Nivîsar

Erdogan pozisyona xwe bi dest xwe amade kir

Antropologa Civakî yê rojnama New York Times Jenny White ji berî hilbijartinên Tirkiye yê 24 hêziranê nivîsek nivîsî û di vê nêvîsêde rewşa civakî li Tirkiye analîz dike û dibêje: Erdogan baweriya xwe pişgiriya dengên ku ji berî niha girtîn anî   û ev rewşa îro ji bo xwe amade kir.White dibêje: Tirkiye li himber demokrasiya prlementerizmê, dê ji bo sistema serokatiyê û serokek xwedî desthilên berfireh denga bide. Serokkomar Erdogan ji berî niha nêzikî %50 deng digirtan , ji xwe bi vê baweriyê, rewşa îro ji bo xwe amade kir.Jenny White li Zaningeha Stockholmê beşê Xebatên Tirkiye de kar dike. White dide xûyakirin ku , gelek gurubên cuda li himber Erdogan hêza xwe dane hevûdin û dixwazin vê desthilatdariya Erdogan bişkînin.Di nivîsa xwe de Wite dibêje: Di vê civaka ku gelek parçe bûyî de şansê yekitiyek civakî û siyasî çîye?, Piştî teşebûsa darbeya Temuz a 2016ê zêdeyî 100 hezar kes binçav kirin û ji karê wan dûr xistin. Îdiayên ji bo girtin û ji dûrxistana kar gelek basît bûn. Hevalekî heta cîranekî yan jî kesek  bê ku navê xwe eşkere bike dikariya giliyek bê bingeh bike û gelek kes bi tohmeta Terorê binê girtin.AKP û gelek ji xelkê Tirkan, ji bo teşebûsa darbeyê, hereketa xizmetê û zilamê olî Fethullah Gulen tawanbar dike. Herweha di medyayê, perwerde û bazirganiyê de tehekuma vê tevgerê gelek berfireh bû. Ev hereket bi temamî hatiye tawanbar krin .Ew kesên zaningehên vê tevgerê xilas kirîn bi salan dezgehê dewletê de kar kirine û pişgiriya AKPê kirine.Rêya AKP û Gulen dema ku hinek dozerên ku girêdayê vê hereketê dihatin qebûl kirin, ji bo gendeliyê li dijê derdora Erdogan ya nêzik doz vekirin ji hevûdin veqetiya. Gruba Erdogan ev tevger itham kir ku li himber dewletê dewletek din rêve dibin. Bi vê hêcetê ev tevger wek rêxistinek Terorist îlan kirin.White îdia dike ku, Tirkiye ji sala 1923ê heta niha nekariye nasnemeyek netewî peyda bike. Her deh salan darbeyek pêkdihat.Demek civat di rewşek awarte de dihat îdare kirin.White analiza civakî dike û dibêje: Tirkiye di qonaxên cuda de di warê civakî de, ji aliyê, oli, îdeolojik û etnîkî de parçebûye. Pêwendiyên di navbera van gurubên cuda yên civatê de li ser bigehek dijminatî hatine avakirin. Salên 1970an de, dema li Enqere xwendevanbûm, şerek dijwar di navbera çep û grubên rast de hebû. di van şeran de zêdeyî 5000 kesî jiyana xwe ji dest da. Tirkiye niha jî wek salên 1970 di civakek girtî de cudabûyên çêbûyîn bi awayek din dijî.Ji bo çi ev dabeşbûna civakê wek dijmineyatî belav dibe? Ji ber ku dezgehên dewletê ne berjewendiyên hemwelatiyan diparêzin, ew hemû tenê ji bo berjewendiyên dewletê kar dikin.Ji bo vê jî gelek malbat û aliyên civakî ji bo xwe biparêzin tevlî grubên di nava civatê de heyîn dibin, wek aliyên olî û îdeolojik.Wek din White dide xûyakirin ku li Tirkiye piranî li dûv seroka diçin û ev serok ji partiyan û rêxistinan behtir bandorê li civakê dikin.

Back to top button