KulturPolîtîk

Însîyatîfa piştgirîya referandûma serxwebûnê xebatên xwe geş dike

 Ji bo piştgirî û xwedî lê derketina referandûma serxwebûnê ya ku di roja 25ê Îlona 2017an de dê li Başûrê Kurdistanê li dar bikeve, li Amedê di roja 15ê Temûza 2017an de, li ser banga Hereketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PDKT,ÖSP,PSKyê ‘’Komxebata Referanduma Serxwebûna Kurdistanê’’ li dar ketibû.Li gel 6 Partî û hereketan, gelek dezgehên sivîl û sîyasetvanên serbixwe jî beşdarî vê Komxebatê bibûn.Di Komxebatê de ji bo birêvebirina xebatên piştgirîya referandûmê Însîyatîfek ku ji 13 kesan pêk hatî hatibû hilbijartin.Roja 16ê Temûza 2017an li Cemîyeta Rojnamevanan ya Amedê ‘’Encamnameya Komxebatê’’ bi raya giştî re hate parve kirin.Însîyatîf ji van kesan pêk hatîye: 1) Ayatullah Aşitî- Berdevkê Hereketa Azadî, 2) Mustafa Özçelik- Serokê Giştî yê PAKê , 3) Sertaç Bucak- Serokê Giştî yê PDK-Bakur, 4) M. Emin Kardaş- Serokê Giştî yê PDK-Tyê, 5)Mesut Tek- Serokê Giştî yê PSKyê, 6)Sinan Çiftyürek- Serokê Giştî yê ÖSPyê, 7) Mahmut Kılınç, Parlamenterê berê yê Parlamentoya Tirkîyeyê, 8) Sebahattin Korkmaz- Hiqûqnas, 9) Fikri Amedi-Nivîskar, 10) Ferda Cemiloğlu-Karsaz, 11) Ekrem Bilek-Bijîşk, 12) Mehmet Celal Baykara- Hiqûqnas, 13) Yaşar Abdülselamoğlu-Mamosteyê Unîwersîteyê.Însîyatîfa kuji alîyê Komxebatê ve hatibû hilbijartin, di roja 16.07.2017an de civîna xwe ya yekemîn li dar xist.Di vê civînê de, ji bo organîze kirina xebatên teknîkî Sekreteryayek hate hilbijartin.Sekreterya û endamên Însîyatîfê yên dikarîbûn beşdar bibin, ji bo tesbît kirina Bernameya Xebatê çend civîn li dar xistin.Di encama van civînan de Bernameya Xebatê hate tesbît kirin.Endamê Sekreteryaya însîyatîfê , serokê Gişti yê PAKê Mustafa Özçelik, di derbarê xebatên Însîyatîfê de hinek agahdarî dan. Li gorî van agahdarîyan ‘’navê Însîyatîfê dê ‘Însîyatîfa Piştgirîya referandûma Serxwebûnê’ be. Herweha Logoyek ji bo însîyatîfê hatîyê qebûl kirin. ‘Bang’ek ji bo gelê Kurdistanê , bi zaravayên Kurmancî û Dimilî û bi Tirkî hatiye amade kirin. Di rojên pêş de dê li raya giştî bê belav kirin.Ji bo Sefaretan,partîyên sîyasî, dezgehên sivîl,sîyasetvan, rewşenbîr, nîvîskar û rojnamevanan ’Deklerasyon’ek hate amade kirin da ku piştgirîya referandûma serxwebûnê bikin.Însîyatîfê biryar da ku bi HAKPAR,HDP,HUDAPAR,AKP û CHP re hevdîtinan pêk bîne.Mustafa Özçelik got ‘’Di roja 24ê temûzê de li gel HAKPAR û HUDAPARê cuda cuda hevdîtin pêk hatin. Di destpêkê de jî me bang li HAKPARê kiribû ku bibe banger ji bı Komxebatê , lê ew nehatibûn. Di hevdîtina piştî Komxebatê de jî HAKPARê weha got ’Em nuha beşdarî vê însîyatîfê nabin. Bernameyeke me ya taybet ji bo piştgirîya referandûma serxwebûnê heye. Di rojên pêş de heger pêwîstîya bi hevdu re kar kirina me û we bê holê, emê di Rêveberîya partîya xwe careke din vê meseleyê binirxînin û biryarekê bidin’. Di hevdu dîtina bi HUDAPARê re di derbarê xebatên Însîyatîfê de agahdarî hate dayîn û ji bo piştgirîya referandûmê pêwîstîya dengekî xurt hate ziman.HUDAPAR di vê hevdîtinê de helwesteke pozitîf nîşan da û piştgirîya xwe ji bo referandûmê anî ziman.Mustafa Özçelik got ji bo hevdîtên bi seferatên hinek dewletan yên li Tirkîyeyê û hevdîtinên bi dezgehên sivîl yên Tirkîyeyê re jî hinek hewldanên wan dê hebin.Ji bo hevdîtina li gel Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî, Komîsyona Bilind ya Referandûmê,partîyên sîyasî yên Başûr û Rêveberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xebatên wan hene û got ‘’Em dixwazin Serokê Komara Tirkîyeyê Rêzdar Recep Tayip Erdoğan jî bibînin. Ji bo vê jî hinek hewldanên me hene’’.Mustafa Özçelik di derbarê çalakîyên ku di bernameya xebatê ya Însîyatîfa wan de heye jî weha got ’’Beşeke xebatên me jî ji Konferans û civînên girseyî dê pêk werin.Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê Konferans û civînên ku akademîsyen, sîyasetvan, rîsipîyên me,rewşenbîr û nivîskar û gelê me dê beşdar bibin emê li dar bixin’’.Li gor agahdarîyên ku Mustafa Özçelîk daye Însîyatîfê ji bo hemû parlamenterên Kurd yên di Parlamentoya Tirkîyeyê de ne nameyek amade kirîye da ku piştgirîya referandûma serxwebûnê bikin. Ev nameye yek bi yek ji parlamneteran re dê bê şandin.Em bangî hemû Kurd û Kurdistanîyên li bakurê Kurdistanê, TirkÎyeyê û li her çar alÎyê cîhanê dikin d ku piştgirîya ‘’Erê’’ya referandûmê bikin. Em bi taybetî bangî xuşk û birayên xwe yên başûr dikin ku bi beşdarîyeke herî zêde û ‘’Erê’’yeke herî bilind derîyê serxwebûnê vekin. Ev herweha wazîfeyeke dîrokî û netewîye jî’’.  Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button