Polîtîk

Em dengê xwe nadin tu aliyekî ku  ew  nabin bersiva daxwaziyên Kurda

Partiya Demokrara Kurdista a Tirkiye bi daxûyaniyekî helwesta xwe ya di hilbijartinên serokkomariya Tirkiye û parlementoya Tirkiye de eşkere kir.Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan daxûyaniyek belav kir û got: Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan biryar da ku , di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de her parti û hereketeke di nav  Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan de ye dê di helwesta xwe de azad be.Piştî vê daxûyaniyê, PDK-T helwesta xwe eşkere kir.Daxûyaniya Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye:


Ji Bo Raya Giştî ya KurdistanêEm dengê xwe nadin tu aliyekî ku  ew  nabin bersiva daxwaziyên KurdaLi  Bakurê  Kurdistanê  roja 2’ê Gûlan’a 2018 me  5 partî û aliyên siyasî , (HEREKETA AZADÎ, Partîya Azadiya Kurdistanê  (PAK ),Partîya Demokrat a Kurdistanê Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)) Tifaqa Kurdistanî ji bo hilbijartina avakirin.Roja 24 Hezîran a 2018’ê li  Tirkiye û li Bakurê Kurdistanê ji bo serokkomariya Tirkiye’yê û parlementoya Tirkiye’yê Hilbijartin çêdibin; AKP, MHP û BBP Tifaqa Cumhur avakirin û aliyek din CHP, IYI PARTI , Partiya Saadetê û Partiya Demokrat jî Tifaqa Millet ava kirin.Du partiyên ku li Kurdistanê bi rêxistin bûn û mafê wan yê beşdariya hilbijartinan hebû ji derê herdû Tifaqan man.Tifaqa Kurdistanî di daxûyaniya xwe ya damezirandina tifaqê de dibêje: Em wek partî û tevgerên ku mafê çarenûsiya miletê Kurd û gelê Kurdistanê diparêzin, ji bo Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê, me li ser van xalên li jêr li hev kirîye. Emê li ser esasê qebulkirina van prensîbên sîyasî, ji bo berfirehkirina tifaqa hilbijartinan xebatên xwe dest pê bikin. Em dixwazin di vê derbarê de gelê xwe agahdar bikin.Hinek prensîbên sîyasî yên ji bo tifaqa hilbijartinê ev in:– Qebûlkirina hebûna miletê Kurd û Kurdistanê û qebûlkirina mafê xweîdarekirina li ser axa welatê xwe, rêzlêgirtina sembol û nirxên gelê me yên netewî.– Qebûlkirina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û li gel zimanê Tirkî weke zimanekî  fermî qebûlkirina zimanê Kurdî.– Qebûlkirina mafên netewî û bawermendiyê yên hemû eqalîyet, dîn û mezheban.– Li dijderketina şer, operasyonên leşkerî, Rewşa Awarte û ji bo çareseriyek e siyasî ya ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê, divê hemû aliyên Kurdan bibin mixatabê diyalogê– Sonda Parlamenteriyê li ser bingehe ku hebûna eqaliyetan û ya miletê Kurd tune bihesibîne û şexsiyeta wan ya netewî rencîde bike hatiye danin. Divê ev sond ji nû ve li ser bingehê qebûlkirina hebûn û îradeya hemû gelan bê sererastkirin.– Ji bo ev prensîbên me yên siyasî di Qanûna Esasî û di qanûnên din de bi cîh bibin û bên parastin, divê em bi rêyên sivîl, siyasî û demokratîk têkoşîna xwe bimeşînin.– Emê mihawile bikin ku li ser van prensîbên siyasî em potansiyela herî berfireh ya siyasî û civakî ya Kurdistanê beşdarî vê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan bikin.