Polîtîk

Ji Kerkûkê vedikêşin

Rewşa Iraqê  ber bi xirabiyê ve diçe. Taybetî xwepêşandanên li Başûrê Iraqê çêdibin bandora xwe li jiyana rojane ya xelkê û projeyên dagirkeriya hukumeta Bexdayê û Heşda Şeibî dike.Ji bo bikaribin ewlehiyê li Başûrê Iraqê tesisi bikin, hêzên xwe ji Kerkûkê vedikişînin. Li devera Mexmûr tenê pêşmerge li gel hêzên hevpaymaniyan li dijê DAÎŞê operasyona dike.Ji ber xwepêşandanên ku li bajarên Iraqê têne kirin, Heyder Ebadî fermana vekişîna beşeke ji hêzên Heşda Şeibî kir ku ji 16ê Cotmeha 2017an ve li Kerkûk û derdora wê ne. Berpirsekî YNKê dibêje: “Bi vekişîna hêzên Heşda Şeibî valahiyeke ewlehiyê li Kerkûkê çênabe, çimku ew hêz jixwe valahiyek tijî nekirine ku bi çûna wan pirsgirêk çêbibe.”Cîgirê Berpirsê Melbenda Kerkûkê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Yasîn Îzedîn diyar dike ku si dema xwepêşandanên li Besra, Nasiriye û Necefê de, êrişî hinek baregehên partiyên Şîe yên Iraqê hat kirin û baregehên wan hatin şewitandin, bi fermana hikûmeta Iraqê hejmareke mezin ji hêzên Heşda Şeibî ji Kerkûkê hatin vekişandin û ber bi Besrayê û beşeke wan jî ber bi navenda Bexdayê hatin şandin.Yasîn Îzedîn herwiha dibêje: “Heşda Şeibî li Kerkûkê tenê di baregehên xwe de bûn, vegera wan jî ne ji bo parastina ewlehiya saziyên hikûmetê ye, tenê ji bo parastina baregehên hêzên xwe ye ku bûne armanca xwepêşanderan.”Çavkaniyeke ewlehiyê ji Kerkûkê eşkere kir, beriya ku fermana vekişînê ji hêzên Heşda Şeibî re were kirin, agahî hatiye ku beşeke xelkê Bexdayê jî dixwazin weke xelkê Besrayê dest bi xwepêşandanan bikin û baregeha partiyên Şîe, bi taybetî partiyên ku piştî rûxandina rejîma Beesê li desthilatê ne, di metirsiyê de ne, ji ber vê yekê beşeke ji hêzên Heşda Şeibî vegeriyane Bexdayê û li nêzîkî Bexdayê ne. Çavkaniya ji Kerkûkê herwiha destnîşan kir ku niha dosyeya ewlehiyê ya Kerkûkê di destê hêzên Dije-Teror û polîsê federalî de ye, dema valahiyeke ewlehiyê çêbibe, dikarin şûna hêzên Heşda Şeibî tijî bikin.Berpirsê Lijneya Ewlehiyê ya Parêzgeha Kerkûkê Azad Cebarî li ser egera wê yekê ku Pêşmerge şûna wan hêzan werbigre diyar kir, îhtîmal tine ye ku hêzên Pêşmerge bikarin vegerin wan deveran û got: “Dema Kurd di hevkêşeyên navdewletî de bibin jimare, wê demê dikarin li ser vegera Pêşmerge biaxivin, bi kurtî Amerîka kengî bixwaze, wê çaxê Pêşmerge dikare vegere.”Lê belê Cîgirê Berpirsê Melbenda Kerkûkê ya YNKê Yasîn Îzedîn di wê baweriyê de ye ku eger xwepêşandan li Bexdayê jî were kirin, wê demê dê li Kerkûkê guhertineke ewlehiyê pêk were ku hêzên Dije-Teror û polîsê federalî dê veguhezînin paytextê û di vê rewşê de jî dê valahiyeke ewlehiyê çêbibe, eger ev rewş pêk were divê Pêşmerge vegere û vegera wan jî dê bibe emrê waqi’.”Berpirsên YNKê çend car ragihandine ku ji bo vegera Pêşmerge bo Kerkûkê danûstandin hene, lê belê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi awayekî berdewam vê yekê red dike û dibêje ku bêyî rêkeftineke ku Amerîka û Ewropa agahdar bin, careke din Pêşmerge venagere wan deveran.Berpirsê Liqa 3 ya PDKê Dr. Mihemed Xurşîd jî diyar dike ku tenê di rewşekê de Pêşmerge dikare vegere wan deveran: “Eger kudetayek bi ser hikûmeta Ebadî de were kirin û ew jî neçar bibe ku vegera Pêşmerge daxwaz bike.”

Back to top button