Dosya

Hikûmeta Kurdistanê: Garantiya dubarenebûna Enfalek din yekrêzî û yekêtî ye

Ji bo 30 saliya êrîşên qirêjên bi navê Enfalan ku, rijêma dictator Sedam Hisên di sala 1988ê de ew êrîş bi navê Enfalan kirin ser Başûrê Kurdistanê û di encam de zêdetir ji 182 hezar awelatiyên Kurdstanê yên bêtawan û sivî bûn qurbanê wan êrîşan, hikûmeta Kurdistanê paymnek weşand.Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe de tekîdê li ser wê yekê dike ku, garantiya sereke û êkan ji bona rê li pêşiya dubarebûna êrîşên mina Enfalam bê girtin, yekrêzî û yekêtiya hemû alî û pêkhateyên Kurdistanê ye.Teksta peyama hikûmeta Kurdistanê:Îro 30 sal bi ser pirosesa jênosîda gelê Kurdistanê (êrîşên qirêjên bi navê Enfalan)  de ku, li ser destê rijêma berê ya Îraqê hatibûn ancamdan, derbas dibe. Enfal ji bona jinavbirina hebûn û nasnameya neteweyê kurd bû, wan êrîşên mirov, xak û jîngeha Kurdistanê bi hev re kir armanc û ji bilî bêşûnwarkirin û bikomkuştina 182 hezar mirovên  bê tawan û sivîl, bûye sedema wêrankirina bi hezazaran gund û têkdana jîngeh û şewitandina xaka Kurdistanê jî.Di demkê de ku yada qurbaniyên êrîşên Enfalan bilindragirtin û hûrmetgrtine li xûna wan qurbaniyên gelê me bi dirêjahiya dîroka bizava rizgarîxwaza gelê me pêşkeş kirine, di heman demê de wane wergirtine ji dîrokê ku divê bi hizir û kiryar hertim di nava xebatan de bîn ku rê  li her êrîşeke mina Enafên qirêj bigirin û şûnwarên derunî, aborî, siyasî û civbakî yên nerênî yên wan êrîşan nemirovane ji hole rakin.Ev erk û wezîfe ji mêje xemeke sereke ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û jibilî, xebatên berdewam yên ji bona vegerandina rifatên pîrozên qurbaniyên Enfalan, avadnkirina gund û jîngeha hatiye wêran kirin ya Kurdistanê û hevkarîkirin û baştirkirin jiyana malbatên serbilindên enfalkiriyan, hertim ji karên pêşîn yên hikûmetê  bûne û ji bona vê yekê hikûmetê li gora şiyan û îmkanên xwe kar jê re kiriye, lê hêşta gelek kar maye divê bê kirin û hikûmeta Herêma Kurdistanê vê yekê bi erk û berpirsiyariya xwe diznane û divî warî de xemasarî û kêmasiyê nake.Li ser asta derve, nasandina Enfalan bi jênosîda karekî cidî yê hikûmetê bûye, li Îraqê jî Dadgaeha Tawanan berî her aliyek din Enfal bi jênosîda nakirin û em hêvîdar in di warê qerebûkirina madî û manewî ya malbatên enfalkiriyan, gel û xaka Kurdistanê, hikûmeta Îraqê weke erk û berpirsiyariya xwe ya yasayî û exlaqî gavên cidî û piraktîkî pavêje.Kurdistaniyên xweştivî..Garantiya êkane ji bona rêgirîgirtin ji dubarebûna her êrîş û şerxwaziyeke nahezên gelê me, mina Enfalan û ew karesatên bi ser xûşk û birayên me yên êzidî de hatin, yekrêzî û yekêtiya alî û pêkhateyên Kurdistanê ye, her weke  çawa yekrêzîya me di pirsên niştimanî û neteweyî de fakterê sereke yê serxistina doza rewa û bidestanîma armancên ji bo paşerojeke geş ji bo neviyên me û Kurdistaneke avadan û pêşkeftî di bin siha aşitî û xwejiyanê de ye.Gelê Kurdistanê hertim şanaziyê bi kultura xwe ya lêbihurînê dike, lê hertim wan êş û janan ji bîr nake yên ku destê xedrê yên dî li ser laş, wîjdan û yadeweriyên neteweyî de dirust kirine, weke ka çawa hertim ew destê hevzosîyê jî ji bîr nake ku ji aliyê dilsoz û dostên mirovatî û jiyanê ji me re dirêj kirine.Silav ji bo cane pak û bêtawanê kurên anfalkiriyên gelê meCivata Wezîrên Herêma Kurdistanê14.04.2018 

Back to top button