Cîhan
FKKS: Em şewitandina Ala Kurdistanê bi tundî şermezar dikin…
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, êrîşa li rojavayê Kurdistanê bajarê Qamîşlo li dijî Encûmena Niştimaniya Kurdistanê li Suriye ENKSê û Partiya Demokrata Kurdistanê li Suriye PDKSê ku di 24ê Nîsanê de ji aliyê grûpên çekdar ve hatî kirin û şewitandina ofisên wan û Ala Kurdistanê bi tundî şermezar dike.
Ev kirinên hovane ne bi tenê xizmeta dijmin dike. Li şûna ku em dubendiya di navbera Kurdan de kûr bikin, bila ji bo yekîtî û hevkarîyê bixebitin. Divê Kurd li hemberî hev nesekinin; Divê em hêzên xwe li dijî hêzên dagirker bikin yek, ne li dijî hev.
Em bang li rêveberiya Rojava dikin ku ji bo tespîtkirina berpirsyarên van kiryaran û darizandina wan demildest tevbigere.
Berzan Kockaya
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê