Kultur

Keleha Zerzewanê

Keleha Zerzewanê, yek ji berhemên Împeretoriya Romayê ye.

Xwezaya Kurdistanê ji ber ku li nîveka dilê dinyayê cihê xwe vegirtiye, hemû deverên wê yên sererd bi berhemên mêjûyî xemilandî ne. Jixwe binerda wê, bihost bi bihost ji bermayên dîrokî dagirtî ye. 

Min li hin herêmên Kurdistanê hin berhemên dîrokî dîtine ku meriv jê re heyran dimîne û heta niha jî dest lê nehatine werdan.

Yek ji wan berhemên mêjûyî Keleha Zerzewanê ye ku heta niha jî zêde ji aliyê Kurdan ve nehatiye naskirin.

Çend roj berê hevalê me yê Facebookê Yilmaz Bay wêneyê Keleha Zerzewanê li rûpela xwe weşandibû û min jê daxwaz kir ku ew hin agahdarî bo min bişîne da ez nivîsekê li ser wê belav bikim.

Demek berê TRTKURDÎ jî nûçeyekê li ser Keleha Zerzewanê weşandiye. 

Li gor agahdariyên ku bi dest ketine Keleha Zerzewanê li nêzê rêgeha di navbera Amed û Mêrdînê dimîne. Keleh li ser girekî ji zinar ku bilindiya wî 124 metre ye, avabûye.

Keleh dema Imperetoriya Romayê di Sedsala Sisyan de hatiye avakirin û wek leşkergeh hatiye bikaranîn. 

Wê demê navê kelehê SAMACHI bûye. Lê niha Kurd jê re  ”Kela Zêrzewanê” dibêjin, ji ber ku Keleh di nêv aqarê gundê Zerzewana Çinarê de ye, her bi navê vî gundî jî hatiye binavkirin. Keleh bi qederê 13 km. ji navçeya Çinarê dûr e.

Qada kelehê bi mezinatiya 60 donimî ye. Bilindiya dîwarê wê li dor 15 mereyan e û dîwarê sûra li dora wê 1200 metre dirêj e, bilidiya dîwêr jî li dora 20 metreyî ye. Li ser dîwêr cihê nobetdaran hebûye. Di nava kelehê de perestingeh, avahiyên malbatan, enbarên çek, gorên kevirî, kunkên avê û 54 sarincên avê hene. Herweha dema lêkolîna li ser kelehê çêbûye, di binê wê de cihê veşartina 1000 kesî jî hatiye dîtin.

Dema ku Imperetoriya Romayê hatiye Kurdistan vegirtiye, vê kelehê û gelek kelehên wisa yên dî avakirine. 

Li vê keleha leşkerî, ji ber ku li ser riya bazirganiyê ye, gelek car şerên giran jî lê rûdane, xasma şerên ku di navbera Roma û Sasaniyan de çêbûne. 

Bi xebata li ser kelehê, diyar bûye ku sûra kelehê dema  Anastasios -I (PZ. 491-518) û Justinianos-I (PZ. 527-565) hatiye nûkirin û hin çavî lê hatine zêdekirin. 

Lê piştî ku artêşa Îslamê PZ. 639, hatiye û herêm ji Romayê stendiye, Keleh jî ketiye destê bisilmanan.

Hatiye plankirin ku keleh bête nûjenkirin û têkeve xizmeta tirîzmê. Bi vê yekê wê çavkaniyeke aborî ji Amed û Çinarê re jî derkeve holê.

 

Zeynelabidîn Zinar

Stockholm 02.08.2018 

Back to top button