Nivîsar

Herêma Federe Ji Bona Dewleta Kurdistanê Stabilîzê Dibe..

  Îbrahînm GUÇLU([email protected]) Miletê kurd jî, ji bona ku dewleta xwe ava bike 200 sal e ku xebat û têkoşîna xwe dimeşîne. Hezar mixabin miletên li dinyayê di merheleyekê gihîştine armanca xwe û dewleta xwe ava kirin. Hezar mixabin miletê kurd hîn jî negihîştiye armanca xwe û dewleta xwe ava nekiriye. Lê tu wext jî dest ji avakirina dewletê, serxwebûn û azadiya xwe ber nedaye.Loma jî miletê kurd 200 sal e ku di şertên gelek awarte û neasayî de dijiye. Di vê qonaxê de jî ew şertên miletê kurd yên awarte û neasayî didomîne. Miletê kurd di şertên gelek zehmet re derbas dibe. Ew şertên awarte û neasayî ji bona hemû beşên Kurdistanê derbas dibe.Li Bakûrê û Rojhelata Kurdistanê miletê ji hemû mafên xwe bêpar e. Pêşeroja xwe jî pirr baş nabîne. Li Rojavayê Kurdistanê miletê me bi her awayî di bin xeteriyê de. Gor şertan li Rojavaya Kurdistanê dûr nîne ku deriyekê xeter vebe û bê girtin. Li Başûrê Kurdistanê miletê kurd hatibû qonaxa dewlet avakirinê, hezar mixabin ji wir hat vegerandin.Gelo nûha li Başêûrê Kurdistanê çi dibe? Divê çi bê kirin? Ez dixwazim vê yekê biçek bikol im. Lê diyar e ku mijara Başûrê Kurdistanê li Kurdistranê wek her daîm di vê qonaxê de jî mijara serekê ye. Li Başûrê Kurdistanê zelal bûn û gavê pêşve bên avêtin di beşên din yên Kurdistanê de jî dê gûhertin çê bike. An jî gavên li Başûrê Kuırdistanê paşve bê avêtin li hemû Kurdistanê bandor û tesîreke nebaş dike. Em gelek zindî û rojane vê yekê dijînî. ÇIMA REFERANDÛMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ HAT ROJEVÊ?Wek tê zanîn di 2005an de piştî ku rejîma baasê û dîktatoriya Seddam hat rûxandin miletê kurd û ereban li Iraqê biryar dan ku dewleteke federal ava bikin. Ev yêke ji bona miletê kurd daxwazeke xerîb nebû. Lewra miletê kurd piştî salên 1990î biryar dabû ku Iraq bibe dewleteke federal. Loma jî li Kurdistanê gorî hiqûq û pîvanên dewleta federal sîstemek ava bibû. Li Başûrê Kurdistanê sÎstema federal hatibû ava kirin.Diviya bû ku dewleta federal li Iraqê naverok û çarçeweke federal qezenç bike. Loma jî makezagonek hat amade kirin. Di sala 2005an de encama referandûma gelên Iraqê biryar dan ku dewleta federal ava bibe.Hezar mixabin dewleta federal gor şert û mercên federalî ava nebû. Kurdistan bû herêmeke federe. Lê ereban herêma xwe ya federe ava nekirin. Loma jî ereb di dewleta federal de wek navend man. Piştî demekê jî di dema serokwezîrtiya Malîkî de xwe bi tevayî bîrakirin wek dewleteke unîter û neteweyî ya ereb tevgeriyan.Piştî ev helwesta ereban, kurdan dît ku dewleta federal bersîva hewcedariya wan nade. Di heman dem de helwesta Malîkî makezagonê binpê dike û rê li neheqiyan vedike û dibe sedem ku dewleta federal ji holê rabe.Ji aliyê din de jî li Başûrê Kuırdistanê ji bona dewletê şert û merc çê bibûn.Wê demê serokê Kurdistanê û desthilatdariya Kurdistanê gotin ku dewleta federal divê bibe dewleta konfederal. Yanî dewlet bibe konfederaliya dewleta Ereb û Kurdistanê.Lê ev daxwaza serokê Kurdistanê û desthilatdariya Kurdistanê ji aliyê terefa ereb de nehat pejirandin. Wê demê kurdan biryar dan ku ji bona dewleta serbixwe ya Kurdistanê referandûmekê li dar xin.Ji bona vê jî diviya bû ku du karên stratejîk û bingehî bê kirin.Karê yekemîn diviya bû ku li Kurdistanê şert û biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk bê. Ev yêka encameke xebateke dûrdirêj û bi taybetî jî bir rola esasî ya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, PDKê û YNKê pêk hat.Karê duyemîn jî diviya bû ku li dinyayê ev