Hikûmet cejna Çilê Havînê li êzidîyên Kurdistan pîroz dike
Civata Wezîrên Kurdistanê di peyamekê de cejna Çilê Havînê li hemû êzidî yên Kurdistan û cîhanê pîroz dike.Tekesta peyama Civata Wezîran:Em ji bona cejna Çilê Havînê ya êzidiyan pîrozbahiyeka gerim ji hemû xuşk û birayên êzidî yên Kurdistanê û cîhanê dikin û hêvîdar in ev cejn bibe xêr û xweşî bo Kurdistanê bi giştî û xuşk û birayên êzidî bi taybetî.Em kêfxweş in ku piştî cenosayda Şengalê, bo cara yekem e xuşk û birayên êzidî bo cejnê serdana Lalişa Nûranî dikin.Em, tevî vê cejnê, qurbanî yên karesatên ku bi ser êzidiyan hatine bi bîr tînin, bi taybetî êrişa terorîstên DAIŞê bo ser devera Şengalê û dorhêla wê ku gelek xuşk û birayên me yên êzidî şehîd bûn, gelek jî hatin revandin û bi hezaran kes jî koçbar bûn.Em hêvîdir in ji bo cejn û bîrhatinên paşerojê, xuşk û birayên me yên êzidî bo ser cihên azad û avedankirî yên xwe vegerin û revandî yên destê terorê jî azad bibin, ku azadkirina wan yek ji karên pêşîneyên me ye, heya azadkirina wan, em li ser hewlên xwe berdewan dibin.Em careka din cejna Çilê Havînê ji hemû xuşk û birayên êzidî pîroz dikin û her sal bi xêr û xweşî be.Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê2018/7/30