Îroj

Îro roja wejîna xeta netewiye

Îro 16ê tebaxê ye. Sala 1946ê rojek wek îro Partiya Demokrata Kurdistanê di serokatiya Barzaniyê nemirde hate damezirandin.Ji wê rojê heta wek îro partî ji bo destxistina mafên netewî yê Kurdan xebatê dike.Bê guman gelek rojên dijwar ne xweş û deravên teng di jiyana siyasî ya partiyê de çêbûne. Lê herweha gelek gavên dîrokî ku bûne sembola destkeftiyên netewî ji aliyê partiyê ve hatine avêtin.Ji hemiyê girîngtir Barzaniyê nemir, bi xebata xwe, bîr û baweriya xwe, aliyê xwe yê siyasî û leşkerî, kesayeta xwe, bi diplomasiya xwe ya bilind û herweha bi kurd bûna xwe bû rêbazek ji bo tekoşerên Kurdistanî.Ew rêbaze ku îro dihêlê kurd bi destkeftiyên netewî xwedî derdikevin û ew rêbaze ku dihêle pêşmergeyên qehreman xaka Kurdistana azad diparêzin.Dîroka siyasî ya partiyê bû dîroka tevgera kurd bi xwe jî. Şoreşa Îlona pîroz di serokatiya Barzaniyê nemir de yekem şoreşa netewî bû. Vê şoreşê li hemû deverên Kurdistanê, kurd hemû li dora xwe civandin û tovê xebata netewî li hemû beşên Kurdistanê reşand.Bê guman di dîroka PDKê de gelek şaşî jî pêyda bûne. Lê dema mirov sedema van çewtiyan baş dinêrxîne  tiştek vekirî derdikeve holê. Her gava ku ji rêbaza Barzaniyê nemir hatiye dûrketin xeletî çêbûye. Her gava kadro yan jî endamên partiê ji derê rebaza pîroz tiştek kirine yan jî ew rêbaz ser guhê xwe re avêtine tujî çewtiyan bûne.Îro cardin parastina xaka azad a Kurdistanê bi têgihandina rêbaza Barzanî bi giyanek netewî tê parastin.Pêşmergeyên Kurdistanê îro parastina Kurdistanê de dîrokî nûjen dinivîsînin. Serok û serokwezîrê Kurditanê bi diplomasiyek serkeftî siyaseta cîhanê di derbarê Kurditanê de dan guhertin.Di roja me de, qonaxek gelek dîrokî di serokatiya Mesud Barzani de tê dikeve rûpelên dîrokê de. Kurdistan biryara referanduma serxwebûnê ber bi serxwebûnê ve diçe. Cara yekeme di dîrokê de Kurd ber bi dewletek serbixwe ve diçin û ev yek dê bibe sedemê ku kurd beşek di welatê xwe de bi azadî bijîn.PDK bi rêbaza Barzanî demana serkeftina Kurd û Kurdistanê ye.Rêbaza Barzanî demana parastina hemû destkeftî û nirxên netewiye.Bijî KurdistanBijî pêşmergeN.Firat/Rojevakurd

Back to top button