şertan bihatan kamilkirin û dost qezenç kirin bû. Ji bona vê jî bi taybetî serokê Kurdistanê û di pêşengiya wî de desthilatdarên Kurdistanê xebateke xûrt meşandin. Ji bona referandûma serxwebûna kurdistanê û dewleta Kurdistanê gelek dost hatin qezenç kirin.Di encama vê xebatê de biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê hat girtin. Di qonaxa yekemîn de di ser zehmetiyekê re gaveke mezin hat avêtin. Vê yekê di nav hemû kurdên hemû beşên Kurdistanê û di nav kurdên dinyayê de kêfxweşiyeke mezin çê kir.Lê beriya referandûmê di helwesta Emerîkayê de û gelek dewletên din de ku ji referandûm û dewleta Kurdistanê re piştgirî dikirin de guhertin çê bû. Ew yêka nîşana nexweşiyekê bû. ARMANCA REFERANDÛMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ: DEWLET AVAKIRIN BÛ…Armanca referandûmê ew bû ku kurd ji bona dewleta Kurdistanê bibêjin “erê” û an jî bibêjin “na”.Li Başûrê Kurdistanê di 25ê îlona 2017an de Kurdistanî çûn ser sandiqên referandûmê deng dan. Di encama dengdanê de ji sedî 93 Kurdistaniyan deng dan dewleta Kurdistanê.Vê encamê ji bona kurdistaniyan qonaxa duyemîn hûnand.Encama referandûma serxwebûna Kurdistanê 4 encam derxist holê:1-Kurdistanî gelek kêfxweş bûn ku biryara dewletavabûnê hat dayin.2-Helwesta Hikûmeta Iraqê li hemberî encama serxwebûna Kurdistan gelek hişk bû. Bi taybetî jî bi texrîka Dewletên Kolonyalîst Îran û Tirk, di nav pêvajoyê de ji bona ku pêşiya dewletbûnê bigre,  deriyê xwe jı dîyalogê re girt.3-Diyar bû ku hêzên navneteweyî vegeriya siyasaeta xwe ya edetî ku li avabûna dewleta Kurdistanê germ mêze nakin.4-Beriya referandûmê rojekê bi hewildana darbeya leşkerî ku pêşî hat girtin, derket holê ku bi dewleta Îran û Iraqê re grûbek heye ku di nav pêwendiya xûrt de ye. Dema ku ew dewletan bixwazin dikarin xerabî bikin.Piştî referandûmê 20 rojan jî ew Grûba Xiyanetê ya di nav YNKê de derket meydanê û rola xwe ya xerab lîst û bû sedem ku Kerkûk û bajerokên din yên yên bi niqaşe û bi niza hatin dagirtin. HELWESTA HIKÛMETA IRAQÊ BERIYA Û PİŞTÎ REFERANDÛMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI HEVÛDU CÛDA BÛ…Dema ku Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî û desthilatdarî û partiyên Kurdistanê biryara referandûma serxwebûnê dan, Hikûmeta Iraqê dijitiya xwe diyar kir û got ku “biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê li dijî makezagona dewleta federal e.”Lê dema ew jî got, tu caran nexwest ku midaxelayeke leşkerî bike. Ew helwesta xwe jî gelek aşkere anî ser ziman û got ku “em bi awaye leşkerî midaxeleya referandûma serxwebûna Kurdistanê nakin.” Ji vê helkwestê û nerînê jî derdiket holê ku Hikûmeta Iraqê dixwaze pirsgirêkan bi diyalog û bi danûstandin û dîplomasiya siyasî çareser bike.Rastî jî beriya referandûm çê bibe û di dema referandûma de Hikûmeta Iraqê midaxeleyeke leşkerı nekir.Helbet hîç şik tune bû ku ji aliyê leşkerî ve jî xwe li hemberî hêza leşkerî ya Kurdistanê û helwesta dinyayê ya ji referandûmê re piştgir e, cesaret jî nedikir ku midaxeleyeke leşkerî pêk bîne.Hezar mixabin piştî ku referandûm li Kurdistanê hat li darxistin û Kurdistaniyan biryara dewletavakirinê dan, Iraqê helwesta xwe hişk kir.Bi piştgirî û siyaseta Dewleta Tirk û Iraqê biryar da ku êrişeke leşkerî bike. Lê dîsa jî diviya bû ku li Kurdistanê hevalbendên wan jî ji wan re bibûyan alîkar. Grûba Xiyanetê ya di nav YNKê de jî diyar bû ku piştgiriya xwe bi dizî ji Hikûmeta Iraqê re diyar kiribû û xwe amade kiribû ku Kerkukê teslîmî hikûmeta Iraqê û İranê bike.Loma jî di 16ê Oktobira 2017an de êrişeke mezin li hemberî Kurdistanê