jî guftûgo nakin, wê demê dikariya giliyan li Kurdan bikin. Lê me ti tiştek nekiribû, tenê me dengên xwe bikar anî, tenê me ev yek got, ku rexbeteke me ya wiha heye. Daxwaza me jî ew e, ku li ser bingeha guftûgoyeke gelemperî li gel hikûmeta Iraqê hemû pirsgirêk û arîşeyan çarese bikin. Wate hikûmeta Iraqê nexwest vê yekê bike. Nexwe ez bi ti awayî bawer nakim, ku berdêlek an jî alternatîveke ji referandûmê baştir hebe, ne niha û ne jî di paşerojê de.Dixwazim li ser civîna Dokanê pirsekî bikim. Beriya 16ê Cotmehê li Dokanê civînek hate sazkirin û di medyayê de bi giringî hate belavkirin. Rastî û hûrgûliya guftûgoyan çi bûn, çima piştî wê civînê ev rewşa li Kerkûkê çêbû?Piştî referandûmê me daxwaza xwe nîşan da û me behs kir. Beriya referadnûmê me got; em dixwazin referandûmê bikin û paşî herin li gel Bexdayê bişêwirin. Di rastiyê de Bexdayê ne dixwest li gel Herêma Kurdistanê guftûgo bike. Nexwe ma referandûm çi bû? Dema ez çûme Bexdayê û li ser vê mijarê min li gel birêz Ebadî axivî. Wî got, baş e çima hûn rapirsiyekî nakin lê ne bi navê referandûmê? Rapirsiyekî bikin, ku hêza yasayî di nava mijarê de nebe. Min nedizanî ev hinde li dijî vê yekê ne. Lê di rastiyê de du, sê tişt hebûn. Ji serî ve ew li gel wê yekê nebûn em bi ti awayî bikevine nava guftûgoyan, ku ne tenê em bikarin destkeftiyên xwe biparêzin û ber bi pêş ve gavan bavêjin, wan destkeftiyên me yên niha jî qebûl nedikirin.Ez dixwazim behsa vê xalê jî bikim, ku dema şerê Mûsilê dihate kirin me gelek hewl da di navbera me û hikûmeta Iraqê û hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên Mûsilê de rêkeftine were kirin, Amerîka jî weke hêzeke hevpeymaniya navdewletî çavdêriyê bike. Rêkeftineke siyasî li kêleka bernameyeke leşkerî de be, ku destnîşan bike ka kêşe û pirsgirêkên piştî têkbirina DAIŞê dê çawa werin çareserkirin. Ti aliyek amade nebû li ser vê xalê li gel me rûnin û gelek û gelek îsrar dikirin, ku “çalakiyên leşkerî” werin kirin. Ti aliyek ew hinde dilxwazê rekeftina siyasî nebû. Ev bi xwe weke alekî sorb û û li ser niyeta hikûmeta Iraqê hate bilindkirin ji bo paşeroja navçeyê.Ev yek. Ya duyemîn, paşxistina şerê Hewîceyê. Piştî Tikrîtê dikariya şerê Hewîceyê pir bi serkeftî were encamdan. Lê çima paşxistin? Wê demê jî me gumanên xwe ji bo hemû dostan ragihand û me got, ku metirsî heye şerê Hewîceyê ji bo qonaxa dawîn bihêlin, piştî têkbirina DAIŞê hemû hêzên leşkerî yên Iraqê bînin û li wir bicîh bikin. Me got çavê wan li ser Kerkûk û navçeyên nakok e û wisa jî derket. Di rastiyê de referandûm çêbiba û çê neba jî niyeta Iraqê hebû, ku vê rastiyê ji Kurdan re qebûl neke. Mixabin, me hemû hewldan kirin ji bo bi awayeke aştî û demokratîk raya xwe derbibrin lê Iraqê dest avête çek û bi zora leşkerî da ku bersivê bide vê raya Kurdan û wan navçeyan ji destê wan derbixe.Referandûmê ev plan derxist û dibe hinek bileztir jî kiribe, ku hikûmeta Iraqê zûtir ji bo plana xwe bilive. Wan referandûm kirin hêcet. Hêzên wan bi hêceta Hewîceyê li hemû sînoran hatibûne bicîhkirin. Mixabin, berî jî hinek aliyan bi hêceta DAIŞê hêzên