Nûçeyên Kurdistanî

Hilbijartin di dema xwe de dê werin kirin

Hilbijartin di dema xwe de dê werin kirin

Piştî civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ya roja sêşemê 07.08.2018ê. Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pireskonferensekê de bahsa naveroka civînê kir û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Naveroka civînê

Di civîna îro de me gelek pirs behis kirin, lê pirsa giring ku pêwîste li vir behis bikim; wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan rapora xwe ya li ser bijênosîda naskirina tawanên DAÎŞê li dijî xûşk û birayên me yên êzidî, pêşkeş kir. Di vî warî de Civata Ewlakariyê ya Neteweyên Yekgirtî biryarek daye û me jî li Herêma Kurdistanê komîteyek pêkanîye û karên xwe gelek bi başî dimeşîne û ez jî destxweşiyê li cenabê wezîr û hemû hevalên li ser vê pirsê kar dikin, dikim. Bi dilek xweş, em dibînin ev dosyeye ber bi pêş diçe û Civata Ewlekariyê dadwerek taybet ku vê dosyeyê bişopîne destnîşan kiriye û dê ew dadwer serdana Îraq û Herêma Kurdistanê bike. Em hêvîdar in digel Bexdayê bi hev re karên cidî bên kirin ku dosyeya wan tawanên li dijî xûşk û birayên me yên êzidî hatine kirin bi jlnosîda bê nas kirin û qurbaniyên wan tawanan bên qerebû kirin.
Her di vê civînê de behsa pirsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê jî hat kirin û me tekîd kir ku divê hilbijartin di dema destnîşankirî de bên kirin û em hêvîdar in hilbijartinek be bi aramî û rêkûpêkî birêve biçe.

McGurk daxwaza paşxistinê nekiriye

Birêz McGurk daxwaz ji me nekiriye ku hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bên paşxistin û ew nûçeyên hene ku birêz McGurk daxwaz ji me kiriye hilbijartin bên paşxistin ji rastiyê dûr in. Hilbijartin dê di dema xwe ya destnîşankirî de bên encam dan. Heta vê kêlîkê jî tu aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê bi fermî daxwaza paşxistina hilbijartina parlamentoya Kurdistanê nekiriye. Eger ez li vir weke Partiyek bêjim, Partiya Demokrata Kurdistanê bi wê yekê re ye ku hilbijarn di dema xwe ya destnîşankirî de (30.09.2018) bên encam dan.

Danûstandinên Hewlêr û Bexdayê

Li ser pirsa danûstandinên digel Bexdayê, du-sê pirensîpên giring hene; kurd bi hev re û biyekgirtî beşdariyê di pirosesa siyasiya Îraqê de bikin û ev ji bo gelê Kurdistanê giring e. Heta niha ji bona pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê danûstandinên cidî dest pê nekirine. Piroses bi vî awayîye, piştî hijmartina dengan bi destî, divê Dadega balaya federal encaman pesind bike  û piştî pesindkirinê dê bi fermî piroses dest pê bike. Heta niha me bi fermî digel aliyên Îraqê dest bi danûstandina nekiriye.
Di serdana dawiyê de bo Bexdayê digel serokwezîrê Îraqê me civînek baş hebû. Di civînê de behsa vekririna rêya Kerkûk-Hewlêr û rêya Mûsil-Duhok hat kirin. Biryara parlamentoya Îraqê ya di warê pêdana miaşê şehîd û enfalkiriyan de divê hikûmeta Îraqê wê biryarê bicî bike. Tişta dilxweşker eve ku pirs baştir ber bi çareseriyê ve diçin, lê çareserkirina hemû pirsan pêwîstî bi wextek zêdetir heye. Em û gelê Îraqê li benda hikûmeta nû  ne ku pirsên mane çareser bike.

Civîna PDK û YNK

Duhî (06.08.2018) me civînek baş digel Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)ê hebû û civîn di wê çarçoveyê de bû ka em bi çi awayî danûstandin bi Îraqê re bikin. Me careke din bi pêwîstî zanî ku ne bi tenê YNK û PDK, lê hemû aliyên din yên Herêma Kurdistanê bi hev re di danûstandinên bi aliyên Îraqî re beşdar bin.
Têkelî digel Tirkiye û dewletên cîran
Piştî bûyerên sala par, têkeliyên Herêma Kurdistanê digel dewletên cîran vegeran asta xwe ya berê û niha têkelî baş in. Serdana min ya dawiyê bo Tirkiyeyê  di merasima sûndxwarina serokomarê Tirkiyeyê de başdar bûm. Têkeliyên me bi Tirkiyeyê re normal in û ez, di demek din ya minasib de, careke din serdana Tirkiyeyê dikim, lê heta niha çi wext ji bo serdanê nehatine veqetandin. Em hertim dixwazin têkeliyên me digel dewletên cîran têkeliyên baş, birane û dostane bin û di çarçoveya destûra Îraqê de em têkeliyên xwe bi dewletên cîran re pêşve dibin.

