Civak

Hêjmarek çekdarên DAÎŞê yên kurd hatin girtin

Li gora nûçeya Rûdawê, Dezgeha Asayişa Kurdistanê di daxuyaniya xwe de çawaniya hatina çekdaran, mana wan, eşkerebûna wan û revîna wan heta desteserkirin û kuştina wan a li Rojhilatê Kurdistanê eşkere kiriye. Herwiha hatiye diyarkirin ku du endamên DAIŞê yên bi navê Ş.M û M.M ku herdu birayên mezin ên terorîst Dilşad Bawenûrî ne, li gel komeke terorîst û gumanbaran hatine desteserkirin.Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku hêzên Rêveberiya Asayişa Germiyanê li ser bingeha zanyariyên bi hûrgilî yên derbarê hebûna hejmareke çekdarên nenas de ku li devera Pelkane ya nêzîkî Xurmatûyê ketine liv û tevgerê ji bo ku bikevin Germiyanê, piştî lidûvçûnên bi baldarî, eşkere bû ku çekdarên DAIŞê li devera Bemo hatine dîtin.Dezgeha Asayişê diyar dike ku hêzên Asayişa Germiyanê cihên xweveşartinê yên çekdarên nenas eşkere kirine û piştî eşkerebûna cihên wan, hêzên asayişê rûbirûyî çekdaran bûne û ji wan daxwaz kirine ku nasmaneyên xwe eşkere bikin û xwe radestî hêzên ewlehiyê bikin, lê çekdar bersiv nedane hêzên ewlehiyê û di navbera wan de bi dirêjahiya 30 xulekan şer û pevçûn qewimiye.Herwiha di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ku terorîstê bi navê M.M ku Kurd e û birayê mezin ê terorîst  Dilşad Bawenûrî ye li devereke Germiyanê û birayekî wan ê din ê bi navê Ş.M hatine desteserkirin.Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê spasî li gelê Kurdistanê dike û eşkere dike ku gelê Kurdistanê her dem pişt û penaha hêzên Asayişê bûne.

Back to top button