Heşda Şeibî anîbûn û li navçeyên Kurdistanî bicîh kiribûn. Ev tev de weke bombeyekî amadekirî bûn, ku rojekî bi Herêma Kurdistanê ve biteqînin. Ev metirsî hebû. Ji bo şer çênebe me hemû hewldan dikirin. Me dixwast li gel hikûmeta Iraqê û li gel welatên din guftûgo bikin ka çawa nehêlin kar bigihe şerê navbera pêşmerge û hikûmeta Iraqê.Li ser vê yekê roja 15ê Çileyê li Dokanê di navbera serkirdetiya PDK û YNKê de civînek hate sazkirin û li wir hate qalkirin. Ez navan nabêjim, lê hinek biraderên wan (yên YNK) behsa wê yekê dikirin, ku ligel hikûmeta Iraqê, Amerîka û Brîtanyayê were axaftin û herweke ya li Hewlêrê, bi beşdarbûna hikûmeta Iraqê, hevpeymaniya navdewletî û hêzên Kurdî komîsyoneke hemahengiyê were avakirin û ev komîsyon li Serbazgeha Keywan a Kerkûkê were bicîhkirin. Eger li ser vê yekê li hev bikin paşî Pasevanên Komarî, ku berî lîwayên ser bi Mam Celal ve bûn li Bexdayê, wan jî bînin li hinek cihên Kerkûkê bicîh bikin. Lê bi ti awayî behsa wê yekê nehate kirin, ku bi awayeke leşkerî Kerkûkê radestê hikûmeta Iraqê bikin. Herwiha li ser vê babetê me ji wan pirs kir, ka gelo wan li ser vê yekê tifaq kiriye yan ev tenê pêşniyar e. Wan gotin, nexêr ev tenê pêşniyar e.Ji xwe Serokomarê Iraqê kak Fûad Mehsûm jî li wir amade bû. Biraderên din jî Kak Bavil û yên din jî amade bûn. Herçend ti wesfekî wî yê serkidetiya hizbî nebû lê ew çûbû li gel wan aliyan axivîbû û li gel hinek xizm û kesên xwe şêwirî bû. Nêrîna me ew bû, ku Kerkûk tenê mûlkê aliyekê nîne, ne mûlkê YNKê, ne yê PDKê, ne yê ti partiyeke siyasî. Lewma pêwîst dikir hemû alî bi hevre biryarê bidin. Me pêşniyar kir li gel aliyên din jî bişêwirin. Di encama civînê de 5 xal hatine ragihand, ku ev encamên rêkeftina YNK û PDKê ya civîna 15ê Cotmehê ya Dokanê bûn. Lê wê şevê ew birader çûne Reşad û Dûzxurmatû û wan navçeyan l gel komeke serkirdeyên Heşda Şeibî, hikûmeta Iraqê û berpirsên Îranê civîn pêk anîn. Di berî de bernameya wan hebû ka çawa Kerkûkê radestê wan hêzan bikin. Ji xwe ev hêz ber bi Kerkûkê ve dihatin.Mixabin, beriya hemû tiştekî pêşmergeyên wan biraderên din ên YNKê, li gel hêzên din ên Herêma Kurdistanê, wan pêşmergeyên ku meyla wan a PDKê hebû, xeta pêş digirtin, mixabin, mixabin…Ji nişkê ve bernameyek danîn ji piştve zivirîn û hikûmeta Iraqê û Heşda Şeibî anîne nav Kerkûkê. Birastî mirov nikare li hember vê çavê xwe bigre ku îxaneta herî mezin a serdemê ya dîroka Kurdatiyê de bû hate kirin. Ev îxanet bû, ku bi vî awayî xaka Kurdistanê firotin, Kerkûk radest kirin, pêşkeşî hêzên Iraqê kirin. Beriya hemûyan jî wan hêzên pêşmerge yên qehreman ên berevaniya Kerkûkê dikirin, ku piranî pêşmergeyên YNKê bûn, kirin qurbanî. Vê yekê karîgerî li ser hemû eniyan kir û hêdî hêdî hinek ji wan pêşmergeyan bi ferman paşde hatine vekişandin. We kirin, ku xeta eniyê weke xwe nemîne. Her çeperekî bandor li çeperê din kir û êdî mixabin pêşmerge kete nav rewşeke wiha ya ne baş, ku nekare weke pêwîst li dijî êrîşên hikûmeta Iraqê berevaniyê bike. Tişta me matmayî dike, ew e ku bi rastî me hesabê gelek tiştan kiribû lê…We çawa hest bi vê