Polîtîk

Em dev ji nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê bernadin

Serok Barzanî li gel hijmareke zêde ji rêspî, mezin û kadroyên civata Serkirdatiya PDKê ya li Kerkûk û Gerimiyanê civiya.Di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku me beriya niha çend caran diyar kiriye ku lazime Kerkûk bibe mînaka bihevre jiyanê bo tevahiya pêkhateyan û di warê îdare kirinê de jî lazime Kurd gelek bexişende be û dev ji parên xwe berde daku pêkhateyên din jî bibin xwedan post anjî par, û niha jî em her li ser heman hizirên e û tekez dikin ku Kerkûkê bajarê bihevre jiyana aştiyaneye bo tevahiya pêkhateyan.Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku em bi ti awayî dev ji nasnameya Kurdistanî bûna Kerkûkê ber nadin û lazime rewşa niha ya li Kerkûk û derdorê û tevahiya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê li gor madeya 140 ya destûra bingehîn ya Îraqê were normalkirin û nabe dagîr kirina Kerkûkê bibe emrê waqê.Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa binpê kirina destûrê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve di nava çend salên derbasbûyî de kir û balkêşande ser biryara gelê Kurdistanê bo referandumê û bûyerên piştî referandumê û êrîşên piştî referandumê.Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku devera Gerimiyanê di warê qurbanî danê de bi dirêjahiya têkoşîna rizgarî ya gelê Kurdistanê qurbanî daye û xuşik û birayên me li wan deveran gelek rastî eşkence û zilmê hatine.Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa rewşa siyasî ya Kurdistan û Îraqê jî kir û balkêşande ser hilbijartinên meha 5an ya parlementoya Îraqê û diyar kir ku her çend neyar û nehez wisa hizir dikirin ku PDK vê jiber wan zextên siyasî û abûrî were jinavbirin û rastî şikestê bibe, lê jiber fedakarî û xebata kadro û xelkê, PDK karî ku li ser astê Kurdistan û Îraqê weke hiz bibe yekem hizb.Serok Barzanî herwiha behsa danûstandinên navbera aliyên siyasî yên Îraqê yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê jî kir û diyar kir ku me sê pirensîbên serekî destnîşan kirine û em li ser vê yekê ku nabe hikmeke takekesî hebe biîsrarin û bo ku şaştiyên berê neyên dubare kirin lazime hikûmeta nû li ser esasê sê pirensîban were avakirin ku ev jî şeraket(hevparî) rastîn, tevafoq(lihevkirin) û hevsengî ne. 

Back to top button