li dar xistin. Kerkûk îşgal kirin. Gelek derfetên din yên ji destên Herêma Federe ya Kurdistanê derxistin.Ew dewletên ku biryar dabûn ku ji Kurdistanê re alîkar bin bê deng man. Loma jî dewletên dagirker gelek bi hêsanî hesabê û armancên xwe pêk anîn.Ev êrişa mezin li Kurdistanê  di rewşa siyasî û stratejîk de gûhertinek mezin derxist holê. DEWLETÊN KOLONYALÎST XWESTİIN KU FEDERALÎZMÊ JÎ JI HOLÊ RAKIN…Dewletên dagirker û Hikûmeta Iraqê piştî ku li Kerkûkê li gelek deverên din yên Kurdistanê serjeftÎ bûn û encam wergirtin, xwestin ku plâna xwe pêşve bibin. SÎstema Federal li Iraqê û li Herêma Federe ya Kurdistanê jî hilweşîne.Ji bona vê jî xwestin ku êriş bibin ser Hewlêrê jî.Lê li wir berxwedaneke xûrt ya hêzên Kurdistanê derket holê. Ji aliyê din de jî di helwesta Emerıka û dewletên din de jî gûhertinek çêbû. Ew siyaseta Iraqê ji bona xwe xeter dîtin. Loma jî, ji bona ku Herêma Federe ya Kurdistanê bijî û xwe biparêze hewil dan.Di encamê de derket holê ku tu hêzek nikare federalîzmê û Herêma Federe ya Kurdistanê hilweşîne. Wê demê dîrokek dihat hilweşandin. Makezagona dewleta federal raste rast bi tevayî binpê dibû û ji holê radibû. Ji bona ereban jî pêvajoyeke nû ya dîktatoriya Şiîyan dest pê dikir. JI BONA DEWLETA KURDISTANÊ GAVEK PÊŞVE DU GAV PAŞVE…Di siyasetê de taktîkek heye ku jê re tê gotin ku “gavek pêşve û du gav paşve”.Piştî ku Kerkûk hat îşgal kirin li Kurdistanê, ev taktıka ket jiyanê û nûha jî dom dike.Kurdistanî û desthilatdariya Kurdistanê, ji dewletê dest bernade. Lê ji bona dewleta Kurdistanê du gav paşve avêtin ku xwe ji nûve rêorganîze bikin.Nûha jî desthilatdariya Kurdistanê vê yekê dike.Dixwaze ku pirsan gav bi gav çareser bike.Bi terefa ereban re ji bona ku pirsan di çerçewaya makezagonê de çareser bike xebateke xûrt û bi plân dimeşîne.Ji aliyekî de jî bi hêzê û dewletê navneteweyî re pêwemndiyên xwe xûrt dike. STABILÎZEKIRINA Û JINÛVE AVAKIRINA HERÊMA FEDERA YA KURDISTANÊ JI BONA DEWLETA KURDISTANÊ YE…Desthilatdariya Kurdistanê ji bona ku şertên dewleta Kurdistanê amade bibe, statuya Herêma Federe ya Kurdistanê stabilîze dike.Wek tê zanîn piştî ku Kerkuk hat îşgal kirin, Herêma Federe ya Kurdistanê birîndar bû. Birîna wê jî gelek kûr bû. Bi taybetî Grûba Xiyanetê xençerek mezin li pişt Herêma Federe ya Kurdistanê dabû.Lê desthilatdariya Kurtdistanê û kurdistaniyan, ji bona ku Herêma Federe ya Kurdistanê jinûve xûrttır  bikin û ava bikin û stabilîze bikin dest bi xebateke xûrt kirin.Di avakirina Herêma Federe ya Kurdistanê de di sê aliyan/eniyan de xebat tê meşandin.Aliya/Eniya yekemîn, di hûndirê Herêma Federe ya Kurdistanê de birîn dermankirin bû. Ev xebatan jî: Bi rêxistinên Kurdistanê xûrtkirina pêwendiyên û avakirina Hikûmeta Kurdistanê û pêşiya xiyanetê girtin û pêşiya firehbûna dagirkerî girtin bû. Hêza pêşmergeyan jinûve çav derbas kirin û ji bona yekkirina pêşmergeyan hewildan e.Aliya/Eniya duyemîn: Bi hikûmeta Teokratîk û DÎktator ya Şiîyan re pêwendî xûrt kirin, di pirsên esasî de bazareke xûrt di çarçeweya makezagonê de meşandin û ji bona Kerkukê darxistina referandûmê zor dayin e.Aliya/Eniya sêyemîn: Bi hêzên navneteweyî re pêwendi xûrt kirin û zêde kirin e.. Ji bona vê min meqeleyek pêşkêş kiribû. Lê ji wê demê şûnde li Elmanyayê di Civîna Ewlewiyaê de ew pêwendî xûrttir bûn. Serokwezîrê Kurdistanê wek li Platforma Davosê, li Elmanyayê jî bi gelek serokwezîr û wezîrên derve re danûstandin kir. Armanc û projeyên Kurdistanê pêşkêşî wan kir. Rewşa Hikûmetê Iraqê ya nebaş jî ji wan re hat diyar kirin. Amed, 09. 03. 2018     

Back to top button