tevgerê nekir?Bi rastî me hest pê kiribû, me dizanî, ku di navbera çend kesên YNKê û hikûmeta Iraqê de guftûgo heye. Lê me bawer nedikir ku hêza pêşmergeyên Kurdistanê, bi taybetî jî ew hêzên ser bi YNKê veg uh bidin gotinên wan. Me bawer dikir, ku ew dê li berxwe bidin û şer bikin, pêşiya hemû êrîşan jî bigrin. Çendîn serkirdeyên qehreman ên YNKê jî di çeperên berevaniyê de man û şer kirin, şehîd jî dan.Ez behsa wê nakim, hinek caran bi awayekî tişt tevlîhev dibin, ku behsa YNKê tê kirin. em behsa wan YNKyiyên şoreşger nakin, ku berevanî kirin, hesta netewperewerî û şoreşgeriyê di dilê wan de serwer bû, neçûne kêleka vê xiyaneta mezin, ku çend kesan ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî kirin. Ji bo partiya xwe nekirin, ji xwe re kirin ji bo bidestxistina destkeftên madî, ji bo firotin û dizîna petrola Kerkûkê. Êdî bila hide virde bibin û bînin. Bi rastî jî her ew kes bûn, ku wiha kirin ev mijar bi şêweyekî giştî bandorê li ser hemû rewşa Herêma Kurdistanê bike.Eger hikûmeta Iraqê li gel wan kesan ev rêkeftin nekiriba, ew wêrekiya wî nebû, ku êrîşê pêşmerge bike. Me bihîstiye, me ji dostên xwe jî bihîstiye, ku hikûmeta Iraqê nedikarî vê yekê bike. Pêşmerge xwediyê navekî bilind e, ku hikûmeta Iraqê nedixwest û nediwêriya bi vî awayî were ser pêşmerge. Lê dema zanîn, ku di nava Kurdan de kesên ew hind east nizim hene, ku bikarin xiyanetê li hevalên xwe bikin, li birayên xwe, welatê xwe bikin û xaka xwe bifiroşin. Li wir tevlîheviyek çêbibe, hikûmeta Iraqê ji piştve dora pêşmerge bigre. Ev bû sedem, ku hikûmeta Iraqê bikare hêza xwe bilivîne û biwêre were pêş ve.Êrişa Iraqê hat, li Pirdê, li Çiyayê Qereçox, li Mexmûr, li Zumar û Tilisqofê êrişên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê hatin têkbirin û şikandin, ji ber çi li Kerkûkê ew şer nehat kirin?Her wekî min behs kir, me pêşbînî dikir ku dê li Kerkûkê xeta cebheyê bê danîn, bi taybetî ew hevalên ku şehrezayên warê leşkerî ne, her yek xwe dispêre ser yê din, ku li aliyekî cebhe ket an rastî şikestinê hat bi taybetî ku xayîntî hat kirin, jixwe xayîntî ne tenê şikestin e, xayîntî ew e tu pişta birayê xwe berdî, tu dijmin ji pişt ve bînî û cih lê bigrî, ku ev hate kirin êdî pêşmerge mecbûr bûn li wê yekê bifikirin ku çawa xwe kom bikin û bergiriyê li wê yekê bike, ku bikare bergiriyê lê bike, pêşmergeyan hest bi planê kirin bi riya wê yekê ku xayîntî dihate kirin, heke na, berê kesî bi vê bawer nedikir.Ez niha jî bawer nakim. Di wê çaxê de jî me bawer nedikir di nav Kurdan de kesên wiha astnizim hebin, bikarin xayîntiyeke bi vî rengî bikin, “ev yek”, “ya duyem” ya ku nedihate pêşbînîkirin ew bû, ku ew çekên ku hevpeymanan bi taybetî Amerîkayê dabûne hikûmeta Iraqê bikevin destê Heşda Şeibî, êdî ew bên careke din êrişî pêşmergeyan bikin, ew pêşmergeyên ku çend rojan berê wek qehreman û wek hevpeyman bi nav dikirin, niha bi çekên amerîkî û bi tankên Abrams bêne şehîdkirin. Pêşbîniya van tiştan nedihate kirin. Kesî bawer nedikir ku dinya bê helwest be. Ya ku nedihate çaverêkirin jî ew bû ku xelkê Kurdistanê li hember vê