Dosya

Hakimekê kurd fermana girtina waliyê Kerkûkê dide

Mehkemeya vekolînan ya Kerkûkê bi biryara jimare 29 ya roja 23.05.2018ê biryara girtina Necmedîn Kerîm waliyê berê yê Kerkûkê da û biryara destbiserdagrtina mal û mike wî jî hatiye dan.Hakimê ev biryar derxistî bi navê Sebah Mihemd kurd e û ser bi Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê ve ye. Vî hakimî berî çend rojan fermana girtian Rêbwar Talebanî serokê civata wîlayeta Kekûkî jî da bû.Li gor briyara dadgeha vekolînana ya Kerkûkê, biryara girtina Necmedîn Kerîm li gor madeya 36 ji yasaya jimare 11 a sala 1969ê ya cezayên Îraqê ye “Xerap bikaranîna serwet û samanê dewletê …..”Weke tê zanîn piştî xiyaneta 16 oktobera sala borî, Necmedîm Kerîm ji Kerkûkê hat Hewlêrê û li wir akincî bibû, grûpa xiyaneta 16ê oktoberê xanî û malê Necmedîn Kerîm li Silêmaniyê talan kir, û Necmedîn Kerîm  niha li Amerîkayê ye.

Back to top button