Kultur

Heskîfê vediguhêzin

Heskifa kevin ji cihê wê vediguhêzin û dibin devera nû. Li ser çemê Dicle bendava herî mezin li devera Xêste tê avakirin. Piştî ev bendav tejî av bibe gelek deverên Kurdistana Bakur dikevin bin avê. Ji cihek wanê ku dimînê di bin avê de Heskif e. Heskif bajarek dîrokiyê kevnareye.Gelek avahiyên dîrokî li Heskifê dimînin di bin avê de. Lê hinek ji wan jî bi rêya teknikek nû  vediguhêzên Heskifa ku nû tê avakirin.Yek ji van jî mezara Zeynelbeg e û ev 650 salin ew mezar li cihê xwe hatiye avakirin.Niha jî cihê vê mezara dîrokî tê guhertin û wê li parkeka Heskifa nû bi cih dikin.

Back to top button