Polîtîk

Em ne amadene fedekariyê bikin

Daxûyaniya Partiya Sosyalist a Kurdistanê


PSK: Em amade ninin fidekariyê bikin

Rojnamevanên hêja,

Têkçûna pêyvendiyên Tirkiyê û Dewleta yekbûyî ya Amerîka (DYA) bandora wê lî ser aboriya Tirkiyê rojeva siyasî ya vê welatê dagirtiye.

Sîstema aboriya Tirkiyê li ser dolar ava bûye. Kirin ji derwe, bi gotineka dinê varîdatê Tirkiyê bi dolarê ve dibe. Ji ber vê yêkê jî bilindbûna nirxê dolar li hemberê lirayê Tirkiyê aboriya Tirkiyê serobin kiriye. Ji ber bilindbûna nirxê dolarê di demekê gelek kin da, di nava du sê rojan da deynê dewleta Tirk yên hundurî û derweyê gelek zêde bûn. Bı gotineka dinê gencineyê dewletê vala ye û dewlet bona tijê kirina gencineyê wê bac û gumrikê zêde bike, tişt û mişt wê bahatir bin.

Encama bilindbûna nirxê dolarê, gelek kargehên piçûk û mamnavendî rû be ruyê qeyrana aborî ne, nikarin karê berhemanînê berdewam bikin.

Amarên resmî nişan didin, ku di van du- sê hefteyên borî da gelek kargeh hatine girtin û karkerên wan deran jî bêkar bûne. Bi gotineka dinê rijeyê bêkaran gelek zêde bûye û roj bi roj zêde dibe.

Her ji ber bilindbûna nirxên dolarê karmend û karker di şevek û du şevan da feqîr û hêjartir bûne.

Ji ber eve ye, ku berhemanîna Tirkiyê girêdayiya derweyî ye û gelek tiştên xwarinê wekî birinc, nok, genîm û gost û her usa derman û tiştên tendurîstiyê ji derwe tên bihayên wan tiştan herku diçe bilind dibin. Feqirtî û bahatî destê xwe dane hevdu, roj bi roj zêde dibin û jiyanê xelkê jî roj bi roj dijwartir dibe.

Rojnamevanên delal,

Berpirsên serekî ya vê rewşa aboriya xirap hikumeta AK Partî û Erdoxan bi xwe ne, ne kes û aliyên dinê. Ji ber ku eva 16 sal e ew desthilatdar in û siyaseta aboriyê ew bi xwe dest nişan dikin.

Her usa sedema bingehin a vê rewşa aboriyê siyasî ye, siyaseta hikumeta AK Partî ye.

Herweki karbidestên rejimê dibêjin, Sedema vê rewşê ne nakokiya Tirkiyê û DYA li ser papazê Amerîkî Brunson e. Pirsgirêka Brunson tenê hencet e.

Bilî ji vê, gelek xalên nakok hene di navbera Tirkiyê û DYA da, ku pêyvendiya herdu welat xirap dikin. Pirsgirêka Suriyê, pêyvendiya DYA ligel YPG, gemeroya (abluqa) Îranê, zindanî kirina berpirsên HALKBANKê, dadigeh kirina Riza Zerab û kirina saruxên S-400 ji Rusyayê û firokeyên F-36 xalên serekî ne, ku pêyvendiya herdu welat têkdaye.

Sedema qeyrana aboriyê, ku Tirkiyê têda ye, siyaseta hundurî û derweyî ya hikumeta AK Partî ye. Rewşa Awerte ye, binpê kirina mafên mirov e, tengeber kirina azadiyên bîrûbawer û xwerêxistin kirin e. Militarîze kirina Kurdistana Bakur e, pêgirtin li ser operasyonên leşkerî ye, bi kar anîn û kurtir kirina tundûtijiyê ye, siyaseta êrîşkar û dagirkerî ye li Suriyê û bi taybetî li Kurdistana Rojava. Rewşa sîstema adalet e, ku bi temamî ketiye destê hikumate û bi desturên hikumat bi taybetî bi gor gotina Erdoxan biryar dide.

Belê rast e desteverdana derweyî bi taybetî tedaxula DYA li ser aboriya Tirkiyê hene. Lê belê sedema birgehîn vê qeyrana hanê ne desteverdana derweyî ye, sedemên hudurî û siyasî ne. Çareserî jî bi li ber çav girtina vê rastiyê ve dibe.

Lê belê hikumeta AK Partî û Erdoxan her tim behsa destêverdana derweyî dikin û daxwaz ji gelê feqîr û hêjar dikin, ku ji bona, ku ji vê qeyranê rizgar bin, fidakariyê bikin û dibêjin „em hemu di keştiyek da ne, eger keştî niqum be, em hemu bi hevra niqum dibin.“

Em wekî PSK radigihinin, ku em amade ninin fidekariyê bikin, kî û kijan çîn û hêz heya niha ji vê rejîm û sîstemê sudmend bûne û dibin, bila ew fidekariyê bikin

Em wekî PSK radigihinin, girîng ev nine, ku em di keştiyek bin an na, girîng ev e, ku hevsarê keştî destê kî da ye berê keştî ber bi ku ye?

Tişteke eşkere ye, ku keştî di bin qontrola Erdoxan da ye û berê wê jî ber bi hikumdariya taqekesî ye, otorîterî ye, ku ev yêka hanê, siyaseta Erdoxan ya heyî nikare qeyrana hanê çareser bike û rewşa siyasî û aboriyê asayî bike.

Ji bona ku Tirkiyê ji vê qeyrana aboriyê rizgar be, divê siyaseta aborî û civakî û derweyî ya dewletê bê guhartin.

Em carekî dinê banga Erdoxan û hikumeta wî dikin, ku devjê siyaseta tundûtijiyê berdin, lihevhatin û aşitî û diyalogê bikine bingeha siyasetê û bona demokrasiyê gavan bavêjin.

Usa xuya ye, ku giranî û bêkarî wê roj bi roj zêde bin.

Em banga sendikayan, dezgeyên pişeyî û komelên demokratîk û partiyên siyasî dikin, ku destê xwe bidine hevdu û dijî bêkarî û giraniyê kar û çalakiyên aşitiyane encam bidin, daku baca vê qeyranê zahmetkêşan nedin.

Amed, 16 Tebax 2018

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

 

Back to top button