Polîtîk

Hejmartina dengan li Silêmaniyê PDK kire partiya sêyem

Piştî ku bi destan dengên parêzgeha Silêmaniyê hatin cudakirin û hejmartin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji rêza pêncem, bû hêza sêyem a Silêmaniyê.Berdevkê Encûmena Serkirdetiya PDKê yê li Silêmanî dibêje ku di dengên Silêmaniyê de pêkhatina guhertinên mezin derdixe holê ku sextekariyeke mezin li Silêmaniyê hatiye kirin.Lê belê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) diyar dike ku guherîna hejmaran ne giring e, çimku her çi were kirin, dîsa YNK yekema du parêzgehan e.Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê jî destnîşan dike ku ev rêjeya dengên cudakirî kêm e û eger zêdetir sindoq werin cudakirin û hejmartin, dê guhertineke mezin çêbibe.Berdevkê Serkirdetiya PDKê yê li Silêmanî û Helebceyê Eta Şêx Hesen ji Rûdawê re ragihand: “Piştî cudakirina dengan û bi wergirtina nimûne ji çend sindoqan, derdikeve holê ku dengên me gelek zêde bûne û em ji rêza pêncan bo rêza sêyem bilind bûn, ev jî qebareya sextekariya aliyên li hember derdixe holê.”Li gor belgeyên ku ketine destê Rûdawê encamên cudakirina 119 sindoqên parêzgeha Silêmaniyê bi vî rengî ye:1- Tevgera Goran 6220 deng2- Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) 5495 deng3- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 3001 deng4- Nifşê Nû 3000 deng5- Komela Îslamî ya Kurdistanê 2420 deng6- Hevpeymaniya  bo Demokrasî û Dadperweriyê 1836 deng7- Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê 1716 dengLê belê YNK dibêje ku guherîna hejmaran ne giring e, çimku her çi were kirin, dîsa YNK yekema du parêzgehan e.Berpirsê Beşa Rahênan û Rapirsiyê ya Dezgeha Hilbijartinan a YNKê Ehmed Nemlî ji Rûdawê re ragihand: “Li cihekî deng kêm bûye û rêzbend guheriye, ev encaman naguherîne û YNK her weke xwe dimîne û dê li Kerkûk û Silêmaniyê her yekem be.” Rûdaw

Back to top button