Polîtîk

Ez bi vê îxanetê îftixar dikim

Ala Talabani endamê serkirdiyatiya YNK û berpirsa gruba YNKê ya berê di parlementoya Iraqê de. Ala Vîdeoyekî ji bo xwe baş bide nasandin belav kiriye û dibêje: Ew hewldanên ez ji bo yekitiya axa Iraqê dikim, ji aliyê gelê Kurdistanê ve wek ixanet tê qebûl kirin. Eger îxanet evbe ez bi vê îxanetê îftixar dikim.

Ala Talabani vîdoya ku belvkiri de dibêje: Ez vekirî li dijê serxwebûna Kurdistanême.

Dema baskê xiyanetê Kerkûk radestî Heşda Şeibî kirî, Ala Talabani di eniya şer de serdana hêzên Heşda Şeibî kir û dabû xûyakirin ku , ew spasiya Heşda Şeibî dike ji bo Kerkûk vegerandin ser Iraqê.

Ala Talabani demekî televizyonek Iraqî de dabû xuyakirin ku, Talabani di eslê xwede ne kurdin û ew ji eşîretek erebên Şîene û navê eşîra wan jî Benî Esedî ye.

Ala Talabani niha di listeyek ya pariyek Iraqî de ji bo parlementoya Iraqê berendame. Hilbijartinên parlementoya Iraqê  12ê Gulanê têne li darxistin.

Back to top button