Rewşa aboriya Herêma Kurdistan

Rewşa aborî ber bi başiyê ve diçe, me negotiye rewş hemû başe, lê hêdî-hêdî ber bi başiyê diçe. Niha, weke mînak, ev çend mehin pirsa miaş ne pirsek mezin e, sipasiay miaşgirên Herêma Kurdistanê dikim ku gelek tehemûl kir. Pirsa miaş ber bi çareseriyê diçe. Pirsa veberhemanînê, her çiqas hêdî jî be, lê destpêkiriye. Em dîbînin xelk zêdetir bi hêvî li rewşa aboriya Herêma Kurdistanê dinêrin. Me çar salên dijwar derbas kirin, em di nav tunelek gelek tarî de bûn lê niha ronahiyek diyar e, em bi timamî ji tunelê nederketine lê belê ronahî diyar e, ev jî wisa dike em bi xweşbînî û geşbînî li aboriya Herêma Kurdistanê binêrin.

Pirsa rêkeftina bi Rosneft re

Rêkeftina Herêma Kurdistanê digel kompaniya Rosneft pirseke bazirganî ye û di çarçoveya destûra Îraqê de hatiye îmza kirin û destûra Îraqê ew maf bi Herêa Kurdista dide. Li ser vê pirsê me nakokî digel Bexdayê nine û ev pirs nehatiye behis kirin. Bexda jî dizane ku me ew rêkeftin li gor destûra Îraqê kiriye.

Belefirxaneya Silêmaniyê û geştên bo Tirkiyeyê

Biryara Tirkiyeyê li ser rawestandina geştên asîmanî ji bo Silêmaniyê biryareke siyasî ye û  Tirkiye hidek têbînî hene û divê em li Herêma Kurdistanê wan têbîniyên Tirkiyeyê bi cidî werbigirin. Nerehetiya Tikriyeyê cidî ye û çênabe ew nerehetiya Tikriyey li ber çavan nehêt giritin. Tirkiye bê esas ew biryar nedaye. Min, weke serowkezîr, ew daxwaz kiriye ku ev pirs bê çareser kirin, herwesa min daxwaz kiriye ew sedemên bûne cîyê nerehetiya Tirkiyeyê, em wan sedeman li Herêma Kurdistanê nehêlin, daku balefirxaneya Silêmaniyê bê vekirin û geştên asîmanî ji bo Tirkiyeyê û derve dest pê bikin.

Pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê

Em bi şert û merc digel Îraqê danûstandina nakin, em di nav welatek de dijîn jê re dibêjin Îraq û me destûrek heye 80% xelkê Îraqê deng ji wê destûrê re daye û wê destûrê rêya çareserkirina hemû pirsgirêkan diyar kiriye, ya em daxwaz dikin ne şert û merc in. Eger em bixwazin li Îraqê aramî hebe, divê ev destûr bê bicîkirin.  Eger Îraq destûrê bi cî neke pirsgirêk çareser nabin û Îraqê jî dê nearamî bimîne û ew rewşa aloz li Îraqê dê berdewam be.  Gelê Kurdistanê û serokatiya siyasiya Kurdistanê çima biryara referendûmê da? Ji berku di navbera Herêma Kurdistan û Îraqê pirsgirêk hebûm, têkelî aloz bûn, em ji çareserkirina hemû pirsgirêkan bêhêvî bibûn, niha em dixwaz in Bexda amade be hemû pirsgirêkêna çarser bike.
Me xeta sor li ser tu kesan nîne bibin serowkezîr li Îraqê, em dixwazin digel hemû aliyan yeke mesafe hebe. Ya ji bo me giring ajendaya hikûmetê ka çawa dikare xizmeta hemû gelên Îraqê bike. Rêjya beşdariyê di hilbijartina parlaentoya Îraqê de (12.05.2018) rêjeyek gelek nizim bû. Pêş hilbijartina hindek aliyên Îraqê wisa hizir dikir ku çend helwesta wan li hember kurdan dijwar be dê dengên zêde bînin, lê gelê Îraqê bi hemû pêkhateyên xwe ve îspat kir ku li ser wî esasî deng bi tu alî û partiyan nadin, herwesa îspat kir ku  tu kîna wan li hember kurdan nine. Miletê Îraqê daxwaza xizmetgozariyan dike, daxwaza baştirkirina jiyanê dike.

 

Nerîna min :