Civak

Em encama hilbijartinê qebûl nakin

Çar partiyên Kurdistanê civiyan û nirxandinek li ser hijmartina dengên parlementoya Iraqê bi dest kirin.Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî, Hevpeymanî bo Demokirasî û Dadperwerî û Komela Îslamî dan xûyakirin ku ew encamên hilbijartinên parlementoya Iraqê nasnakin. Herweha dê ji bo vê jî hemû rêyên yasayî bi kar bînin.Ji aliyek din ve behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî kirin û dan xûyakirin ku, divê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê ku 30 Îlonê de çêdibin pakij bîne kirin û bê asteng bin da ku aliyên siyasî pê bawerbin.Wek gelek welatan li Kurdistanê jî Dezgehek Bilind yê Hilbijartinê heye. Hemû biryarên di derbarê hilbijartinan de ev dezgeh dide. Lê hêj nihave ev her çar partî ne razîbûna xwe bi awayek veşartî didin kifşkirin.Di rastiya xwe de ev partî çi dixwazin nayê zanîn. Hinek ji van partiyan bi temamî li dijê berjewendiyên netewî li Kurdistanê kar dikin. Beşek ji wan Kurdistanê radestî Bexdayê dikin û dema pêwistbe dewsa Kurdistanê de li ba Bexdayê helwesta didin nîşandan.Ji aliyek din partiyek ji wan pêwendî li gel DAÎŞê hene û ev yek hatiye tesbît kirin. Heta niha hukumeta Kurdistanê û dezgehên dadwerî ji bo çi li himber vê partiyê yasayê bi kar naynê nayê zanîn.Ev partî denga winda dikin , ji bo vê yekê jî hêj niha ve gumanê têxin ser hilbijartinên Kurdistanê. Her demî sedeman ji binketina xwe re amade dikin.Ji aliyek din ev her çar partî bi çi mebestê û li ser çi prensîba tên ba hev nayê zanin, hinek xwe çep, hinek demokrat hinek jî îslamiyên tundrew û hinek jî xwe îslamî didin nasandin. Gelo ji bilî aloziya li Kurdistanê çêbikin çi wan digihênê hev cihê pirsê ye.Nûçe/Analîz

Back to top button