xayîntiya mezin bêdeng be, yekî xayîntî kir, kir, ev ji astnizmiya wî ye.Te çaverêtiya çi ji xelkê dikir?Divê xelk wek dadgeha niştimanî biryarê li ser çarenivîsa wan kesan bide ku xayîntiyê li gel û welatê xwe dikin.Mijara serokatiyê piştî 16ê Cotmehê hate gurrkirin, ez dixwazim bizanim xwendina we li ser vê babetê çî ye?Meseleya serokatiyê, ev hinek paşxana wê heye, eger em hinekî ber bi paş ve vegerin, di sala 2013an de, wê çaxê gava ku dema serokatiyê ber bi dawî ve diçû, wê demê ez ligel cenabê serok bûm, em li Parîsê bûn, wê çaxê birêz Îmad Ehmed û kekê Doktor Fûad jî bi me re bûn. Wê çaxê randevûya wî bi serokkomarê Fransayê re hebû. Li wir, li ser vê mijarê bi telefonê axaftin hate kirin, ku tiştekî wiha heye, ku şanda PDK û YNKê ev mijar gengeşe dikirin, rastiyek heye ez dixwazim li vir vekirî û bi awayekî eşkere behs bikim. Ew çax serdema hevrikiyeke tund di navbera YNK û Goranê de bû li Silêmaniyê. YNK ji wê yekê ditirsiya ku di hilbijartinan de bisernekeve û hemû hewldan dikirin daku hilbijartin bêne bipaşxistin, lê nedixwest xwe bike xwediyê vê bîrokeyê “hilbijartin bi pêşniyara YNKê hatin bipaşxistin”, xwestin rêkevtinekê bi PDKê re bikin, ku hilbijartin bêne bipaşxistin û di nava bipaşxistina hilbijartinan de, meseleya serokatiyê jî ji bo dema du salan bê dirêjkirin.Niha mixabin ku dibêjin ev minetek e li ser PDKê yan li ser cenabê serok ku du sal dem jê re dirêj kirine, Xwedê dizane mesele ew bû ku wan bi xwe dixwestin hilbijartinan bipaş bixin, bila wek ti minetekê neyê hesêbkirin, çimkî cenabê serok jixwe di esas de nedixwest dema serokatiyê jê re bê dirêjkirin, wî bi xwe jî di wê demê de kerem kir û got: Ez naxwazim, naxwazim ne dema min bê dirêjkirin, ne jî destûra hilbijartinan jî bê sererastkirin, bila hilbijartin bê kirin, xelk bê, wê demê kê baweriya xelkê bidest xist, bila li ser kursiyê serokatiyê rûne.Dema rêkevtina di navbera PDKê û YNKê de jî hate kirin li ser wê yekê ku dema serokatiyê bê dirêjkirin û hilbijartin bê bipaşxistin, gava biryar ji parlamentoyê ji cenabê serok re hat, îmze jî nekir û ji parlamentoyê re şand, êdî ew bû bi qanûn, bi hukmê ku eger vegere parlamentoyê, parlamento li dijî dernekeve dibe yasa. Vê yekê kir ku du salên serokatiyê bêne dirêjkirin di wê demê de. Cara duyem wê çaxê bû dema em rastî şerê DAIŞê hatin.Gava şerê DAIŞê qewimî, wek Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê, cenabê Serok li çeperên pêş ên cebheyê bû, li birêkxistina pêşmergeyan bû, li rûbirûbûna hêzên terorîstî yên DAIŞê bû, serpereştiya wê cebheyê dikir. Êdî Meclîsa Şûrayê gava biryar da ku serokatî heta hilbijartinên bê dikare berdewam be, kesî din jî nebû, ne hilbijartin dihate kirin, ne jî kesek din hebû posta serokatiyê werbigire, ne jî mumkin bû ev post vala bê hîştin, meydanxwazî (tehedî) bû, meydanxwazî li meseleya mayîna Herêma Kurdistanê li hember êrişeke hovane ya terorîstan. Cenabê Serok di wê çaxê de wek pêşmergeyekî reftar kiriye, ligel hêzên Pêşmerge li hêla pêş, em çend caran ligel wî bûn, li hêla pêş a Pêşmerge bergiriya ax û welatê xwe kiriye û