Hevpeyvîn

Herêma Kurdistanê qewareyeke destûrî ye û destûrê erk û desthilatên wê diyar kirine

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di preskonferensa xwe ya roja 13.03.2018ê de behsa pêşhatên danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê, biryara vekirina balefirgehên Hewlêr û Silêmaniyê û çend pirsên aktuel di rojeva Îraq û Herêma Kurdistanê de kir û berisva pirsên rojnamevanan da.Biryara vekirina balefirxaneyan– Cenabê Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqê, digel şandeyeke wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê ku ji wan efseran pêkhatibû yên li balefirxaneyan kar dikin, bi awayekî fermî vekirina her du balefirxaneyên navdewletî ya Hewlêr û Silêmnaiyê ragehand. Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li vê ngavê dike û bi baweriya me gaveke rast û dirust e û ber bi wê hindavê diçe ku em hêvîdar in pirsgirêkên din jî di çarçoveya destûra Îraqê de bên çareser kirin.Ez dixwaz im sipasiya birêz Serokwezî Heyder Ebadî bikim ji bo vê biryarê, sipasiya hemû aliyan; li herêma Kurdistanê û li Bexdayê û hemû wan yên kar ji bona ku ev kar bigehe encam xebitîn, dikim. Ev yek ji encama çend civînên fermî yên navebra min û serokwezîrê Îraqê û civînên, eşkere û nihênî, navbera şandeyên her du aliyan bû.Pirsa balefirxaneyên peywendî bi gelek pirsên din ve heye û ji bo me gaveke giring e, em hêvîdar in gavên din jî pê re werin û em bi hevre bikaribin pirsa miaşan û pirsgirêkên din bi Bexdayê re di çarçoveya destûra Îraqê de çareser bikin. Eger bi biçûkî li vê biryarê bê temaşe kirin jî, yan jî biryarek nebe ku bandorê li ser çareserkirina tev pirsan bike jî, lê bi a me destpêkirineke gelek giring e. Destpêkirineke diselmîne/ispat dike eger her du aliyan îradeya cidî hebe dikarin bi hev re li ser bingeha destûra Îraqê pirsgirêkan çareser bikin.Budce û miaş– Bexda û hemû alî agadar in ku hikûmet û hevwelatiyên Herêma Kurdistanê li ser pirsa budceyê gelek dilgiran in û em hêvîdar in derfetek hebe ku careke din yasya budceya Îraqê di ber çavan re bê derbas kirin û daxwaziyên hevwelatî û hikûmeta Herêma Kurdistanê li ber çavan bên girtin.Duh bi şev min telefona cenabê Serokwezîrê Îraqê kir, wî, Serokwezîrê Îraqê, pêdagirî li ser du xalan kir; vekirina balefirxaneyan û hinartina miaşê hindek karmendên Kurdistanê, di civîna dingel şandeya Herêma Kurdistanê ku çû bû Bexdayê, Serokwezîrê Îraqê careke din jê re gotiye ku dê miaş binêre, em hêvîdar in ev her du pirsgirêk çareser bibin.Bê şik ev gava yekemîne û gaveke giringe ber bi hindaveke rast û ez dikarim bi vî awayî şirove bikim; ev destpêkirine û çareseriya hemû pirsgirêkan ji gava yekem dest pê dike û gava yekem giring e. Bi a min çareserkirina pirsa balefirxaneyan û hinartine beşek ji miaş, her du pirsên giring in û eger Hewlêr û Bexda bi vê rihê kar bikin pirsên din jî çareser dibin.Di pirsa budceyê de xedreke mezin li Herêma Kurdistanê hatiye kirin û gelek gelek mixabin bi armanc û bi bername parlamentoya Îraqê ew kar kir. Eger Herêma Kurdistanê û hevwelatiyên wê beşek bin ji Îraqê, çênabe bi wî awayî serederiyê bi herêmekê re di çarçoveya Îraqê de bê kirin û çênabe ew xedir lê bê kirin, divê li gor destûrê û li gor mafbûna hevwelatiyên îraqî mafê Herêma Kurdistanê jî bidin ku gelek mixabin di yasaya budceyê de ve çende bi tu awayî li berçavan nehat giritin.