CîhanPolîtîk

Gelo Tirkiye hêja hevpeymanê Amerikaye..?

Rojnama Amerikî New York Times, li ser rewşa pêwendiyên Tirkiye û Amerikayê nirxandinek dike û îdia dike ku rewşa Tirkiye ber bi qonaxek gelek xirab ve diçe.Rojname dide xûyakirin ku, demekî Trump zêde hij Erdogan dikira. Heta di civîna NATO yê de dema kulmen xwe li hevdidan wek nîşana dostaniya wan bû. Krîza keşe Brunson bu sedemek pirsên ketên serhev mestir kir û carekî de bi awayek xeter pêwendî ber bi xirabiyê ve çûn. Ev yek pirsekî dertêxe hole: Gelo Tirkiye hêja hevpeymanê Amerikayê ye?Rojnama dibeje ku, Girêdana dîrokî ya nevbera Tirkiye û welatên Ewropa de, bi çuyina Erdogan ya ber bi desthilatek otokratik ve û şerê Suriye bû wek imtihanekî ji bo Tirkiye. Ji aliyek din ve di destpêka ku Erdogan hatî ser desthilatê dida nîşandan ku, Tirkiye wek welatek Îslamî û demokratik bikeve nava Yekitiya Ewropayê de.Erdogan gelek reform pêkanîn.Lê salên derbas dibûyan Erdogan ber bi populîzmekî ve bir, bû qewmiyek çalak û muhafazakarek civakî.Li gora rojnamê, Tirkiye li Suriye  dijê hevpeymaniyên Amerika şer kir û di pirsa Îranê de guh neda Amerika û li dijê Amerikayê li gel Îranê hevkarî kir. Ji hemûyê girîngtir Tirkiye dixwest Amerika Fethullah Gulen teslimê wan bike û ji bo vê jî Tirkiye ji Amerikayê gelek aciz bû.Amerika wek hevpeymanên xwe ne tenê Tirkiye dûr xist. Rojname helwesta Yekitiya Ewropayê ya ku berendemetiya Tirkiye dayî sekinandin jî rexne dike û didbêje wan jî Tirkiye ji xwe dûr xist.New York Times dibêje:Tirkiye hêdî ji vê blokê qetiyaye ,serdestiya hukukê nemaye,Ekonomiya Tirkiye ya aloz bi helwesta Amerika hêja aloztir dibe.Rojname dibêje hêja gelek mecala Trump heye ku guvaşa li ser Tirkiye bike.Rojaname di dawiya nivîsa xwe de dibêje:Dirokek ku nexweş ya nêzik a Tirkiye, cardin pirsa ku ; ka demokrasi û îslamî bi hevre dibe anîye rojevê. Ne tene demokrasiya di hilbijartina tê temsil kirin,wekhevî, azadiya çapemeniyê, azadiyên din.. Yani demokrasiya Liberal  têxe rojeva Tirkiye de.

Back to top button