Polîtîk

Hewas Egîd li gel serokê Fransayê dicive

Bi beşdariya endamekî ENKSê, şandeke Opozisyona Sûrya li bajarê New Yorkê ye û biryar e li gel serokê Firansa Emmanuel Macron bicive.Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê, di Desteya Bilinda Danûstendinan a Opozisyona Sûryê de, Hewas Egîd ji Kurdistan24ê re ragihand, ku şandeke opozisyonê bi serokatiya serokê Desteya Bilinda Danûstendinan Nesir El-Herîrî û endamtiya şeş ji endamên wê desteyê, ji bo beşdarîkirinê di civîna Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî de, ji duh ve li New Yorkê ye.Hewas Egîd ku endamê şanda Opozisyonê ye ji bo New Yorkê, diyar kir, ku şanda wan wê di çarçoveya civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî de, li gel hejmarek ji serkirdeyên welatan bicive. Herwiha wê li gel serokê Firensa Emmanuel Makron û wezîrên derve yên Siûdiyê û Denîmarkê jî bicive.

Back to top button