Çareserkirina pirsgirêkn din– Rastiyek heye ku pirsgirêkên me digel Bexdayê bi tenê pirsa vekirina balefirxaneyan û hinartina budceyê nîne , pirsgirêkên din jî hene. Lê tebiyeta Îraqê bi giştî wisaye ku visioneke zelal ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îraq bi giştî nîne û eger hebûya Îraq bi vî awayê niha heye nedibû, lê tevî vê jî bi baweriya me ew karên em niha bi Bexdayê re dest pê dikin ber bi hindava çareseriyê diçin, çênabe em bi gavên biçûk lê temaşe bikin, ev gavên giringin û em hêvîdar in gavên din jîn bi xwe re bîne û piştî hilbijartinên Îraqê lihevtêgihiştineke hevbeş ji bo rêvebirina welêt hebe.Pirsa terorê– Me, weke Herêma Kurdistanlê, li ser destê terorê gelek derdeserî dîtiye û bi heman awayî hemû Îraqê gelek derdeserî dîtiye û li ser pirsa terorê hevkarî û alîkarîyek baş di navbera me û Bexdayê de heye. Gelek ji wan DAÎŞ-ên li vir hatine girtin, me radestî Bexdayê kirine. Teror ji bo ser hemû Îraq û Herêma Kurdistanê bi kurd, ereb, êzidî, misilman û mesîhîyan metirsî ye, hevkarî û alîkariya me bi Bexdayê re li ser vê pirsê berdewam û baştir dibe.Partiyên Rojhilatê Kurdistanê– Li ser kuştina kadiroyên Rojhilat, heta niha em nikarin tu aliyan gunehbar bikin, divê lêpirsên bê kirin ka çi kesî ev kare kiriye, lê weke pirensîp, her terorkirineke di nav Herêma Kurdistanê de, her aliyekê be bila bibe, em şermezar dikin. Me tu belge nînin ku rastiyê îspat bikin ku aliyek diyar ew kare kiriye.Yên ku weke penaber li herêma Kurdistan in, ji wezîfeya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye canê wan penaberan biparêze û ji bona canê wan yê parastî be hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi hemû îmkanên xwe hewil bide. Weke siyaset û prensîp hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona cane penaberan parastî be bi ti awayê xemsarî û kêmasiyê nake. Ew li Herêma Kurdistanê penaber in, vir mala wan e û divê bi her awayî ji bona parastina canê wan xenat bê kirin û dê hewilên me berdewam bin.Pirsa paşeroja Kerkûkê û deverên nakokîdar– Destûr ew yek diyar kirye ku ji wan deveran re dibêjin; Deverên Nakokîdar, ew dever dê weke xwe bimînin heta li gor destûrê pirsa wan deveran tê çarser kirin, ew dever di bin destê me de bin , di bin destê Bexdayê de bin yan di bin destê her aliyekî din de bin, dê bi vî awayî bimînin. Ew dever in ku me nakokî li ser heye, çareseriya pirsa wan deveran jî di destûra Îraqê de hatiye destnîşan kirin û pêdviye ew madeya destûrê bê bi cî kirin daku ew pirsgirêk çareser bibe.Pirsa neftê û deriyên ser tixûban– Niha da em wan her du pirsan, pirsa miaş û balefirxaneyan, çareser bikin, hemû pirs bi yekcarî çareser nabin, yan sifir yan sed, di wê navberê de notûneh jî heye, da carê hêdî-hêdî hindek pirsan çareser bikin, paşî biçine ser pirsa neft û deriyên ser tixûban û pirsên din. Em dê wan pirsan jî bahis bikin û çareseriyan jê peyda bikin, lê niha da em gavekê dest pê bikin, biryara cenabê Serokwezîrê Îraqê ya di warê vekikirina balefirxaneyan û hinartina miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê, bi a me ev gavên giringin û ber di hindaveke rast diçe.Hilbijartin– Em digel parlamentoya Kurdistanê û komisyona serbixweya hilbijartin û rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê civiyan, niha bi tenê ew maye, ez weke serokwezîrê, roja encamdna hilbijartinan rabigehîn im. Di van nêzîkan de dê ragehîn im.Paşroja têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê– Qewareya Herêma Kurdistanê qewareyeke destûrî ye, destûra Îraqê erk û desthilatên Herêma Kurdistanê diyar kirine. Ya ku îro li Herêma Kudistanê heye û em dibînin, Herêma Kurdistanê pêdagiriyê li ser wan mafên destûriyên xwe di çarçoveya Îraqê de dike û gelek hişyare ku tu desthilatekê ji desthilatên Herêma Kurdistanê ji dest nede û her dê bi vî awayî berdewam be. Desthilat desthilatên destûrî ne û gelên Îraqê ji wê destûrê re deng daye û Herêma Kurdistanê li gor wê destûrê serederiyê digel Îraqê dike.

Back to top button