Li rojên sêşem 15.05.2018 û çarşem 16.05.2018 her yek ji Seyîd Muqteda Sedir Serokê Tevgera Sedir û Hadî Amirî Serokê Hevpeymaniya Fetih û Seyid Amar El Hekîm Serokê Tevgera Hîkme û Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê û Serokê Lîsta Nesir û Fuad Me’sûm Serok Komarê Iraqê li rêya peywendiya telefoniyê ve derencamên hilbijartinê li gel Serok Barzanî nirxandin.Her li van peywendiyên telefoniyan da serkirdeyên Iraqî pîrozbahiyên serkeftina lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê li hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê de li Serok Barzanî kirine û di derbarê qonaxa piştî hilbijartinê li gel Serok Barzanî danustandina bîr û ramanan kirine.
Pêş
17/04/2024
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê kir
17/04/2024
Serok Barzanî cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzidî pîroz kir
Têkildar
Balkêş e ?
Close