Civak

Ew xurtê keça 14 salî li Almanyayê kuştî li Duhokê hat girtin

Rêvebirê polîsê Duhokê ragehand ku ew xurtê keçeke 14 salî li Almanyayê kuştî û reviye Kurdistanê, li Duhokê hatiye girtin û niha di bin lêkolînê de ye.Tariq Ehmed rêvebirê polîsê Duhokê di daxuyaniyekê de ji malpera Evrê re eşkere dike ku, hikûmeta Almanyayê bi rêya kanalên xwe peywendî bi hikûmeta Kurdistanê  kir ku xurtekî  21 salî keçeke 14 salî li Alamnyayê kuştiye û reviyaye Kurdistanê, wezareta navxwe jî li ser wê pirsê dest bi ger û lêkolînan kir û ew xurtê tawanbar li Duhokê hatiye girtin.Rêvebirê polîsê Duhokê dibêje: Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê peywendî bi min kir û zaniyariyên li ser wê bûyerê bi min dan. Min jî sê efserên nehêlana tawanan li Zaxo ji bo bûyerê bişopînin raspartin û piştî 7 demjimêran karîn tawanbarî  bin çav bikin û niha di bin lêkolînê de ye.Hikûmeta Almanyayê jî sipasiya hikûmeta Kurdistanê û wezareta Navxwe dike.

Back to top button