Hevpeyvîn

Ewên dibêjin ji bo referandûmê Kerkûk hat dagîrkirin, dixwazin xiyanetê pakij bikin

Parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, niha Kerkûk dagîrkirî ye û pêwîst e mercê çûna Kurd bo Bexdayê, asayîkirina rewşa Kerkûkê be.Necmedîn Kerîm di hevdîtina ligel bernameya “Basî Roj” a K24ê de ragihand, pêwîst e biçin Kerkûkê û rewşa bajêr asayî bikin û xizmetguzariyê vegerînin bajarê Kerkûkê.Got jî: “Ewên bûne sedem ku ew karesat bi ser Kerkûkê de hatiye, niha dengên wan nayin bihîstin. Kes nizane ew li kû ne. Mijûlî propagandayê ji xelkekî din re ne.”Li ser dengoya ku Necmedîn Kerîm ji karê siyasî dûr ketiye, got: “Ewên min dinasin, dizanin ku ti rojekê ji miletê xwe dûr neketime. Li Amerîka jî ligel gelê xwe bûme. Nikarim ji miletê xwe bidûr bikevim. Ew di giyan û xwîna min de ye.”Derbarê rewşa Kerkûkê got: ”Kerkûk û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatine dagîrkirin. Rewşa wan ne asayî û ne libar e. Veger jî dibe bi awayekî be ku xizmeta wê were kirin û rê li zor û stemê were girtin.”Herwiha got: “Divê mercê yekem yê Kurd ji bo çûna Bexdayê ew be, rewşa navçeyên Kurdistanî asayî bibe. Heger ew merc nebe, Kurd beşdarî her hikûmetekê li Bexdayê bike, tê wateya mikuhatina li wê rewşê.”Derbarê metirsiyên terorê de, Necmedîn Kerîm got: “DAIŞ roj bi roj çalakiyên wê zêdetir dibe. Îro DAIŞê li gundekî 2 welatî şehîd kirin. Rojane teqîn tên kirin. metirsî li ser welatiyan heye. Vê sibehê jî li taxeke Kerkûkê stranbêjekî genc hate kuştin. Tevgera DAIŞ li Daqoq û Dubiz heye û welatiyan direvînin. Ewlehî li Kerkûk nîn e. Ewên niha ewlehiya Kerkûkê di destê wan de ye, berî sê salan nekarîn gundê Beşîr yê Tirkmenî ji destê DAIŞê rizgar bikirina.”Li ser ewên dibêjin ku ji ber referandûmê Kurdan Kerkûk jidest da, Necmedîn Kerîm got: “Ti pêwendiya referandûmê bi dagîrkirina Kerkûkê nîn e. Berê jî di sala 2008an de hêz ber bi Kerkûkê ve anîn. Di sala 2012an jî operasyona Dîcleyê kirin, lê em rûbirûyî wan bûn. 2015an jî hêz ber bi Xurmatûyê v biribûn. Ewên dibêjin bi sedema referandûmê Kerkûk hat dagîrkirin, dixwazin xiyanetiyê pak bikin.”Tekezî li ser wê yekê kir jî, poşmanî ji referandûmê nîn e û got: “Ne poşman in, heger ew rewş vegere dîsa ligel referandûmê dibim. Referandûm biryara nexşerêya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û tevahiya serkirdatî û Polîtburo û Encûmena Navenda wê bû.”Herwiha got: “Çend kesan (Îsabe) ku hêz di destê wan de hebû, ew kar kirin. Serkirdatiya rewa ya YNKê hemû ligel proseya referandûmê bû.”Necmedîn Kerîm ew kesên di nava YNKê de bi xiyanetê tomebar kirin û got: “Daxwaz dikim ew rewşa li Kerkûkê bê guhartin. Min daxwaz ji kak Kusret Resûl jî kiriye ta YNK rabe ser xwe, pêwîst e li ser wê pirsê lêkolîn pê re were kirin. Ewên bûne sedema wê rewşê bila werin sizadan. Ez jî di wê derbarê de amade me ji her lêkolînekê re. Ji ber wê jî naçim ti civîneke çalakiyên YNKê, ji ber ku nikarim biçim civînekê û li hember wan kesên ku tiştên xirab kirinê rûnim.”Derbarê fermana girtinê de, Necmedîn Kerîm aşkere kir,  hin kesên ku bi zimanê Kurd diaxivin li pişt wê hewla girtinê ne û wan gef li dadweran xwarine. Got jî: “Li gor zanyariyên li ber destê min hene, wan dadwerên Kurd fermana girtina min dane. Dadwerên ji pêkhateyên din ên Kerkûkê xwastin hewla pêdaçûnê di dosya min de bikin, lê bi zimanê Kurd gef li wan hat xwarin.”Got jî: “Hin (Îsabe) li Silêmaniyê destên xwe danîne ser mal, milk û tiştên min yên taybet.” 

Back to top button