erk û wezîfeya xwe bich aniye.Pêwistiya cenabê Serok ne bi vê postê hebû, ne jî pêwistiya wî bi vî kursiyê hebû. Lê ew kesên ku bi coş û xiroşên kursî bûn herdem ew dikirin bihane û hêcet, çimkî kursî daxwaz û xwesteka wan bi xwe bû, wan bi xwe dixwestin herin ser wî kursiyê, lewma wiha dikirin, heke na, dîroka cenabê Serok û xebata wî û rabirdû, destkevtên wî ew kirine semboleke neteweyî, ne ku mesele serokekî erkdar be çar salan, heşt salan, 12 salan li ser kursiyekî rûne, dûre gava dema posta wî xilas bû, rola wî jî xilas bibe, rola cenabê Serok ne bi wê xilas dibe, ne jî bi wê dest pê kir, serokek e dîrokê ew çêkiriye, pêwistiya me bi wî heye neku pêwistiya wî bi kursî heye, ev jî vê carê ku bûye dubare ji bo dirêjkirina dema serokatiyê, cenabê Serok kerem kir û got; Ez bi ti awayî ne amade me dema serokatiyê bê dirêjkirin yan yasa bê serrrastkirin, lê tesadufî wiha lê hat encamdana referandumê û bidawîhatina dema serokatiyê kete di yek demê de, lê cenabê Serok ev yek qebûl nekir çimku sozek bû bi xwe û bi miletê xwe jî da, ku ew bi awayekî aştiyane dest ji desthilata xwe berdide, amade ye heta hilbijartina li pêş, êdî sîstema parlamentoya bê çi şêwazeke hukmdariyê destnîşan bike, emê hemû wê sîstemê pêrew bikin.Giştpirsiya Başûrê Kurdistanê hestê nîştîmanperwerî û kurperwerî yê gelê Kurdistanê û herwiha îradeya wan gihande lûtlekê. Kurdistan li ser riya serxwebûnê bû. Niha şert û mercên navxwe û nevdewletî jî ferz dikin, ku Kurd yek bin. Çi planek heye ji bo gelê Kurd bi berdewamî daxwaza mafên xwe pê bike û dest ji mafên xwe yên stratejîk bernede, ku salên dirêj ji bo bidestxistina wan tekoşîn kiriye.Em hemû di wê baweriyê de ne, ku yekdengî, yekrêzî û yekhelwestiya neteweya me garantiya serkeftina me ye. Min berê jî gelek caran gotiye, ji bo serbixwe bin divê em bi serê xwe bin, ne ku ser bi aliyeke din, milkêçê wî alî û wê aliyê bin, yan jî li ser berjewedniyên xwe yên teng herin cihekî vî welatî bifiroşin. Van tiştan nehiştin, ku di nava me de yekrêzî nemîne. Nexwe yekrêzî hebû, di biryarên siyasî de, di xebata çekdarî ya pêşmerge de û di berevaniya welat de yekrêzî hebû. Ew qas sal şerê DAIŞê hate kirin, pêşmerge bi hev re şerê DAIŞê kir. Bîrûbawerî çi dibe bila bibe lê bi hevre di nava çeperekî de şer kirin û şehîd bûn.Ev yekrêzî û hevgirtin piştî îxaneta 16ê Cotmehê têk çû. Lê dîsa dibêjim, nabe ev yek bibe asteng û bibe rêgir. Ez bawer dikim, ku gelek kesên hişyar û agahdar hene, ku bikarin yekrêzî û yekhelwestiya partî û aliyên siyasî biparêzin. Hêvîdar im, ku serkirdeyên siyasî jî hizra wê yekê bikin, ku bi yekrêzî û yekhelwestî dikarin destkeftan bidest bixin û dikarin wan destkeft û ezmûnên heta niha hatine afirandin biparêzin. Hêviya min heye, ku emê bikarin di paşerojê de bigihin hemû amancên xwe jî.Niha li Kekrûk, Xurmatû û navçeyên din bi awayeke xeter qonaxa bi erebkirinê dest pê kiriye. nebûna yekhelwestiya di nava partiyên Başûrê Kurdistanê de çi bandorê li ser pêvajoyê dike?Mixabin, niha ew der, ku ji wan re dihate gotin navçeyên dabirî yan jî navçeyên bi nakok, niha bûne