Polîtîk

Ji partiya Berhem Saleh veqetiyan tevlî PDKê bûn

Endamê rêveberî û berpirsê baskê Soranê yê PDKê ragehand, berpirsê bazineya Soran a Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê û hejmarek endamên wê partiye hatine nav rêzên PDKê. Serokatiya vê partiyê Berhem Saleh dike.Endamê rêveberî û berpirsê baskê Soranê yê PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha nûçeyên herî germ ên Silêmaniyê, di cîha ava kirin û pêşketinê û rikberiya li gel dagirkeran a ji bo bidest xistin mafê gelê Kurdistanê nîne, kî partî ava kir û kî têkelî pêkanî? Kî keprek ava kir û kê zivistanê ew kepir têkda ye.’’Herwaha got: ‘’Berpirsê bazineya Soran a Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperwerî yê li gel hejmarek endamên wê partiyê, hatine nav rêzên PDKê. Me jî pêşwazî li wan kir.’’ Elî Ewnî got: ‘’Her yek ji wan jî xelk li gel wan e û behs dikin ku êdî bêzarbûne ji bêbernameyiyê û bê planiyê û takekesiya wê partiye. Em hewl didin hemûyan jî bibînin û li gel wan rûnên.’’

Back to top button