– Emê wek Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan, bi wan aliyên Tirkiyeyê yên ku van prensîbên me yên siyasî qebûl dikin re, ji bo tifaqa hilbijartinan di nav dîyalogê de bin.– Ev aliyên ku ji bo avakirina alternatîfek e neteweyî-demokratîk ya ji bo hilbijartinan li hev kirine, li ser  bingeha van prensîbên siyasî    yên ku me li ser li hev kiriye, dê bi alîyên siyasî yên berfireh re hevdîtinan pêk bînin û li gorî encamên van hevdîtinan, dê careke din bicivin û dê di derbarê şêweya beşdariya hilbijartinan de biryara xwe ya dawî bidin. 02.05.2018Tifaqa Kurdistanî biryar girt ku, gora van prensîban li gel HUDA-PAR û HDP’ê pêywendî dêyne . 3  Gulan 2018 serdana HUDA-PAR û 4 Gulan 2018ê serdana HDP’ê kir da ku ew jî  di nav tifaqa Kurdistanî ya hilbijartina de tifaqa sisiyan  çêbikin, xwe berfirehtir bike.HDPê da xûyakirin ku wê bersiva wan bide. Lê mixabin hevkariya hilbijartina ji bo helwesta HDPê ya yekalî pêknehat û ti guh nedan prensîbên ku Tifaqa Kurdistanî radestî wan kirîn. Herweha di vê derbarê de berpirsên KCKê jî daxûyani dan û eşkere gotin ku nabê HDP di vê qonaxê de tifaqa li gel aliyên din yê Kurd bike.  Ev yek jî bû astengek ku li gel HDP’ê tu hevkarî ji bo hilbijartina pêk  nehatin. Di rastiya xwe de HDP’ê nekarî bi îrada xwe hereket bike û bibe xwedî helwest.Li ser helwesta HDP’ê Tifaqa Kurdistanî daxûyaniyek belav kir û sedemên ku hevkariya hilbijartina nehatî kirin ji Raya Giştî re da xûyakirin. Herweha Tifaqa Kurdistanî bersiva îdiayên berpirsên KCK’ê jî da û helwesta wan ya  astenkkirina tifaqê jî rexne kir.  Niha Tifaqa Kurdistanî di hilbijartinan de dixwaze piştgiriya Selahadin Demirtaş  bike.Me wek PDK-T dixwest hewildanên Tifaqa Kurdistanî li gel HDP’ê li gora hinek prensîbên netewî û Kurdistanî bigihe encamekî û di hilbijartinan de  Tifaqeke Kurdistanî bê avakirin. Lê Mixabin ev pêk  nehat.Niha em wek PDK-T tu cara xwe ji Tifaqa Kurdistanî nadin aliyekî,  em vê Tifaqê weke destkeftinek pîroz dibînin, divê ev Tifaq bidomê û her demî ji bo Tifaqên Kurdistanî tişta bikeve ser milê me  emê  pêkbînin. Ji ber ku hêviya me ewe ku ev Tifaqaye ji bo hilbijartina  di pêşde  pêkhatî berdewam be û bibe bingehê Tifaqa Kurdistanî ji bo destxistina mafên miletê me yên rewa.Em her demî, bi her awayî ji sûdwergirtina berjevendiyên miletê Kurd amade ne.Bi tevlî ku me PDK-T di hilbijartinên derbasbûyîn de, di manîfestoya xwede diyar kiribû ku em ne talibin ji desthilatdariya Tirkiyayê  re,  lê  em dê ji desthilatdariya Herêma Kurdistanê re talîp bin.  Tenê ji bo Tifaqa Kurdistanî pêk werê me fedekarî kir.Mixabin êdî em wek Partî nikarin pê li hemû prensîb û biryarên xwe bikin û piştgiriya aliyekî siyasî bikin. Divabe em li ser îlke, bîr û baweriyên xwe xwedî helwest bin, berjevendiyê milletê xwe biparêzin.Bernameyên tu aliyek siyasî yê hilbijartina bersiva daxwaziya miletê kurd nade  û ev  Partî hemî  mafê miletê Kurd binpê dikin, ji ber vê em wek  Partîya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) piştgiriya tu aliyek siyasî nakin û dengên xwe nadin.Cejna remezana isal li hemû misilmanan, û li miletê Kurd pîroz be. Ew di nav aramî û azadiyê de bijîn.11.06.2018Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye  (PDK-T)

Back to top button