navçeyên dagirkirî. Çimkî ne hikûmeta Iraqê madeya 140 cîbicî kir, ne jî hişt em weke beşeke şîrîk û hevbeş di rêveberiya wan cihan de bimînin. Wan bi şêweyeke leşkerî hatin û xwestin wan navçeyan bigrin. Şer hate kirin û xelk hate kuştin. Wan êrîşî xelkê kirin û zor bikar anîn, mal şewitandin û xelk derbider kirin, koçber kirin. Tawana vê yekê li ser fermanrewayên Bexdayê û û wê taxima xiyanetkar a 16ê Cotmehê ye. Ji ber vê yekê, bandoreke pir negatîv heye li ser paşeroja wan navçeyan, ku ev yek nayê qebûlkirin. Ji lewra, di çarçoveya destûrê de em amade ne hemû pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û bexdayê herwiha pirsgirêka van navçeyan jî gotûbêj bikin. Lê niha ew navçe navçeyên dagirkirî ne û pêjayoya bierebkirinê jî berdewam dike.Destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê ji bo aliyan bûye pirsgirêk. Di navbera YNK û PDKê jî de pirsgirêk e. Hûnê vê yekê çawa çareser bikin?Eger bajarek dagirkirî be, ku tu jî di nav de bibî qurbanî, çawa dikarî rastiya wî qebûl bikî? Di bara me de Kerkûk bajarekî dagirkirî ye û em wê rastiya ku Iraq dixwaze bisepîne nas nakin û qebûl nakin. Kurd tev de koçber û derbider kirin, her roj malên Kurdan hildiweşînin, her roj zilmê li Kurdan dikin. Niha em rabin û weke ku ti tiştek nebûye parêzgarekî destnîşan bikin nabe. Em wê îradeya ku li dijî daxwazên gelê me hatiye sepandin qebûl nakin. Li Kerkûkê parêzgarekî hilbijartî heye. Çima îtîbara wî nîne lê kesekî din ji derve anîne û bi zora çek û tang û tifingan danîne, çima îtîbara wî hebe?Di sala nû de hilbijartinên Herêma Kurdistanê û yên Iraqê li hêviya me ne. Bergeh û dîdgeha we li ser paşeroja Kurdan li Iraqê çi ye?Eger binerî, di heyama derbasbûyî de hikûmeta Iraqê pir bi şarezayî qeyran afirandin. Paşî ev qeyran kirin hêcet da ku kar bixe nav karûbarên Herêma Kurdistanê. Qeyrana aborî, ya ewlekarî û hemû ew qeyranên ku hatine dirustkirin û herwiha bi êrîşa ser Kerkûk û navçeyên din, derxistina wan alozî û tevlîheviyan tev de bernameyên hikûmeta Iraqê ne. Lê binere ka çi kirin? Hatine ji çend kêmfêmên Kurdistanê sûd wergirtin da ku careke din werin gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê tawanbar bikin û weke berpirsê van qeyranan nîşan bidin. Lê hikûmeta Bexdayê bixwe sedema serke ya qeyranan bû. Ji kêmfêmên vir sûd wergirtine, ku ew jî werin bi heman mûzîka wan li vir awazan bêjin. Hikûmeta Iraqê bi vê şêwazê nikare pirasgirêkan çareser bike. Rejîmên beriya niha jî bi êrîşkirin, bi têkbirin, bi nasnekirin û tepisandinê nekarîn Kurdistanê bi şêweyekî demokratîk, aştiyane û seqamgîrî birêve bibin. Bi bawweriya me, eger di hilbijartênên pêş de Kurd hemhelwest bin, lê hemû alî, ez nabêjim tenê aliyek û du alî, dikarin bandoreke baştir li tevahiya arasteyên siyasî yên hikûmeta Iraqê bikin.Wate hûn li gel wê yekê ne, ku di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên meha Hezîrana îsal de hemû partî bi lîsteyekî beşdar bibin?Ez bi navê xwe dibêjin, eger hemû partî û aliyên Kurdî bibin yek, nabêjim partiyek an jî du partî herin û paşî vê yekê jî bikin mijara bazara siyasî. Eger hemû Kurd bi hev re yekhelwest bin, ez bawer dikim ku dengê Kurdan dê pir û pir bihêztir be ji wê ku yek bi bi yek herin li gel Bexdayê guftûgo bikin.