Vîdeo

Îro ne ew deme ku em hevdû gunehbar bikin

Serokwezîr Barzanî derbarê çareserkirina pirsgirêkên li gel Bexdayê got: “Em dixwazin pirsgirêkab di çarçoveya Destûrê de çareser bikin, em li benda Bexdayê ne ji ber wê jî dema çûna şanda Kurdistanê diyar nîne.”Barzani da xûyakirin ku;Di vê qonaxa niha de tişta herî giring yekîtiya rêzên gelê Kurdistanê ye bi hemû pêkhateyên wê ve û divê em rêgiriyê bikin ji wê destê ku dixwaze du alîtiyê di navbera me de çê bike û yekrêziya me têk bide.Nêçîrvan Barzanî got: “Bi ti awayî îro dema wê yekê nîne yekrêziya me têk biçe, îro dema wê yekê ye ku em hemû yekgirtî bin, yekrêz bin û ez piştratsim ku eger me bi yekrêzî û yekdengî rûbirûyê wan arîşeyan bisekinin, ez bêgumanim ku em dikarin ji vê qonaxa zehmet jî derbas bibin. Îro bi ti awayî dema wê yekê nîne, ku ti kes keseke din tohmetbar bike, dema wê yekê nîne, niha dem dema yekrêziyê ye, dema komdengiyê ye, niha dema wê ye ku em hemû pêkve kar bikin, bila ew yek bimîne bo qonaxeke din. Ewên ku lêkolerên dîrokê ne, ewên ku lêkolînan dikin, bila ew rûnin û bizanin rewş çawan bû, her yek ji me gotina xwe heye, lê belê di dema niha de divê me îradeyeke bihêz hebe, yekgirtî bin û bi yekbûnê vê qonaxa zehmet ku em têde ne, derbas bikin.”https://www.facebook.com/kurdistan24.official/videos/1988389848091139/

Back to top button