Çêdibe ku hilbijartinên Kurdistanê di meha Nîsanê de, mehek beriya hilbijartinên Iraqê werin kirin?Çima neyê kirin. Ji xwe pêwîst e bê kirin. Me gelek caran xwestiye nîşan bidin, ku Herêma Kurdistanê di binyadanan û avakirina demokrasiyê de pêşeng e. Hilbijartin jî bingeha demokrasiyê ye. Ma çima em nekarin hilbijartinan bikin? Bi çi sedem û hêcetekî dibe bila bibe, eger aliyek nexwaze hilbijartin werin kirin, an baweriya wan bi xwe nebe û şiyana wan nebe tevlî hilbijartinan bibin, ev tiştekî din e. Lê weke maf û weke pêwîstî divê Kurd vê rûyê xwe yê cuwan nîşan bide û diyar bike, ku pabendî bingehên demokrasiyê ye. Beşdarbûna hilbijartinan gelek pirsgirêkan çareser dike, ku niha hinek alî behsa wê dikin û dibêjin bila hikûmeta demkî were avakirin. Bila hilbijartin werin kirin û her kes pêgeha xwe bibîne. Wê demê hikûmetek tê avakirin, ku gel bi xwe jî piştgirî daye û pesend kiriye. Ew hikûmet pir bihêztir dibe ji wê tifaqa ku çar aliyan di nava xwe de çêkirine.Garantî çi ye, ku piştî 16ê Cotmehê civaka navdewletî parastin û hiştina statuya Herêma Kurdistanê bike?Niha ew aliyên navdeletî yên em li gel wan diaxivin tev de dibêjin, ku ew hikûmeteke bihêz a Herêma Kurdistanê dixwazin lê di çarçoveya Iraqê û pêkanîna pêwîstiyên hemû madeyên destûrê de. Eger hikûmeta Iraqê destûr cîbicî bikira û mafên gelê me binpê nekiriba dibe ku me referandûm jî nekiriba. Lê ji be rev nebû em neçar man. Pêwîstiya me bi garantiyeke navdewletî ye da ku mafên gelê me parastî bin û rastê êrîşên yek bi yêk ên hikûmetên Bexdayê yan jî yên cîranan nebin. Hemû ew welat behsa wê yekê dikin, ku Herêma Kurdistanê ezmûneke serkeftî ye, divê berdewam bike û piştgirî jî didin. Êdî piranî jî li ser me dimîne. Beriya hemû tiştan divê em weke netewe, yekrêz û hevgirtî bin, herwiha divê em li ser berjewendiyên bilind ên neteweya xwe hizir bikin, ne li ser berjewendiyên tak û hizbî. Eger em wiha bikin ez bawer dikim, ku aso û berbangeke pir bi ronahî li pêşiya me ye.Ji bo hevgirtina siyasî ya navxwe çi pêngavek tê avêtin?Hewldan gelek in. di navbera serkirdetiya siyasî ya hemû partiyan de guftûgo heye. Ez bawer dikim, ku hemû alî têgihiştine, ku bi yekalî pirsgirêk çareser nabin, divê em bi hevre bimînin. Ew aliyên ku baweriya wan bi berjewendiyên welat û gel heye û amade ne berjewendiyên xwe yên teng bikin goriyê berjwendiyên welatê xwe, dikarin bereyekî berfireh a siyasî pêk bînin, bi hevre yekhelwest bin û vê ezmûnê bi hevre, bi awayeke serkeftî birêve bibin. Weke min got înşallah emê bi hevre ber bi berbangeke ronahîtir jî herin.Pêşbîniya we ya li ser qeyrana siyasî çi ye?Bi nêrîna min ev tiştekî demkî ye û derbas dibe. Bêguman qeyranên siyasî û aborî tev de bi hev ve girêdayî ne. Lê eger îdareyeke siyasî yê baş hebe dikare rewşa nebaş a aborî derbas bike û ev bi xwe jî dibe palpiştek ji bo pêşxistina rewşa siyasî li Herêma Kurdistanê. Rûdaw

Back to top button